Festîvala Xak ya Navnetwî –II- Li Paytexta Noweç Oslo Bi Dawî Hat.
Raport di gel ((FOTO ) )
Di roja, 13/06/2009an de, li jêr çavdêriya Wezareta Koçberî û Kar ya Norwecî û bi hevkariya Şarewaniya Oslo û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dezgeha Sema ya Çandî û Hunerî, Rojnama Otrap, Radiyoya Latîn Emerîka, Kompaniya Lîbara Ya Pêwendiya û bi piştgirya 25 rêxistinên Aktîf li welatê Norweç Festîvala Xak Ya Navnetweyî Duyemîn li bajarê Oslo li saz bû.
Festival bi axaftina cîgirê parizgarê Oslo hate vebû û bi axaftina nûnera Wezareta Koçberî û Kar; Hayda Tatçîk ve, ya Wezareta Kar û Barên Civakî Ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê Ciwan Hindirîn ve hate xwendin, û bi axaftina Dr. Şêrwan Omer, serokê Komela Kurdên Sûrî berdewam kir. Her weha festival bi Peyva rêxistina Xak, û ya Nivîsîngeha Yekbûyên li şarewaniya Oslo, Yon Lîman berencam bû.
Piştî vekirinê, di nav kolanên Oslo de meşa kernevalî destpê kir, gelek reng têkelaw bûn, nîşana yekbûna çandî û şaristanî bi xwe re da der. Rêgeya meşê di pêşiya parlemanê re derbas dibû heta digihişt nêzîkî koşka Qiralî û wisa xelk vegeriyan Meydana ”El-Ezra” bo berdewamiya Festîvalê.
Komîta Festîvalê xelatên ragihandina elektronîk yên Kurdî û Serbixwe di sala 2009an, li ser Malperên wekî: Gemiya Kurda - Welatê Me - Soparo Serkefî belav kirin.
Her weha xelatek rêzlênanê pêşkêşî birêvebirê Dezgeha Sema ya Çandî û Hunerî birêz Aref Remezan hate kirin, ji bo ked û xizmetên wî di ber çanda, ziman, edebiyat û hunera Kurdî de, li cîhan û bi tayet di nav Rewşenbîrên Ereb de.
Rêzdar Arif Remezan jî spasiya komîteyê kir û bawernameyên rêzgirtinê yên Dezgehê Sema Kurd li ser Dezgeh û Rêxistinên ku di Festîvalê de Amadebûn belav kir û silavên Revenda Kurd li welatê Imarat gihande birayên Kurd û hevalên Ewrûpî, û spasiya Hikûmeta Norwecî ji ber vê çalakiya wan kir.
Festîvalê bi ahengên gelek Komên Folklorî yên Kurd û Norwecî û welatên dî yên beşdar bibûn berdewam dikir, hêjayî gotinêye ku yekem car Koma Hunerî ya Komela Kurdên Sûrî jî beşdar bû.
Dezgeha Sema, li bin stanta ku ji bo wê hatibû terxankirin pirtûkên ji weşanên xwe rêz kirin, pênûs û alên Kurdistanê diyarî beşdarvanan kirin. Li ser standên dî hunerên dest û yên Folkilorî hatin pexşandin û xwarinên Kurdî yên xweş û folklorî hatin çêkirin.
Ev Festîval bi awayekî balkêş ji aliyê alavên ragihandinê ve hate şopandin; Kurdistan Tv, Kurd sat, Kurd Çenal, Oslo Tv, Radiyo Latîn Emerîka, Rojnama V X Norwecî. Gelek raport û hevpeyvîn li ser vê festival hatin çêkirin.
Her weha Hunermendê Kurd yê navdar Nebez Mukriyanî stran gotin û koma Nimam jî çênd dîlanên Folkilorî pêşkêş kirin.
Gelek kesayetî û şandên partiyên Siyasî û rêxistinên kurd jî beşdar bûn. Hin kesayetî mina; Celîl Kadanî, endamê Nivîsîngeha Siyasî ya PDK(Iran) digel şanda xwe beşdar bûn destxweşî li Komîta Birêvebir kirin.
Tevî ku endamên Revenda Kurd li welatê Norweç kêm in jî û digel imkanên kêm yên Komelê, Festîval bi awayekî rêk û pêk birêve çû û bi beşdariyek baş pêk hat.
Festîval bi strana; ‘Welatê Me Kurdistan e’ , ji aliyê Koma Sitranan ve hat xwendin û digel cemawerê hazir hat xwendin û festival wisa bi dawî hat.
Wergêra Ji Zimanê Erebî: Hozan Emîn
Taybet: Gemya Kurda – Welatê Me – Semakurd.























del.icio.us
Digg
Post your comment