Dezgeha Sema Beşdariya Şûraya Ziman û Perwerdeya Kurdî kir
Di roja 05/11/2009 de li paytexta Belçîka Birûksêlê, li jêr diruşma ”Li dijî her rengê asîmilasyonê, Şûraya Ziman û Perwerdeya Kurdî”, ji aliyê Komîsyona Ziman û Perwerdeyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ve hate organîze kirin û bi hevkariya; Instîtuya Kurdî ya Brukselê, Instîtuta Kurdî ya Elmanya, Instîtuya Kurdî ya Stockholmê konfiransê dest pê kir.
Şûra li Bruksela paytexta Belçîkayê, li Parlamentoya Flamanan destpê kir. Axaftina vekirinê ya Şûrayê ji aliyê Serokê Komîsyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKê, Rojan Hazim ve hat destpê kirin. Rojan Hazim, silav li beşdaran kir û dest bi axaftina xwe kir. Hazım, di axaftina xwe de li ser armanca wan a vê şûrayê û girîngiya şûrayê rawestiya.
Piştî Rojan Hazim, parlamenterên flaman Matthias Diependaele, Jan Peumans, Serokê Kongreya Gel Remzî Kartal, Serokê PJAK`ê Hecî Ahmedî, Serokê Kon-Kurd`ê Nîzamettîn Toguç, endamê KNK`ê Ahmet Aktaş û Serokê Enstîtuya Brukselê Derwêş Ferho jî axivîn.
Û di nav axaftina beşdarvanan de, Peyva Dezgehê Sema ya Çandî û Hunerî jî ji aliyê Arif Remezan ve hat xwendin û di peyva xwe de birêz Arif Remezan li ser damezrandina Sema û armancên wê û her weha pîlan û pirojeyên Dezgeha Sema yên di warê parastin û xizmeta zimanê Kurdî de ku bi rêka çapkirina pirtûkên nivîskarên kurd û rola parastina ziman heta roja îro pêk anîne û yên danîne pêşiya xwe anî ziman.
Li ser xebat û karên Dezgeha Sema dosiyayek danasînê bi zimanê Ingilîzî pêşkêşî perlementerên Ewrûpî kir ku tê de rola dezgehek rewşenbîrî di nav maweyekê de dikare çendî bi roleke xwe yî netewî rabe mewcût bû.
Wezîrê Çandê yê Kurdistana Federe Felekedîn Kakeyî ku diviya beşdarê şûrayê bibe beşdar nebû lê mazereta xwe diyar kir û peyama wî xwe bi hêviya serkeftina şûrayê da pêşkêş kirin.
Piştî axaftina beşdarvanan Şûrayê konferansa xwe ya roja yekê bi mijara ‘Rewşa zimanî bi giştî di warê axaftin û nivîsînê de her weha polîtîkaya dewletên serdest a di warê zimên de destpê kir û bi mijara ‘Gramer û Rastnivîsîn`ê bernameyê berdewam kir.
Li ser vê konferansa; ”Li dijî her rengê asîmilasyonê, Şûraya Ziman û Perwerdeya Kurdî” ji aliyê Roj Tv ve jî panelek ji beşdarvanan li ser berdewamiya guftugoyên vê bernameyê hat li darxistin. Bername ji aliyê pêşkêşvan Seyîdxan ve hate birêvebirin û gelek kesên weke; pispor, mamoste, zimanzan, pedagog û reveberên sazî û dezgehan ciyê xwe tê de girtin ku rêveberê Dezgeha Sema Arif Remezan jî yek ji wan beşdarvanan bû ku tê de li ser zext û çewisandina rejîmên desthiladar ya li ser zimanê kurdî kir û her weha ji bo yekgirtina zimanê kurdî amnaje pê da ku rola tîpên latînî û yekgirtî çendî giring e.
Şûra dê du rojan bidome û ji bo gengaşeyê dê gelek danişînên cur bi cur dê bêne pêkanîn. Ji çar parçeyên Kurdistanê û ji Ewropayê gelek zimanzan beşdarê şûrayê bûne.




del.icio.us
Digg
Post your comment