Laperê Serekî | çalakiyên sema | Dezgeha Sema ya Çandî û Hunerî li Birûkselê Bû

Dezgeha Sema ya Çandî û Hunerî li Birûkselê Bû

Font size: Decrease font Enlarge font
image

Hiso Hormî / Birûksel

Dezgeha Sema ya Çandî û Hunerî beşdarî li rojên civîna Şûraya Ziman û Perwerdeya Kurdî ya li Parlamentoya Flamanan li Paytextê Belçîka Birûkselê pêk hatibû kir. Ev bername di navbera rojên 5-6/11/2009an de bi tevlîbûna gelek akadimîsyen, perpirsên dam û dezgehan, rewşenbîr û zimanzanên Kurd ji çar perçên Kurdistanê bername birêve çû.

Berpirsê Dezgehê Sema Arif Remezan jî beşdarî vê çalakiyê bû li ser damezrandin û xebatên Dezgeha Sema peyva xwe pêşkêş kir û li ser armanc û pîlanên dezgehê pirojeyên wan yên di warê parastin û xizmeta zimanê Kurdî de anî ziman. Her weha berpirsê Dezgehê Arif Remezan bi vê çûna xwe ya Ewrûpayê  ligel gelek dam û dezgeh tevgerek diplomasiyê pêk anî û ji bo pêşvebirina kar û xebatên li ser çand û hûnerî yê netewî bi gelek berpirs û beşdarvanên konferansê re pêwendî gêran.

Hevdîtin bi parlementera Flamanan Frieda Brepoels ya endama parlemana Ewrûpayê ye pêk hat û li ser xebatên Dezgeha Sema û her weha li ser rewşa Kurdên Sûriyê ku mafên wan tên binpê kirin axivîn û parlemena Flamanî ji bo xurtkirina pêwendiyan vexwend Dubey ji bo mêvandariya Dezgeha Sema. Her weha hevdîtin bi endamê Perlemana Flamanan ya li Belçîka, Mathîs Dîpendalî û serokê  Enstûtiya Kurdî li Istanbolê Samî Tan pêk anîn. Ev hevdîtinên ku ji aliyê berpirsê Dezgehê Arif Remezan ve hatin pêk anî ku li ser asasên xizmeteke hevbeşa xurtir li ser çand, huner û zimanê Kurdî bête kirin birêve çû.

Hêjayî gotinê ye ku birêz Derwîş Ferho serokê Enstûtiya Kurdî li Birûksel şîvek li ser rûmeta birêz Arif Remezan çêkir û peymanek di navbera her du dezgehan de hate imze kirin û li ser hin xalan li hev kirin ku çendîn piroje û xebatên hevbeş wek pêkanîna hin şevên Hunerî, pêşengehên şêwekarî, şano û xurtkirina çalakî û korên çandî û ramiyarî pêk bînin.

Wergerandina Ji Erebî: Sema Kurd

 

 

 
suraz_ziman1_204100995.jpg
 
suraz_ziman1__5__999905890.jpg
 
 
 suraz_ziman1__3__702150231.jpg
 
 suraz_ziman1__6__240825405.jpg
 
 
suraz_ziman1__1__659832478.jpg
 
 
suraz_ziman1__2__530074798.jpg
 
 
suraz_ziman1__4__145752013.jpg
 
 
 
 
 
 

 

Subscribe to comments feed Comments (1 posted):

Kawa Shêxê on 12 November, 2009 05:55:36
avatar
Di bawerya min de, ku Dezga Sema, wekû dezgeheke serbixwe, dezgeha herî chalak û aktîv e, di nava dezgehên kurdî de.
Ji ber wê jî em spasya vê Dezgehê dikin û spasya xwedyê wê birêz Arif Remezan dikin ku di ber Kurdewariyê de vê xebata pîroz dike.... bê ku li hêviya spasî û pesindanan be..
dest xwesh û her li pêsh bin
Kawa Shêxê- Almaniya
Thumbs Up Thumbs Down
0

Post your comment comment

Please enter the code you see in the image:

  • email Email to a friend
  • print Print version
  • Plain text Têkist
Rate this article
5.00
Powered by Vivvo CMS v4.1.6