Laperê Serekî | çalakiyên sema | Pêşangeha navdewletî ya pirtûkan li Hewlêrê bi beşdariya Dezgeha Sema hate vekirin

Pêşangeha navdewletî ya pirtûkan li Hewlêrê bi beşdariya Dezgeha Sema hate vekirin

Font size: Decrease font Enlarge font
image wêne 2009 puk

Roja înê 2-4-2010 pêncemîn pêşangeha navdewletîya pirtûkan li Hewlêrê hate vekirin, di vekirina mersîmê de serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyvek pêşkêş , her weha Fexrî Kerîm birêvebirê ALMEDA ya çandî û hunerî , û hin hin stran ji alîyê Tîpa Hewlêr ya muzîkê ve hatin pêşkêş kirin .

û bi fermî pêşengeh hate vekirin , ev pêşengeh ji laiyê wezareta rewşenbîrî ya herêma Kurdistanê û ALMEDA tê bi rêvebirin û nezîkî 150 weşanxanê Erebî û biyanî û Kurdî tê de beşdarin, û di çerçuva pêşengehê de wê hin çalakiyên renga reng bêne li darxistin.

Û wê vekirî be ji xwenevanan re heta 11 nîsanê û paşê wê berê xwe bide Sulêmaniyê û Bexdayê û Besra .

Hêjayî gotinê ye ku Dezgeha Sema ya çandî û Hunerî ev seyemîn sale ku beşdarî pêşengehê dibe û pirtûkên ji weşanên xwe li pêşiya xwendevanan radixe, û pirtûkê Dezgeha Sema li weşanxane û pirtûkxana Alcezîrî peyda dibin.

 

Hozan Emîn - Hewlêr

Subscribe to comments feed Comments (0 posted):

Post your comment comment

Please enter the code you see in the image:

  • email Email to a friend
  • print Print version
  • Plain text Têkist
Rate this article
0
Powered by Vivvo CMS v4.1.6