Laperê Serekî | çalakiyên sema | Bi Beşdariya Dezgeha Sema Festîvala Xak Ya Çandî û Navnetewî (2) Tê Sazkirin

Bi Beşdariya Dezgeha Sema Festîvala Xak Ya Çandî û Navnetewî (2) Tê Sazkirin

Font size: Decrease font Enlarge font
image

 

 

 

 

 

 

 

Oslo - Kksn

Di 13/06/2009an roja ?emiyê çalakiyên Festîvala Xak ya Çandî û Navnetewî (2) li paytexta welatê Norwêcê Osloyê destpê dike.

Ev çalakî ji aliyê rêxistina Xak ya Çandî û Navnetewî tê birêvebirin. Ev rêxistin, ji aliyê komela Kurdên Sûriyê li Norwêc hatiye damezrandin, bi alîkarî û pêwendiya 25 rêxistinên çalak li Norwêc, bi tevlîbûna rêxistina Kê?e ya Kurdistanê, Dezgeha Sema ya Çandî û Hunerî, rêxistina Herman ya Çandî (Kurdistana Iraq) û Navenda Çandî Îlî Beg Caf (Kurdistana Iraq), bi çavdêrî û alîkariya ?arewaniya Oslo û wezareta koçberî û çandî ya Norwêc tê sazkirin.

Armanc ji vê çalakiyê xurtkirina têkîliya di navbera gel û ?aristaniya de û her weha danasîna çand û pirsgirêka Kurdî ye.

Ahenga vekirina fermî ya vê festîvalê wê li Meydana ”El-Ezra” ya navdar  li navenda bajarê Oslo, bi be?dariya nûnerê Wezareta Kar û Barên Civakî ya Herêma Kurdistanê û nûnerê Wezareta Koç û Çandê ya Norwêc, parêzgar û ?arewaniya Paytextê Oslo û nûnerên gelek balyozxanan li Norwêcê.

Di ahenga vekirinê de wê xelatên ragihandina Elektronîk ya Kurdî serbixwe di sala 2009an werin belavkirin. Malperên bi serketine jî ev in: Gemyakurda, Welatê Me, Soparo û her weha wê rêzdar Arif  Remezan  birêvebirê Dezgeha SemaKurd ya Çandî were Xelatkirin, ji ber rola wî ya xuya di xizmet pê?xistina çanda Kurdî ( Tore- Huner- Folkilor)û naskirina wê bi biraderên Ereb li cihanê.

Hêjayî gotinê ye ku berî vekirina fermî wê rêpêwanek kernewalî birêve here, her kesê ku be?dar bûne  cihê xwe di nav de bigrin, ji meydana ” El-Ezra” destpê bike û dever Perlementoya Nerwêc re derbas bibe ber bi Ko?ka Kiralî ve berdewam bike. Wê di pê? de, hespên kiralî û pa?ê koma nuhasî ya girêdayî ?arewaniya Oslo û li pey wan koma Ke?afê û Yekîtiya Werzi?î ya Norwêc bi pê?andina lîstikên Canbazî, Karatêh û Taykwando be?dar bibin û her wiha wê Kurd jî bi cilên û bergên xwe yên folklorî û bi ala Kurdî û Komel û dezgeh jî wê bi remzên xwe be?dar bibin.   

Wê Koma Komela Kurdên Sûrî li Norwêc yekem car be?darî Festîvalê bibe. Hunermend, komên Cîhanî ji 25 welatan di nava wan de Herêma Kurdistanê, Kurdistana Rojhilat, Çîn, Pakîstan, Kûba, Meksîk, Norwêc, Sûdan, Somal, Sirêlanka, Îspanya, Perû, Filîpîn, Bolîviya, Erître, Kurdên Sûrî. Wê di festîvalê de cihekî taybet ji bo Komela Kurdên Sûrî bê terxan kirin ji bo pê?andina Pirtûk, karên destî yê kurdî û wê li ser danasîn gelê kurd û pirsgirêka wî ya li Sûrî xebatên pêwendiyan bên pê?xistin û ragihandin, her weha li ser ge?t û guzarîya Kurdistanê danasîn bê kirin û xwarinên kurdî bên pê?kê?kirin.

 

23.05.2009

 

 

Komela Kurdên Sûrî li Nerwêc

Navenda Ragihandinê

Wergerandin ji zimanê Erebî – Hozan Emîn

 

 

kksn2_772092645.jpg
 
 
kksn1_500525247.jpg
 
 
kksn3_997045696.jpg

 

Subscribe to comments feed Comments (0 posted):

Post your comment comment

Please enter the code you see in the image:

  • email Email to a friend
  • print Print version
  • Plain text Têkist
Rate this article
5.00
Powered by Vivvo CMS v4.1.6