Laperê Serekî | Lêkolîn | Mamosta Hêmin (1921_1986)....Lêkolîn :Seyid Feysel Moctevî

Mamosta Hêmin (1921_1986)....Lêkolîn :Seyid Feysel Moctevî

Font size: Decrease font Enlarge font
image Wênê Hêmin

Seyid Mohemedê Emînî meşhûr bi Hêmin kurê Şêxolislam

 

       Seyid Mohemedê Emînî meşhûr bi Hêmin kurê Şêxolislam, bihara sala 1921ê,li nav binemalekî devlemend û navdar li gundê Laçînê nêzîkî bajarê Mehabadê hatiye dinyayê.pêş çona dibistanê,Quran û xwendin û nivîsîna kurdî her mal de bal maostayakî şareza zaniye.Dema ku omrê wî digîje medrisê,ice wî,evî dişîne dibstana devletî û ice tev zaryê hevalê xwe dersa farisî li dibstana devletiye Seadet de despê diket.li vê dibistanê û dibistana Pehlevî da heta kilasa 4ê dixwîne. havînan jî lali babe xwe fêrî inşayê farisî û xet nivîsînî dive.dema babe wî dizane ku xet û inşayê wî baş bûne,dibije kûrê xwe ders xwendin bese,to bûyî mîrza.Here nav feqiyan û devsa meletiyê bixwîne.û ciyê mele Camî bigire.keyfa wî meletiyê nedihat.ema çibike, hukmê bab bû,û destê wî tê ne diço.bimecbûrî çoye Xaneqayê nav feqiyan.wî çend salan live dersa meletiyê xwend.û gelik dost û heval xwe re peyda kirin.ew ice bibaşî gel Hejar bû dost û heval.heger çi pêşte li nav dibistanê de ew dinasî.Hêmin heta sala 1938ê 17saliya xwe di nav bajar û gundande mijûlî dersa melatiyê dibe.Li heman ice de tê mala xwe li gundê Şîlanavayê nezîkî Mehabadê û dest bi kar û bare verzêriyê kir.û li vextê bê şoliyê û şevê dest bi xwndina rojnama û kovaran dikir.û bidizîka helbest jî digotin.çonko keyfa babe wî li wî karî nedihat. Vê demê de Hêmin car û bar ice Mehabadê û sera hevalin babe xwe ku zanayê Mehabadê bûn dida. Wek Qazî Mohemed û yê din.Keyfa hêmin kar û bare siyasî tê.hêdî hêdî hinek mala peyda dike ku li vanderan da helbest û gotarên siyasî têne lêkolîn.ev jî tev Hejar û Zebîhî li van celesan de beşdarî dikin.hingê kurdî xwendin qedexen bû.û vekî cirmekî gelik mezin dihate hisab kirin.Li şerê cihaniyê duyê de,kû Riza Pehilevî şahî Îranê li şerde şirîkê Almanê Nazî bû,dema ku Alman şikist xar.hikûmetê şerker Îran işxal kirin.Ingilîs û Rosa padigana leşker li mihabade rot kirin.azadî ji xelkê re çêbû.Hêmin û hejar dibne endamê hizba teze çêbûye Komelê.û li kovara Nîştiman organa vê de helbestan dinvîsin.Paşê demekê hizba Komele Navê xwe diguhore û dibe hizba Domikrat.serokê vê dibe Qazî Mohemed. endamê wê her endamê berê yê Komelêne.ku Qazî jî yek ji van bû.hizba Domikrat seranserî kurdistana Rojhilatê de endama qepûl dike.û dibe teşkîlatek mezin. bû Hikûmeta kurdistanê. Hêmin jî her li gel vê dihrike.û dibe endamê herî bilinde hizbê û hikûmeta kurdistanê.û li tevavî rojname û kovarê hikûmeta kurdan de,dinivîse.Evdibe endamê çêkirina pirtûkên dersî bû dibistanan.ku Hejar û Zebîhî jî endamê vê ne.evan ice de gelik kitêbê baş nivîsîn.mixabin omrê korte devleta kurdistanê icaze neda ku ev bêne çap kirin. Hêmin, helbestvan û rewşenbîrekî kurd bû ku hertim li fikra feqîr û jaran de bû.ber vêhinde gelik keyfa wî hizbê çepe komonîstî wek Tûdê dihat û ev tereqîxaz dizanîn.û heta axirê omrê xwe her ser vê bîr û baverê bû.Hêmin di sala 1646ê de dizeviz.semera vê zivacê kureke binavê Selah.Paşî têkçona hokûmeta kurdistanê,pêşhingê de ku ertişa Îranê bigîje Mehabadê.direve û li bajarê Mehabadê diçe gundê Xaneqaya birhanê mala xalê xwe.livê nexweş dikeve. Du mehan dikeve nav livînan,û li sêzdebederê paşê şihîd kirna Qazî direve, û diçe Başûrê li bajarê Qeladizê û çend roja bi dizîve li nav mizgevtekê da dimine.û paşan dewam nake.dizêvire Îranê û baştrîn helbesta xwe bi nave Bihar li nav çîya de dinvîse.midehêkî xweş xwe nîşa kesê nade heta ko aw li aş dikewe.û hinek endamê hizbê têne berdan ev jî tête bexşîn û des bi kar û bar verzêriya xwe dike. Di devr û berê sala 1950ê de ku Dr.misediq siyasetvanê mezine û nonerê parliman Îranê ku paşan bû servezîr.neft milî iilam kir.û destê Ingilîsa li Îrane bo maveyekî kêm, qetand.û azdiya siyasî bo miletê Îranê tev xwe anî.û careke din kurda jî bi serbestî dest bi nivîsine kirin.Hêmin jî karê xwe yê rewşenbîrî,berdevam dike.û helbestên şorişgêrî dibêje.Paşê şikista Dr.Mosediq dîsan,hevayê siyasiye Îranê nexoş dibe.û Hêmin ku xeterê nêzîkî guhê xwe dibîne, bo cara duyê direvê Îraqê.û li vê dest bi nivîsîna helbestê xwe dike.Li sala 1978ê de gel şoreşa xelkê Îranê Hêmin dizivire Mehabadê.û pêşvaziyekî baş lêhate kirn.kongira 4ê hizba Domikrat (ku bi rêberiya Xenî Bilûriyan hat darxistin) de vekî endamekî iftixarî hate qebûl kirin.û leqeba helbestvanê milî girt.devrana şer de carek din ço çiya.paşan zivirî. Û kovara Sirvê da çap kirin.Paşê omrekê nivîsîn û şoreşgêrîyê Hêmin di temenê 65 saliya xwe de di 28 meha evila bihara 1986ê de ço ser dilovaniya xwe.û li bajarê Mehabadê de sipartine axê.û mecesima vî bûye sembola vî bajarê şihîdperver.û her roj çavê xelkê kurd bi dîtina vê şa dibin.   Li kîderê heta kîderê Bihara 1921ê li gundê Laçînê nêzîkî bajarê Mehabadê hatime dinyayê.babê min devlemend û sexî bû.baş digihîşte veza me.em 5bira û du xûşke bûn.bira û xûşkek li min mestir bûn.min li devrana zarûtî de çi tişt kêm nebûn.ema dema ku mezin bûm,êxsîrê rê û revişê xelet û qefesekî zêrîn bûm.Rê û revişên mala me icaze nedida ku ez gel zarûkê hevalê xwe bilîzim.çonko ez devlemend bûn û kurê Şêxolislam.û ev zarûkê gundîyekê bê nav û nîşan.ez seyidê Tebatebayî bûm.ev kurmanc.kincê min temîz û nû bûn,ev rût û pêxas.hûn fikir nekin ku ez vê demê,zarûkî têgihiştî bûm û min ferqa kasib û devlemenda dizanî,nevisane min feqet dixast ez gel wan bilîzim.Mamosta Seîdê Nakam ez fêrî elifbêyê kirim û gelik kitêbê din vekî:çîronga Karik û Bexik,Dîvana Şêx Rezayê Talebanî mire xwendin.û şirînatiya ders xwendinê mire nîşan da.heta ku min vî heyamî pirtûka helbestê Şêx reza ezber kiribû.Dema ku ez kêmekê mezin bûm.babê min ez şandime Mehabadê,ku li dibistana devletî dersa fermî bixwînim.evilî ez gelek keyfxweş bûm.min navê xwe dibistana Seadet de qeyd kir.ema her li roja evil ku ez çome ser kilasa dersê ez gelek tirsiyam.ez zarûyekî gundî bûm,ku bi naz perverde bibûm.zimanê kurdî zêde min çi zimanê din nedizanîn.û li dibistanê de jî çi kesê heq nebû ku bi kurdî qise ket.Min jîna xwe de rojên teng û tarî gelik hebûn,ema min çi roj nexweştir li roja çona dibistanê nedîtibû. mamostayê me kurd bû.bi zimanê farsî tev zarûkan qise dikir. Û farsî baş nedizanî.dema ku gel min farsî axivt min çi lê nezanî. Şagirdên din li min baştir bûn.û bervêhindê ez dikirme mesxere.mi dikeniyan.min şerm dikir.Demekê min tirsê medrisê de şeva serê xwe dikire bin lihêfê û digiriyam.dema dibû sibe ez bi zorî dişandime dibistanê.ez bibûme pêkenokê zarûka.dikirne gazî min kurmanc.(li Mehabadê dêjine gundî û mirovê kêmas kurmanc)ev kelîmeyekî neşirîne.belko sivike.mi şans hebû. Çinko sê çar kurmet û kurxaletê min vir bûn.û piştgiriya mi dikirin.hegerne ezê li vir dîn bibama.min nezanî ku min çavan adet bi dibistanê kir û farsî fêr bûm.Medrisa me sextimanekî mezin û kevnar bû.tinê bîrek tevalêtê hebû.çi vexta nobet nedigihîşte kesê.em nêzîkî mizgevtê bûn.lê ne pêşxizmetê medrisê dihêla ku em hevşa medrisê de derkevin û ne xadimê mizgevtê dihêla ku em li tevalêta mizgevtê istifade ken.heger şagirda li ser nobeta tevalêtê şer bikira nazim dihat û şagird didane ber dara. Û bo mirinê li wan dida.ciyê av vexarinê jî boşkeyek bû ku tijî dikirin li ava çem. tenekeyek danîbûne livê ku zarû pê vê avê vexon. hemîya bi vê tenekê av divexar.Kilasa dersa me odekî teng û tarî bû.pencereyek hebû.bedela şûşê kaxez dabûne ber.dema ku xastiban kêmekê rûnahî be,kaxez rûn dikirin.mamostayê me pîrekî eynekî bû û gelik esebî.hemêşe sê û çar çirpikê dara gilhinarê didanîne ser masa xwe.heger kesekê ders nezanîba yan şolox bikira,dida ber şivika.heta ez fêrî farsî bûn dar û ber şeq bûn.piştî fêr bûna min êdî mamosta li min neda. dema ku mamosta diço derve şagirdik didanî cîyê xwe ku digotnê mobsir.heger keyfa mobsir kesekê nehatiba navê vî dinivîsî û dida mamosta.û mamosta bê pirs dikete canê vî leva zarû mamosta pitir li mobsir ditirsiyan.çonku mamosta bêçine eziyeta kesê nedikir.Min çar sinf ders li dibistana Seadet û Pehlevî de xwendin.û havîna jî min lali babê xwe temrîna xet û inşayê dikir.mi ber rûyê xetê Emîr Nizamê Gerûsî û Mîrza Hosêynî dinivîsî.xet û inşaya min gelik baş bûn.babê min got kurê min tu bûyî mîrza êdî xwendina dibistanê bese dibêjin teyrê zîrek pê dimkê xwe dikeve davê.evî got: here dersa meletîyê bixwîne.cîyê mele Camî Cûrî bigre.keyfa min meletîyê nedihat.ema çibkim hikim bû dibe çobam.keyfa min ser û kincê wan nedihat.Ez bo dersa dînî çome Xaneqayê û min 4sala livê ders xand.ev 4sal çêtirîn eyamê jîyana mi bûn.me gelik xweş derbaz dikir.em gorûpekî 8 yan 9 neferî bûn.hemû jî xizm û kes bûn û omrê me hindî hev .feqet Hejar bîhanî bû.me ev jî dûr xwe nedêxist.moxabin min vî çaxî qedrê vî eyamî nedizanî.heger min bizanîya îro ez kesek din bûm.mi dikarî li vir gelik tişta fêr bim.vê demî gelik hat û çoya Xaneqayê hebû.gelik miriv dihatin û diçon.Çikes livê bîhanî nebû. Kesê xwe ser serê kesê qude nedikir.heger tefavitek heba gelik kêm bû.ez dikarim bêjim Xaneqa gemya Nûh bû.li heçî tov û nijada livê dibûn. penageha bêkesa û reben û jara bû.mosilman û bêdîn,baş û nebaş,diz û rêgir,zana û nezan,mele û amî,sofî û zahid,şêx û feqî li vêderê tevhev dijîn.û rizqê wan vek hev bû.hemû bin banekê de xirdibûn.Efxanî,Tirk,Azerî heta Hindî jî vir bûn.û Kurd li hemû navçê Kurdistanê.bi zaravê corbecor qise dikirin.hindek hebûn ku bi zehmet li zimanê yêk dizanîn.li navça Mokrîyan (Mehabad_Bukan)gelik mirivê mezin vekî : Mamosta Fozî, Sêyf Qazî,Pêşewa Qazî Mohemed,Hac Mele Mohemedê Şerefkendî,Elîxan Emîrî û axayê zana û dersxwendî ye Feyzilla Begî hat û çoya xaneqayê dikirin.û heyv heyv li vir diman.melayê mezin li vir bûn û ders digotin.elqise livê pir bû li mirivê dersxwendî û zana.livê bo dersxwendinê gelik baş bû.Mixabin min baş istifade li vê xaneqayê nekir.ez zarû bûm û ser bi heva.bilî vê hindê ez li vê demê du cara nesax ketim û her du cara çome ber mirinê.cara evil ku min nesaxîya Tîfoyê girtibû.av mire gerim kirin û kifnê min hazir kiribûn.û cara dûyê ku pirzikekî mezin ser geviya min şîn bibû. Ez çend meha kirme nav cîyade û min istirahet dikir.û piştî vê ez hatme emel kirin.başî emeliyatê hêza min nema. Ez ku zelamekî qivrax û qudretmend bûm û çi zarûkê temenê mida nedikarîn pişta min bidne erdê,piştî nexweşiya xwe ez lavaz bûm û qudreta min nema.û ez çi caran vek pêşiyê lê nehatim.Dema ku min Mehabadê de ders dixwend mi Hejar dinasî.mi hat û çoya dikana babê vî dikir.babê vî pîremêrekî xweşqise bû.dema ku ez çome xaneqayê min ev livê peyda kir.em bûne dost û refîq.hindek cara me dest li leyîzê dikişand û ez û Hejar diçone ser xwendina pirtûka.me berê xwe dida kitêbê farsîye Seidî,Hafiz,Mevlevî,Kelîm,Saêb,û helbestwanê navdare farsîye din.dema ku me tiştik nezanîba zanîna vê me re zehmet nebû.çonku livê gelik zana hebûn ku dikarîn bersiva me bidin.mirivkî pîr xaneqayê da bû. Digotinê Qadir.evî gelik hez dikir kesik helbestikî Seidî lê bipirse.pê dengê girtî û bedenê lerzan ,dê sietekê ev beyt şirove bikira.heger ez bêjim ku evî helbestê Seidî li Seidî baştir dizanî mi direv nekiriye.bilî helbestê farsî hinek caran kitêbê kurdî nav destê me diketin. me xwe re dinvîsî û ezber dikir.rojê sêşemê û înê feqiya moşaire dikirin. Ez û Hejar alîkê bûn,feqî hemû alîkê,nedikarîne me.Hêdî hêdî me bi xwendinê adet kir.û em bûne kirmê kitêba.û şev û roj kitêb destê me nediket.kitêbê biçûk û mezin vekî : Iskendername,Emîr Erselan,Şîroye Hesen Kurd, û yêdin. ???Bêguman ez çêkiryê destê Mamosta Fozîme.evî ez levdam û ser nû de çêkirim.ev bû ku ez fêrî zanînê kirim.rêya jiyanê nîşa mi da.birasitî heger ev neba ez heta vê derê jî nedihatim.mimkin bû ez tarîtiyê de mabam.Mamostayê silêmaniyê yan Fozî ez têgehandim,ku ez zaryê gelê kurdame.û paşta mayî, bin destê zalim de.zarûyê kurd dibe zîrek bin.û xwebihorî.evî rêka edebiyatê nîşa mi da.ez fêr kirim ku çawan binivîsim û çawan helbestan bêjim.ez fêr kirim ku evîndarê welatê xwe bim.u medhê jêre bikim.zimanê devlemende kurdî danî ber çavê min.Nûserê mezine kurd vekî : Hecî Qadirê Kuyî, Kurdî, Salim,Mevlevî,Herîq,Mehvî,Edeb,Vefayî mi dane nasîn. helbestên wan bo min şirove dikirin.gote min rojname û romana bixwîne.dîwanên helbestwanên şorişgere farisî ziman bo min anîn.û li min xast ku ez evan ezber kem,ema ez dame sûndê ku çi cara farisî nenivîsim.heta bikarim,kurdî binivîsim.Fozî mirivek gelik mezin bû.heta ku Şihîd Pêşeva Qazî Mohemed xwe şagirdê vî dizanî.Xêncî Fozî min mamostayek din hebû li gundê Kolîcê de.ku ez gelik tiştan li vî fêr bûm.ev li zahira xwe de mirivkî gelik kirêt bû.ders ne xwendibû û elifbê nedizanîn.ema alimkî mezin bû. Her tiştik ku li pirs kiriban dizanî. Geli helbest ezber bûn.vek Şehnameya Firdosî,Xemseya Nizamî,helbestên Seidî,tewavî dîwana Hafiz.xwe jî helbestwan bû.dema helbestek bigota,digote şagirdikê mire binivîse.kurdî jî her visa dizanî. Heger helbestek jê re xwendiban,hecarikê de ezber dikir û tu cara bîra xwe nedibir.û ev bi duristî meina û şirove dikirin.Dema ku ev li gundê Kolîcê ço mi jî dev li dersê berda û ez vegeryame gundê Şîlanavê.vê demê ez 17e salî bûm.min dest bi kesb û karê verzigariyê kir.babê min vekî berê devlemend nemabû.bira û kurmamê vî cida bibûn.feqet gundek jê re mabû.min rojve verzigarî dikir û şevan mijûlî xwendina rojname û kitêban dibûm.pîşekarê mala babe min bo kirîna kel û pelê xarinê diço Mehabadê û êvaran dihat.ez diçome pêşiyê ku zûtir rojnama lêvergirim.axir min gelik dêhna xwe dabû xwendinê.ber vê hindê min çi elaqe di gel jin xwestinê de ne bûn.Vê demê çapa Îranê baş nabû.feqet kovarekî baş hebû ku vêne jî têde bûn.û li bara romanê şer dinivîsî.navê kovarê Tovfîq bû.ev kovare li alyê Almana ve dihate pişt gîrî kirin.li vê heftenamêde ku her pênc şema dihate der gelik Mehta Hîtlêr û Mûsilînî dihat kirin.û Riza Pehlevî jî li vê mehtê bê par nebû.Dema rêya min biketa bajar,babe min digot silavê min bigehîne Qazî û mezinê dine bajar.ber vê hindê ez di çome mehkema Qazî Mohemed û mala Mîrza Rehmetê Şafiî serek livan dida.ev du ciyene gelik hat û ço lê hebû.hinik male din jî hebûn ku cahêlê xodan fikir liwan deran xir dibûn.û meclisê dizlekî hebûn.vek : mala Zebîhî,Resûl Mokayîlî, Qizilcî,Nanevazade,Ilahî,Seyidî.li wan meclisa da helbestê helbestwanê Başûrê û Sêyf Qazî dihatine xwendin.Sala 1941ê ez lavekî gihîştî bûm.min şolên verzigarî û heyvan xudan kirinê baş dizanîn.û li bara xweninê de jî min li edebiyata kurdî û farisî de meharet peyda kiribû.mi dest bi vehûnana helbestan kir.ez bûme xudanê kitêbekî helbestan.ema babe min hez nedikir ku ez bibme helbestwan.ber vê hindê min bal babe xwe li bara helbestan de qise nedikir.ez mecbûr bûm ku pirtûka xwe li babe xwe veşêrim.Rojekê ez mijûlî nivîsîna helbestan bûm. Şolek bo min hate pêş.min deftera xwe cîde hêla û çom, babê min tê deftera helbestan dibe.ez gelik tirsiyam.heger babe min ev helbest bixwendiban abûr bo min nedima. çinko helbestê min teqlîd li Şêx Reza Talibanî û Îrec Mîrza bûn.û gelik gotinê bêedeb têde bûn.dema mi pirsa babe xwe kir gotin ço xanî ser tendûrê.ez tirse tirs çom. Min dît ku babe min deftera helbestê min nexandî avête tendûrê.fikra min xweş bû.helbestê min,xav bûn û teqlîdî çi fikr tê de nebû.heger vî ev şola nekira,minê ev bisotaban.Di vextê govend şahiya de babe min icaze nedida ku em daveta cergebez bikin.me gelik rih sipî dikirne vasite ku heta babe me iznê bide ku em govenda reşbelek yan cergebez bikin.digot dibe hûn herne dûr û çave min li ve nekeve.zelama li berve digirtine govendê ema keçika li piştve digirtinê govendê.û her keskê keyfa wan pê bihata digirtine destê vî re.Rojekê li meha axira havînê sala1941,em ser coxînê bûn.pala genim dida ba.hevsarê hespê min dest mi de bû.hingê maşîn û teyare çine bûn.nişkê de ma du teyarê mezine reş li esman de dîtin.demek pê neço me dît ku hewade kaxez têne xar.hemû bezîn ku bizanin çîke.pîre jinekê pêş hemiyan da kaxezek girt û da destê min got bxwîne biznim çibûye.dema min temaşeyî kaxezê kir.ez heyirîm.û gelek keyfxweş bûm.çinku mi çicar tiştê ha nedîtibûn.kaxez kurdî nivîsîbûn.heta hingê nivîsîna kurdî li Rojhilatê qedexen bû.Rûsa ev kaxez avêtibûn.min fikir kir ku Rûs dixazin gelê paştamaiye Îranê bihebînin.bêhna şer vê kaxezê dihat.Her çend ku vê namê da xelik deivet bi aramişê kiribûn. Ema xelik gelek li ertêşa Tizar li şerê yekêye cihanî tirsiyabûn.û li me re qisa bêremiya ertêşa Rûs dikirin.vê demê Îran Tavê Almanê Nazî bû û dijî komonîsta û Bilşovîka teblîxat dikir.û navê  bilşovîka û kafira yêk bû.heta Mehabadê da jî Radiyoyek danabûn. ku dengê Kolnê bi zimanê farisî belav dikir.û dijûn didane Rûsa.Du roja paşî belav kirina daxoyaniya teyarên Rûs çend narincek havêtine eskerxana Îranê li Mehabadê. her ev çend bombe bûne bais ku serbazê Îranê birevin û padigana leşker xalî bimîne.velê hat ku hinek serbaza tivinga xwe difrotine nanekê.giregirê mihabatê hemû lev xirbûn ku bizanin çbiken.xelkê bajar hemû hilatne gunda. mala me jî li gund tijî mirov bûn.Evil ertêşa Ingilîsa hate bajarê Mehabadê.ço nav padiganê silahê giran birin.paşê ertêŞa Sore Rûs hate Mehabadê.û ertêşa Pehlevî navça Mokriyanê de nema.vê carê ertêşa Rûs li gel xelkê baş dibê.û eziyeta kesê nekirin.li Kurdistan Rojhilatê de bû bilbişêv herkes bixwe bû.nav sere hev didan.ema hêdî hêdî vezi baş bû.fikr û partiyên siyasî çebûn.Me lave kurd, ku bi dizîka xirdibûne bal hev û me helbestên kurdî dixandin.ji me re azadî çêbû.em bê tirs xirdibûne bal hev û me li bara meselê siyasî qise dikir.û lavên kurd hemi fêrî kurdî xwendênê bûn.rêke bo çêbûna partiyên nasyonale kurd vekirî bû.Evil hizba Tûdê ku ser bi Moskoyê bû li Îranê dest bi kar kir.hinek kurd û Erman jî çone nav wê hizbê.ema kurardistanê de istiqbal lê nehatekirin.vekî hizbekî xirab û nebaş li ber çavê xelkê bû. Li sala 1942ê de hizba Komelê (JK) hate damezirandin.ez hingê li Tevrêzê bûm dema ku ez hatime Mehabadê Zebîhî ez birm û bi hizbê dame nasandin.min bi Quran û Alayê sundxar ku bi kurdan û hizbê xiyanetê nekem.min heqê tu pirsiyaran nebû.û jimara hizbîye min 55 û nave teşkîlatiye min hêmin bû.mi zanî ku Hejar jî bûye endamê hizbê.bi wî avayî jîna siyasî û civakîye min kete nav deverekî teze da.Komele ne tinê partiyekî siyasî bû belko bo tervîca exlaq jî têdikoşî.zor nekêşa ku vê partiyê li nav dilê xelkê Îranê de cî girt.heta ji sinûr jî derbaz bû.û xwe gehande kurdê Başûrê.û livê jî dest bi xebatê kir. deramada hizbê li ozvîyeta endama,firotina kovarê,bilîtê nimayşnama çê dibû.organa hizbê mehnameya Nîştiman bû ku zû dihate firotin û dest gelik kesan nediket.wê mehnamê de ku Zebîhî ser debîrê vê bû helbest nivîsarê navdarê kurd dihat veşandin.jimara evilîn da helbsteky Hejar jî hate çap kirin.û evilîn helbesta min bi nave Hêmin li jmara duyê de li vê mehnamê de hate çap kirin.û min livê de dest bi nivîsînê kir.û heya axir livê de nivîsîKomelê kovara Avat jî xiste rê û mi livê da jî dinivîsî.Komelê tiatra Dayka Nîştiman li Bajarê Mehabadê înande ser sehnê. Heger çi ev şanoye gelek rêk û pêk nebû,ema riha nasyonalîstî li kurdan de sax dikir.li gund û bajarê navça Mokiriyan xelk dihatine temaşe. her kesê car kê berê xwe daba vê şanoyê. rondik li çavê vî dibarîn.li ber hindê ev şanoye le bajarê Mehabadê 4 mehan berdevam bû. Û partiya Komelê zêde devlemend kir.bi wî pareyî Komelê karî çapxaneyeke destî li Mehabadê bêxe rê.Hindî min zêdetir li partiya Komelê de xebat dikir min têştên zêdetir li zanayê kurd dizanîn.vek Pêşeva Qazî Mohemed,Kake Rehmanê Mohtedî,Hemze Ebdola, Şihîd Mostefa Xweşnav,Mîrhac,Şihîd QudsîMin hizba Tûdê partiyekî tereqîxaz di zanî ber vê yekê tev van jî hevkarî dikir. Çiqek li deftera elaqaya çandîyê Îran û Rûs li Mehabadê hate damezrandin.bi zimanê Farsî,Rûsî,Azerî. Û ez jî bûme endamê vê.min û hejar tev van hevkarî dikir.û helbestên me bi azerî û rûsî di hatine vegerandin.heger çi kurdî nebû ema her baş bû.livê derê de Alekoka Hejar bi destê Mamosta Ceiferê Xendan helbestvanê azerî bi helbest tercmeyî azerî bû.hingê faşîsma Hîtlêrê Nazî li beyn çobû.Li 25ê oktobira 1945ê hinek li endamê partiya Komelê gotin li vê demêde partî bi vê rê û rewişê nikare kar û bare xwe bibe pêş.dibe me partîk hebe ku bikare tev cihanê rêka xwe bidomîne.eve bû sebeb ku evilîn kongira hizba Dimokratê li bajarê Mehabadê bê danan.û partiya Dimokrat li ser binaya Komelê hat avakirin.Qazî Mohemed ku endamekî reda xare hizba Komelê bû. Bû lîderê hizba Domikrat û lîderê hizba Komelê ku mirivkî şareza bû.li kumîta rêberiya partiyê derket.û vekî endamekî jî bo partiyê zehmet kêşa.Min evilîn kogira hizba dimokratê de ku li mizgevta Sor li Mehabadê pêkhat helbest xwend.dema ku pêşkeşvan bername élan kir ku Hêmin dê helbestekê bixwîne.û ez çome ser minberê û min dest bi xwendina helbestê kir hemû heta Pêşeva, mane heyirî,çonko helbetê Hêmin li nav mehnamê de dîtibûn.ema nedizanîn yê kê ne.çonko Hêmin naz nave min bû.gotin bes Hêmin hema Seyid Mohemedê Emînî kurê Şêxolislame.hingê bû ku ez bi nave Hêmin hatme naskirin.Hizba Domikrat vê kongirê de hêyet reyîsa xwe hebijart ku ez cahêltirîn endam û Hac Baba Şêx pîrtirîn endamê vê bûn.Hacî Baba reyîs û ez monşî bûm.şola vê hemû mi dikir Hacî feqet imze dikir.ez demekê livê mam şola vêderê gelik zehmet bû.min dest li monşîgeriyê kêşa û ez hatme komîta teblîxata hizbê.û min li hemi neşriyatê hizbê û rojnamyê Kurdistan,Havarî kurd,Havarî nîştiman û kovarên zarûkan de meqale û helbest nivîsîn.û mêtîngê hizbê de beşdarî kir.Ez endamê nivêskarên kitêbê dersiye medrisan bûm,ku Hejar û Zebîhî û Ibrahîm Nadirî,Dilşad Resûl û hinek karnasên din û Pêşeva endamê vê bûn.her çend em gelik li karê xwe de şaraza nebûn belê ema çonko me bi dilsojî û evîndarî şol dikir, me gelik pirtûkên baş nivîsandin. Mixabin nehatie çap kirin.17ê disambira 1945ê alaya kurdistanê bilind bû.û li 22ê Cûlaya heman salê Mehabadê Cimhûriya xwe êilamî cihanê kir.û hikûmeta cimhûriye Kurdistanê dest bi karê xwe kir.ez bi vê gelik şabûm ku min li damezirandina vê da helbest xwend.û xweşiya vê de beşdar bûm.Ez û Hejar dayim pevre bûn. Pirtûka Qizilcî bal me bû ez û ev hingê li malkê de bûn vextê istirahetê me dixwend.em hin nêzîkî hev bûn kesê nedizanî kîjan Hejar û kîjan Hêmine.paşî duyê rêbendanê û damezrandina cimhûriyetê, li çar nikarê Kurdistanê zanayê kurd dihatine Mehabadê.û me li fikir û zanîna van gelik behre birin.wekî Mamosta Qanii.Di vê sale de diya mi got tu dibî bizevicî.ez êdî pîr bûme û pêyê min li ser kendalê gore ye.ez di tirsim bimrim û zivaca te nebînim.min her kes bû şirîkatiya jîna xwe qebûl nedikir min hez nedikir ku kesek din şirîka jîna min ji mi re bibjêre.ez gelek bilind difrîm.paşan jî ez mirovkî siyasî bûm ,hizra min ev bû ku jin û zarû dê dest û pêyê min girêdin,û ez nagîjme armanca xwe.mixabin zora diya min gelik zêde bû.herdu pêyên xwe kirne sole de.û got îlabîla tu dibî bizevicî.zora dayka min,û nermiye zimanê Hejar,ku salkê li min mestir bû,û heta hingê du caran zevicî bû, û sir û germa dinyayê kêşa bû,ez razî kirim ku bizevicim.Dayka min keça birayê xwe ku mirivkî navdar û devlemend bû ji mi re xast.mi nedîtibû.derev nebe min carkê ev dîtibû dema ku çêl didot.evjî ne rometê wê, bilku min hind zanî ku bejna vê korte.min hez dikir jina min bejn bilind be.mi gote diya xwe,xo ev ne bejnbilinde.diyam got kurê min xo zêr jî biçoke.diyar bû diyamin mi re kesik beyem nekirbû ku cindî be.evê kesik peyda kiribû ku maldar û çeleng be.û xudan exlaq û esl û nesebdar be.Daveta Hêmin dest pê bû. Hejar destê keçên cindî girt û kete serçopiyê û reqisî.û şevê bi qisên xweş mivan dikenandin.ema Hêmin nigeran bû.nedizanî ku şirîka jîna wî periye yan toqa neiletê. Çonko ev baş nedîtibû,û nedinasî.16ê novambira 1946 bûke anîne mala zava.ew,ew Xweşkok nebû ku dilê şayir bidize.ema zû karî nav dilê mi de  cî bigre.û bibe xudanê dilê min.û vel mi kir ku ez bûme evîndarê wê.bû şirîkê rojê dijvare jîna min.23ê salan me gel hev jiyana xwe bire ser.bin sîbera exlaqê wê de mi jiyaneke pir xweş hebû.çi caran dilê min neêşand.heger çi ez xwe mirvekî esebî bûm û min gelik caran ev nerihet dikir.tu caran ser xwe ve netîna.me jîna şirîkatiya xwe de kurik bi navî Selah heye.Di heman sale da ku hêj mehek li daveta me derbaz nebibû,meha şirîne jîna şirîkatiya me neçobû ava,mala me xirabû.ev belaya ku mi tu caran fikra wê nedikir,hate serê me.eva ku min hez dikir bimrim û nebînim.moxabin hemî rîse me bûne hirî.hêlûna me xirabû.cimhûriya me têk ço.dijmin li ser jiyana me moselet bû.Pêşeva exleb deftera şola xwe de dibû.heger şevê livê neba kesek dayim livê dima heger şûlek mohim hatiba pêş gozarişa vê didane qazî.şevekê ku nobeta min bû.ez livê rûniştibûm.direngî şevê radiyoya Tehranê mijûlê xwendina tilgrafa Dr. Cavîd bi xatira hatina ertêşa Şahenşahî bi tevrêzê bu. Û Iilam kir ku seranê motecasêrê Azerbaycanê (Pîşevrî)reyscimhûr hilat.bê bihîstna vê xeberê ez kêm mabûm dîn bim.çonko ev gelik qudrtmend bûn.û hevpeymanê me bûn.me çi cara bavir nedikir ku Azerbaycanê re hemilê bidne me.heta pêşeverî bo harîkariya kurda leşkerek fedayî rêkirbûne bajarê Seqizê.Min vê şevê xebr da Qazî.Qazî destûr da her vê Şevê endamê komîta bilinde hizbê levxirbin.hemû xirbûn ez jî livê bûm.vê şevê peymanek imza bû ku hikûmeta kurdistanê di beranberî Îranê dibe şer bike û sînorê Kurdistan li dijmina biparêze.Dema dibe sibe yek li endamê komîta bilnde hizbê ku şevê nav celesê de bû li Mehabadê direve.Qazî dema vê xeberê dizane.peymana şevê batil dike.birayê wî Sedr Qazî ku nonerê parlimana Îranêye diçe Tehranê û livê tê girtin û paşan ertêş tev xwe tine Mehabadê.Qazî her li vê rojê de destûr dide pêşmerga li sînora paşte bizivirin.pêşmerge paşte tên.tinê nav Mangora de teqe teqek çêdibe.û fedaîyê ku hatibûne yarîkariya kurda bê ser man û hatne şêlandin.Ez dayim tev Qazî bûm.vê rujê Qazî nigeran bû.çire dibe hikûmeta Azerbaycanê şevkê de li beyin biçe.û çi kesê jî hicûm van re ne aniye.Pîşeverî dibe boçi bireve.Qazî li gûndê Hemam de li gel fermandê ertêşa Şah milaqatê dike.ez hingê livê nabûm.17ê meha disambira 1946ê devleta kurda paşî salekê istqlala xwe bê teqndina fîşengekê teslîmî ertêşa Şah bû.hinek lîderê hizbê xwe li gûndê dor û berê bajarê Mehabatê veşartin.û hinek din mane nav şeher ku bêne girtin.ez jî çome xanqaya Şemsê birhanê.û live xalê min Şêx Mohemed ez wêşartim.ez xaneqayê de bûm ku min xebera girtina Qazî û hevalên vî yên devletî û hizbî bihîst.min kesek rêkire pê Hejar ku belke em şolekê bikin. Min nekarî ez wî peyda kim evî jî xwe veşartibû.Nexweşiya Tîfoyê gundê Xanqayê girtibû.çend miriv jî koştin. Min carek din jî ev nexweşîn girtibû.û ez gelik livê nexweşiyê ditirsiyam.dibêjin heger miriv li tiştikê bitirse dê bê sere miriv.ez jî bi vê nexweşiyê ketim. Ne derman bû ne duxtor.zistan bû û befrekî zehf û sirkî bêdayîk.ez du mehê temam ketme nav nivînê.sipî ketne serê min.kevlê bedenê min livîna ve dinûsya.elqise ez carkedin lepê izrayîl veresiyam.Dema ku ez pîcekê baş bûm.befir hêdî hêdî dibûne av. Rêke divebûn.me kesek rêkir ku xeberkê mere bîne.ço û hat.ji me re got.dibêjin rêkê bajarê Mehbadê hemî girêdayîne.û çi kes nikare here şeher yan li şeher bê der.ema dibên, ku pêşeva şihîd kirine.demek pêneço ku me bi yeqîn zanî ku Pêşeva û birayê wî Sedr û kurmamê wî Sêyfi li meydan Çar Çirayê Mehabadê dare dane.û hatine şihîd kirin.Sê roja paşî şihîd kirina Pêşeva Qazî Mohemed li roja sêzidebiderê min qefesê de firda.gel mirivkî zehmetkêş û hevalkî hizbî,rêka Başûra kurdistanê da pêşya xwe.kêmtir li du rojan me sînorê rojhilatê pişt serê xwe ve hêla.em gihîştine bajarê Qeladizê.hêj em negihîştibûne nav bazara şeher bi ser û veza me re polîs zanî ku em xelkê Îraqê ninin.em kiribûne sîn soal û cîm civab.ema mela û hacîkê bêy ku me binasin em li dest polîs xilas kirin.em ber mar hilatibûn çobûne devê ijdiha de.Mela gelik hez dikir min nas ke.heger çi min hez nedikir ku min binase.ema min xwe bi wî da nasandin.diyar bû mela li dûr ve navbangê min bihîstibû.wê şevî gelik hirmeta me girt.em hicra feqiya de razan.min hez dikir ku Zebîhî,Hejar û Dilşad bibînm.min şirîkê xwe rê êxist.ev ço ez mame bal heman mamosta û ez carkedin bûme feqî.Mela gotibû mi nabe xwe nîşanî kesê bidî.dê tebigirin.bes baştirîn cî bo min hicra feqiya bû û baştirîn şol feqîtî bû.midet kê pê ço.veza Îranê jî kêmekê baş bû.min got xo ez lêre jî her qaçaxim û dizîve dijîm.çi baştir ku ez biçme welatê xwe û li nav çiyaê vê de bi dizîka bijîm.Ez carke din ser xwe de vegerya û min qesta Rojhilatê kir.dema ku min carek din çiyayê welatê xwe dîtin,min dest bi nivîsîna helbesta xwe ya( Bihar) kir.min gelik hej vê helbestê kir.û ev baştirîn helbesta min bû.li nav çiya da çavê min nekete polîs û jandarma.bê derd û ser ez gihîştime gundê xwe.Ez hivya şevê bûm.ku tarîtiyê de herme mala xwe.ez yeksere çome pişta derê oda babe xwe û min guhê xwe da van. Eve cara evilîn bû ku min li pişta der guhê xwe dida keskê.û babe min bi vê şolê nerazî bû.û hez nedikir kesek xwe veşêre.keyfa babe min falikvekirinê nedihat.heger çi ev şola li gundê me de mersûm bû.ema jinkê mala me tirsê babe mi de nedivêran xwe re falika veken.dema kona der re min temaşeyî nav male kir, mi dît ku ev mirvê ku tev min hatibû Îraqê û rahnimayê min bû lali babe mine.babê mi li bara ciyê min lê dipirse, û ev nabêje.dêje babê min min qol dayîyê wî nikarim kesê re bijim heta dê û babe vî re.min zanî ku li nav zehmetkêşan da gelik mirivê qabil iitimad hene.ku dikarin gelê xwe biparêzin.ez ber vê hindê nave vî nabem çonko ez nizanim miriye yan maye.heger mabe dê derdiser vî re çêbe.ev li hizba komelê bû.Min nekarî ez pêşiya xwe bigirim.ez çome jor, dê û babê min heyirî man. Dayika min ez dame besîngê xwe.û zikek têr ez maçî kirm.babê min,mirovek bo ku tu caran lali zarukê xwe,xwe nerihet nîşan nedida.me tu caran lali vî cigarê nedikêşa.û em çi caran bê emrê vî nedirûniştin. Rondik li çavê vî hatne xar.nekarî qise ket.paşan bû evilîn car li omrê mi de xêr hatin mikir.got kurê min te başkir tu hatî. Devletê efya imûmî daye eşayira.duruste em ne eşîrin.ema em dikarin pê rişvtê li vê qanûnê istifade kin.me hindek mal heye ku em bidin û te pê azad kin.çend roja mal nederkeve heta aw li aş dikeve.Ez mal da mam xeberek nebû.girtiyên zindana azad di bûn.ez jî mijûlî vezêrî û maldariyê bûm.hizba Tûde aşkera dijî impiryalîstê dinivîsî.roj bi roj endamê vê zêde dibûn. Hizba Domikratê hêdî hêdî rih tê ber.û endamê cahêl dest bi karê şorişgêrî dikin.hizba Tûdê nehêla ku endamê hizba domikrat navê vê hizbê carke din bikne Komele.û nave komonîstî pêve bizelqe.carke din jimareyek li kovara Nîştiman çap bû û gihîşte destê min.gotin Hêmin jî dest têde hebûye.ku visa nebû.ber vê hindê hinek ezyeta min kirin.û parê çavê min istandin.ema min nezanî çavan hatiye çap kirin.feqet min bi nivîsînê van re di zanî kêne dinivîsin.jimareyek kovara Rêge jî hate der.û min nûserê vê dît û qevlê hevkariyê dayê. Ema ev modetekî bezir bû.Li 4ê fêvriya 1948ê Nasir Fexrayî li zanîngeha tehranê goleyek avête Şah. Û hindek simbêla vî tiraşî.ema nekarî vî bi koje.ev terore nisbet dane hizba Tûdê.eve bû sebeba xeyrî qanûnî bûna vê li Îranê.seranê hizbê hatne girtin. Û kovarên van hatne girêdan.ema gelik nekişand ku lîderê hizbê li zindanê hilatin.û kovara van bi dizîve belav dibû.du roj paşî terora Şah ez bi serbestî hatime nav Mehabadê û li xiyavana geryam.ema li tehranê bigîr bigîr bû.paşan li Mehabadê jî dest pê kir.ez carke din mecbûr bûm xwe veşêrim.vê devranê de mi dest bi helbesta (Jivanî Axa)yanî qevla axa kir.Zistana sala 1948ê zû despê bû.zistanekî sar û nexweş.befrekî zor barî bû.li mitrekê zêde.rê li xelkê hatibûne girtin.avê xarinê qerisî bûn.cemaetê befr û bûz diheland û divexar.sotina zistanê kêm bû.heta bihar jî derng hat.befirê nediheliya.tovê dexil bin befrê de rizî.û bû salek nexweş û bê rizq.bû qehtî.çi tişt dest ne diket.gelek birsiya mirin.Evilê bihara vê salê ez çome mizgevta gund,pîre mêrik vir bû.li destê rojgarê dinaliya.mi gotê mamo xêre.got kurê min rojgareke ecîbe.kes guhê xwe nade mezina.çend roje,ez dibême zaryê xwe herin befra nav zevyê kon ken,ku hasila me nerize xeberê mi nakin.mi gotê mamo çavan?got kurê min heger bihar bikeve dereng.befir ser erdê bimîne.tov bin befrê de gerim dibe û bixar(hilmê) dike.çonko ev hilma nikare bin befrê de derkeve.dexl û dan nav hilma xwe de dirize û pûç dibe.heger befra nav zeviyê bê kon kirin.ev hilm û boxar cem tov namîne.li van kona re dê bête der.hasil narize.min xeberê wî kir.min hindek pale gel xwe birne nav zevyê genim.me bi zehmetek gelik karî befra qerisyê biharê bişkênin.ber vê hindê, vê salê li nav hişksaliya mezin da feqet me dexl û dan hebû.Îran vê salê de kete hişksaliyê.verzêran paşê biharek derng,garis çandin.ku bedela genim.bikne nan.ku li birsiya nemrin.ema hişkisaliyê karê xwe kiribû.gelik mirivê feqîr û jar rêkirne ber mirênê.Rûsa vê sale gelik harîkariya Îranê kir. Û gelik genim jêre şand.devletê jî li beyna xelkê lêkivekir.û gundî jî li bîr nebirn.mixabin rişvet û diziya meimûr û zordaran nehêla tiştik baş bigîje destê reben jara.her çend ku ev azûqe li beranberî sicîlê didane xelkê.ema diziya vê jî gelik devlemend kirin.û berîkên van pir li pare kir.Nimûneyek li hezaran,li vê hejariyê li gundê me çêbû ku dilê kevir dike av.û Hêmin nikare nebêje.vê salê evila biharê bû.ez bin dîvar de rûniştibûm,ez nav fikran de bûm.mi pê darkê axa ber pêyê xwe xetxetî dikir.nişkêde çend zarûkê gund hatne balmin.gotin kevxudayê xan jinê dixaze.keçike temîz û xweşkok xwe re peyda kiriye.Min bavir nekir.pêremêrê 80ê salî hevalê babê min û keçekî zarû!axir xo li cahêlîniyê de kes razî nebû bibe jina vî.min gote zaroka nevisaye.gotin belêvelle.eve nav hevşa xwe de rûniştiye û pîremêrek li vêye keça xwe didê.ez bi lez tev zarya çom.mi zanî ku raste.em çone jor.silav kevxuda. Xêre.gote min ev qîza li Meşedî kiriye.kiçekî temîz û tazegihîştî babê vê ecem(azerî) bû çend zarûkê qed û nîmqed jî bal ravestabûn.zer û zilhimî.te çendê kiriye?xwe kenand û got,mi biha (giran)kiriye pûtek(12kîlo)ard.Dilê min agir girt.tevavî bedena mi lerizî.te digot dinya ser sere mi de xirakirne.ber çavê mi tarî bû.mi dilhebû ku li kevxuda bidim.mi xwe girt.mi li Meşedî(meşedî nevê van kesane ku diçine Meşhedê ziyareta Imam Riza)pirsî tu çire vê qîzê difroşî?pê sokora xar û dilekî pir birîn,got: diya vê çend roja ber

Subscribe to comments feed Comments (0 posted):

Post your comment comment

Please enter the code you see in the image:

  • email Email to a friend
  • print Print version
  • Plain text Têkist
Rate this article
4.80
Powered by Vivvo CMS v4.1.6