Laperê Serekî | Hevpeyvîn | Şanoger Kawa şêxê dibêje: Em hewcene ku em klasîkên cîhanê bi Kurdî bibînin li ser sehnê ... Hevpeyvîn: Hozan Emîn

Şanoger Kawa şêxê dibêje: Em hewcene ku em klasîkên cîhanê bi Kurdî bibînin li ser sehnê ... Hevpeyvîn: Hozan Emîn

Font size: Decrease font Enlarge font
image

 

 

 

 

 

 

 

 

Şanoger û nivîskar Kawa Şêxê ji Başûr, Rojavayê Kurdistanê ye. Di sala 1972 an de, li bajarê Hesekê ji dayik bûye. Ji biçûkatiya xwe de, hez ji hunera şanogeriyê kirye û di ber xwendina xwe re di gel komikên hunerî yên demsalî li gelek deveran xebata beşê şano kirye. Ji sala 1987an de, dest bi xebata Şanogeriya ber fereh kirye. Ev nêzî 7 salan e li Almaniya neştecih bûye û li wir korsên nivîsîna û derhêneriya filman bidawî kiriye.

Kawa Şêxê mirovekî aram e û xwedî îrade ye, zû bi zû li beramber astengiyan naşkê û li ber xwe dide. Aşiqê welatê xwe û gelê xwe ye.

Hunera şano, nivîskariya çîrok û helbestê jî dike , derhêner e û lîstkvan e, welathez e, mirovhez e.

Ji bo çave xwe bi dîtina ala Kurdistanê kil bike; seredana herêma Kurdistanê kir û bû mêvanê Dezgeha Sema. Me ev derfet dît ku em çend pirsan di warê seredana wî ya  Kurdistanê de û pîlan û pirojeyên wî û xebatên wî yên pêşerojê jê bikin!

Em bi xêrhatina we ya Kurdistanê û serdana me dikin. Gelo tu dikarî ji me re behsa serdana xwe bikî?

Mebest ji hatina min, dîtina Kurdistan bû û ez çavên xwe bi dîtina vê bûka ciwan kil bikim û bi bilind bûna ala me şa kawa_s3_469065317.jpgbibim, piştî hewqas zilm û zoriyê û salên ku bi zehmet borîn me dîtin. Ev sedema jatina min ya Kurdistanê bû, û sedema serdana min ya Dezgeha Sema Kurd ev bû; min gelek carî gotiye û car din ez ê dubare bikim, serdana vê Dezgehê wacibek e (erkek e) li ser min. Gerek e ku em vê xebata baş û pîroz ya ku dezgeh dike bibînin û sipas bikin. Ez deyndarê vê dezgehê me ku yekemîn pirtûka min ya Kurdî li vê dezgehê hate çap kirin, ji ber vê jî deverên herî giring ku di pîlana min de bû, wexta min berê xwe da Kurdistanê ziyareta vê dezgehê bû.

Ez spasiya we û her weha spasiya birêz Arif Remezan dikim ku we ez kirim mêvanê xwe û her weha li ser navê xwe û hevalên me yên ku pirtûkên wan li dezgeha we çap bûne dîsa spas dikim. û her weha ez  vê xebata we pîroz dikim, ku ev xebata we nayê jibîr kirin!

 

 

Te gelek dam û dezgehanên ragihandinê ziyaret kirin, tu dikarî  behsa wan hevdû dîtinan bike?

Ez li balafirgeha Silêmaniyê daketim û ji wir min dest bi gera xwe kir. Li Silêmaniyê min hinek têkilî bi heval û rojnameyan kawa_s2_959090388.jpgre danî. Gelek hevpeyvîn bi min re ji aliyê rojnameyan ve hatin kirin wekî; Aso, Hêvî, Hewlatî û Melodî hwd... û her weha li Televizyona Gelê Kurdistan beşdarî bernameya kak Mihemed Hesko ya Barav, bûm. Piştre hatim Hewlêrê û li wir jî bûme mêvanê Bingeha Laleş, mêvanê birêz Şêx Îdo Baba Şêx. Paşê min serdana bingeha Laleş kir û hevpeyvînek bi rojname û Radyoya Çiyayê Şingal re pêk anî. Û her wisa çûma serdana Laleşa Nûranî û min wextekî xweş lê derbas kir. Di nav Kurdên Êzîdî û kultura wan ya kevnar de, bû me mêvanê Bavê Şêx. û paşê jî hatim Duhokê. Li Duhokê jî bûm mêvanê Dezgeha Sema û radyoya Duhokê.

Di nav vê geryana xwe de ez çûm gelek şûn û warên ku min tişt li ser wan zanîbûn yên wekî; Helebçe, Hebsa Sorê (zindana karesata mehkûmên Kurda li Silêmaniyê), keleha Hewlêr, Laleşa Nûranî û gelek mizgeftên ku bi navdarên Kurd tên nas kirin.

Ez çûm Maxmûran û di nava kurdên penaber de û shervanên azadiyê de, ez du rojan mam, ew herdû rojên herî xwesh bûn ji boy min. Ji ber ku tevî zehmetiya rewşê, şert û mercên jiyanê, dîsa jî bêhna Berxwedanê ji her deverê dihat.

Têbiniyên te li ser vê çavdêriyê çibûn?

Ez ê bi kurtî bibêjim. Min welatekî xweşik û ciwan dît ku hewceyî xwedîlêderketinê ye. Em Kurd em nikarin wekî welatê kawa_s4_441139167.jpgderdorê bin, wekî kurd û hemwelatiyên vî welatî; hewceyî zêdetir xebatê ne. Divê em zêdetir kedê li welatê xwe bidin.

Wekî rexne jî ez ê vî tiştî bêjim, tevî ku ez bi çavê pozîtîv li her tiştî dinerim, lê seatên kar kêm in, û kargerî jî bi sistî tê meşandin. Di seatên kar de kargerek bi rehetî dikare deriyê xwe kilît bike û here. Welatê me ji ber ku nû ava dibe zêdetir haceyî westanê ye, û divê zêdetir kar û fedekarî tê de bê kirin. Heta berî çend salan ji çiyê em daketine, em di bin şer, kuştin, enfal, zîndan û kîmyabaran de bûn. Em xwe wisa bi vê rihetiyê zû bi zû bernedin û nebêjin ev dawî ye! Giring e em vê xweşiya xwe biparêz in û pêşde bibin.

Baş e berhem, xebat û çalakiyên te wekî hunermend û şanoger li Ewrûpa çawa dimeşe, çi çalakî û xebatên we ji bo şanoya Kurdî hene?

Wekî şanoger, ji ber peydakirina grupa li wir gelek zehmet e, ez ligel grupên din ên hazir alîkariya wan dikim. Ez tekstê şanoyê dinvîsim. Heta vêga min 6 heb deqê şanoyê hazir kirine û hewl didim ku ji wan re çareseriyê bibinim ji bo cape. Wekî pîlan ev rojên ku li pêşiya me ne. Her wisa nivîsandin berdewam e. Min pirtûkek çîrokan û her weha yek jî helbestê jî hazir kiriye. Lê ji xeynî van jî kursên sînema di warê derhênerî lîstikvanî û nivîsîna senaryo jî min bi dawî kiriye. Min hinek senaryo nivîsandine ji bo filîman û ew senaryo hewceyî xwedîlêderketinê ne, heta ku em bikaribin wan senaryoyan derxînin ronahiyê. Xebat bi giştî ev e, di warê nivîsîn, sînema û şanoyê de. Dema pêşiyê de bi riya dezgehên wekî Hikûmeta Herêma Kurdistan an jî yên din ku li vê meselê xwedî derkevin em dikarin şanoya Kurdî vejînin, ji bo em bikaribin berhemên wisa ji dîrokê re bihêlin ku bên çêkirin.

Tu asta şanoya Kurdî ya îro çawa dinirxînî?

Mixabin, şanoya Kurdî gelek lawaz e. Sedema sereke jî ew e ku şanogerê Kurd mecbûr e ji bo debara xwe karê din bike û hindikek dem ji şanore dimîne. Bi sala ye ku me şanogerya Kurdî kiriye, lê xebatek demsalî jê re tê gotin. Piştî demsal diqede her lîstikvanek bi alîkve dice û ji hev belav  dibin. Tu yê bêjî de va Newroz hat û tê hewl bidî ji nû ve car din komê li hev bicîvînî ji bo hatina Newrozê. Li Ewrûp jî, her yek li şûnwarekî ye, heqê hatin û çûnê û mesrefên din, her kesek nikare bide. Heger carekê da jî berdewamiya wê zehmet e. Ancax dezgeh dikarin bi van karan rabin. Ez dikarim bêjim ku; heyanî vêga bi zimanê Kurdî şanoyên cîhanî nehatiye pêşkêş kirin, şanoyên wekî yên Şekspîr ku şanoyên wî bi hemû zimanan hatine pêşkêş kirin, ji xeynî me Kurdan. Bi hemî zimanî, çi qels û çi xurt be jî hatiye pêşkêş kirin ji xeynî Kurdan. Bi taybet jî bi zaravayê kurmancî de ev xebat nehatine kirin, dibe ku Soran di vî warî de hinekî baştir bin. Lê ez bi kurmancî dibêjim. Em hewcene ku em van klasîkên cîhanê bibînin li ser sehnê, ji ber ewana dibistanin ne, em wan nebînin em nikarin derbasî şanoya nûjen bibin. Nû li ser kevin tên ava kirin, em hewce ne ku Şekspîr, Brecht û yên Rûsî û yên ingilîzî, bibînin û bi wê riyê yên Kurdî bi pêş bixin.

Pirtûka te ya ku ji aliyê Sema Kurd ve hatibû çap kirin ya bi navê, ‘Derî Venek e’ tu dixwazî bi nameya wê çi rabigihînî?

derii_810350340.jpgHonandina pirtûkê giring e ku pê her pirtûkek bê xwendin û her wisa xwendina pirtûkê gelek giring e, miletên dinyayê hemû bi xwendinê pêş dikevin. Di vê pirtûkê de em gavekê bi ber aşîtiyê ve davêjin di nav Kurd û Tirkan ve. Min di sala 2006an de nivîsiye. Ez dibêjim, heger aşitî çêbû, hinek derî hene, heger tu vekî; li pişt wan golê xwînê hene! Ew xwîna hanê em ê çawa bidin jibîr kirin. Gelo gerek e em jibîr bikin, an em ber çav bihêlin heyanî ku baweriya me bi dijminê me neyê. Hezar rengên van pirsan di wir re derbas dibe. Têkilîk di navbera girtî û celadeke berê de, ew celad îro bi navê aşîtiyê diaxive û îro dibêje ez aşîtiyê dixwazim, dibêje ez poşman im. Gelo ew kesên li ber dergehê zînadanan, gardiyan wê bêjin em poşan in? gelo wê çawa karibin dilê dayîkên ku zaroyên wan bi destê wan celadan hatine kuştin; safî biin. Pirsa min di vê şanoyê de ew e û dibêjim; derî venek e. Gelo em ê çilo vê biratiyê bi rêve bibin? Derî li wê pirsê gereke vebe, an venebe? Gelo bila ew deriyê di navbera van herdu miletan de vebe an venebe? Ez derî li van pirsan tevde di vê şanoyê de vedikim. Min nexwest cewaba van pirsan mubaşir bidim, dixwazim xwendevan tê de lê bigere û bixwe bibîne.

Gelo çi pîlan û projeyên te hene di pêşerojê de?

Pîlanê min birastî pir in. Ji ber bi sala ye dixebitim. Min gelek projeyên xwe bi xwe re anîn Kurdistanê jî ku em pêk bînin kawa_s5_227355443.jpgû min hewildanên xwe pêk anîn û çênebû. Lê ez ê hewla xwe berdewam bikim û her û her ez ê tê bikoşim. Ez destê xwe hilnadim û teslîm nabim. Ji bo pêkanîna wan ez ê her hewl bidim.

Di warê çap û nivîsandinê de 6 şanoyên min hene, her dido ji wan dikarin bibin yek pirtûk û ji bo çapê hazir in. Her weha ya çîrok û helbestan jî. Me li Almanya grupek şano di sala 2007an ve ava kiriye û em provayên xwe dikin, ji ber sedemên aborî em sekinîn, lê ez ê hewl bidin ku em dîsa aktîv bibin. Di warê sînema û filîm kişandinê de min hin proje bi xwe re anî ne. Ji van du heb rêze filmin ya; ‘Daro û Naro’ û ya din jî ‘Kenê Şikestî’ ne. Ez ê hewl bidim bi hinek dezgehan bidim qebul kirin. Her wisa li ser rewşa miletê kurd min senaryo nivîsandine bi taybet li ser rewşa Kurdên li Ewrûpa. Yek jê; ‘Dîlana Li Ser Pîzota’, li ser rewşa jinêye. ‘Şopa Leylanê’ bi vê jî li Ewrûpa mirov bi pey şewqa wê dikevin û mirov dixwaze here vexwe lê derdikeve Leylan. ‘Neqşek dîrokî’, ew jî min ji bo mamoste Şivan Perwer hazir kiriye, hîna em li ser neaxivîne, dibe ku were qebûl kirin ji hêla wî ve. Her weha Filîmek li ser komkujiya Girezêr ya miletê Êzîdiya. Li wê der bi navê; ‘ Qidamê Bi Şekir’ ew jî filîmekî drama ye û her weha filîmekî din jî li ser Adet û Kultura Êzîdiyan min hazir kiriye bi navê ‘Fermana dawî’ ku pê rexna qelen di nav miletê Êzîdî de dikim, ji ber li Ewrûpa mebesta qelen standinê ji hedê xwe derketiye û bûye ticaret û bazirganî.

Em spasiya te dikin û heger peyvek te yî dawî hebe?

Ez bi vê hatina xwe ya Kurdistanê gelek kêfxweş û bextewar bûm. Li serê çiyayên Kurdistanê ez dinêrim ku ala Kurdistanê li ba dibe, dilê me jî ji keyfa re lib a dibe. Nizanim hestê xwe çawa bînim ziman. Wekî min di destpêkê de jî gotî, bêtir xebat û ked lazim e ku em bikaribin di demek kin de xwe bigihînin welatên din. Heger em Kurd, dîrok vegere rola xwe ya rastî bi mere bileyîze, em Kurd dê miletên Rojhilata Navîn tevdî bi rêve bibin bi kêmanî di warê çand û edebiyatê de. Ev miletê ku em pesnê wî didin vegere rastiya xwe û ked û xebata xwe. Em ne yê seyran û govendê ne, em van jî bikin lê em zêdetir bixebitin. Divê em li xwe hay bibin û di nav serxweşiya xweşiyê de van destkeftiya ji dest xwe bernedin. Û her wisa gelek spasiya vê dezgeha hanê dikim ji bo xebata we ku hêjayî rêzgirtinê ye. Yên ku pirtûkên wan ji vî dezgehî derdikevin tu lê dinere ku ne bi armancek siyasî, olî û armancên şexsî an jî armancek bazirganî heye. Xebatek sedî sed netewî û kurdewarî ye. Silav û rêzê min ji bo te û ji bo birêz Arif Remezan hene. Spasiya we dikim û serkeftin û berdewamiyê ji we re dixwazim.         

 

Subscribe to comments feed Comments (0 posted):

Post your comment comment

Please enter the code you see in the image:

  • email Email to a friend
  • print Print version
  • Plain text Têkist
Rate this article
5.00
Powered by Vivvo CMS v4.1.6