Laperê Serekî | Hevpeyvîn | Rewşa Çapemeniya Kurdî û Azadiya Welat

Rewşa Çapemeniya Kurdî û Azadiya Welat

Font size: Decrease font Enlarge font
image Gerînendeyê Azadiya Welat, Tayîp Temel

 

 

 

 

 

 

 

 

Rojnameya Welat, Welatê me û Azadiya Welat berdewama hev in. Li hemberî sansûra dewleta Turkiyê, dadgehkirin, kûştin, astengiyên belavkirinê, bi israr bi zimanê me yê xweş, bi kurdî jiyana xwe didomîne.

Rojnamê, berî nuha biryarek dîrokî da û gav bi gav xwe ji Anatoliayê bi dûr xist, navenda xwe barkir dilê Kurdistanê, bajarê Amedê.

Di demek wisa de, ku li bakurê welêt pêşketinên mezin pêk tên û Turkiyê, jibo çareserkirina pirsgirêka Doza Kurdan dixwaze gavên demokratîk bavêje, Yekîtiya Ewropayê jî bi erênî helwêsta Turkiyê dinirîxne, pir giring e ku mirov ji nêz ve rewşa çapemeniya kurdî binirxîne.
Jibo pêşketina demokrasî û mafê mirovan, rola azadiya hizirkirinê pir giring e. Çapemeniya bi kurdî ya azad di dema qonaxa aştiyê de dikare rolek erênî bilîze. Lewma di demek wisa de, dîtina niwênerên çapemeniya kurdî li bakurê welat, dikare ji gelek awiran ve ji me re bibe alîkar û me li ser pirsên cewaz ronî bike.

Me li ser navê EuroKurd Human Rights ê xwe gehand Gerînendeyê Azadiya Welat birêz Tayip Temel. Me, bi rêya pirsên xwe û bersivên birêz Temel, hewil da ku awirek ji ”rewşa Çapemeniya Kurdî û Azadiya Welat” ji duhî hetanî îro pêşkêşî raya giştî bikin.

Amadekar: Gabar Çiyan / Mistefa Cizîrî

- Ji kerema xwe re, xwe ji xwendevanên me re bide nasîn: Tayip Temel kî ye?


Tayip Temel: Ez bi tenê welatparêzek û rojnamegerekî kurd im û niha jî di Azadiya Welat de kar dikim. Di çarçoveya ku layîq hatim dîtin de min berpirsyariya weşanê ya Azadiya Welat ku ez wê wekî xebateke muqades dibînim kir û niha jî wî karê xwe didomînim. Lê beriya her tiştî ciwanekî ku bi giyan, ruh û nêrînên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi xwe hesiyayî me.

- Bi qasî em zanin, rojnameya we berdewama Welat û Welatê Me ye. Em dixwazin li ser qonaxa weşana hersê rojnameyan kur bibin…


T. Temel: Rojnameya Azadiya Welat li ser kevneşopiya Rojnameya Welat a ku di 1992’yê de dest bi weşana xwe kirî, ava bûye. Piştî ku Welat ji aliyê dewletê ve di sala 1994'an de hate girtin, Welatê Me bi qasî 6 mehan weşan kir û ew jî hate girtin. Ji sala 1994'an heta 2003'yan Azadiya WELAT li ser heman kevneşopiyê weşana xwe domand.

Piştre biryar da ku bê welat û navenda xwe anî Amedê. Bi tevahî heta tebaxa 2006'an 554 hejmar bi awayekî heftane derketin. Azadiya Welat li hemû Kurdistanê rojnameya herî domdirêj e ya ku heta niha derketiye. Di nava 12 salan de ji sedî zêdetir doz lê hatin vekirin. Gelek dozên ku hatin e vekirin ji ber wêneyan hatin vekirin. Di 15’ê Tebaxa 2006’ê de dest bi weşana xwe ya rojane kir û heta niha 4 caran her carê ji bo mehekê ji aliyê dewletê ve hatiye girtin. Ango 4 mehan derneketiye an jî bi navekî din weşana xwe domandiye. Heta niha 995 hejmar derketine û weşana xwe didomîne. Hejmara dozên ku lê hatiye vekirin ew qas zêde ye ku êdî nayê zanîn. Her midûr encax hejmara dozên ku li wî tê vekirin dizane.

- Weşandina rojnameyek kurdî li Stembolê û peydekirina çarçoveyek qanûnî jibo domandina Welat çawa pêk hatibû? Di pratîkê de nêzîkbûna hêzên dewletê çawa bû? Hetanî rojnameya Welat rawestiya li dijî rojnamê dawe hatin vekirin an na? Cezeyên ji rojname û xebatkarên wê re hate xwestin çiqas bû? Kesên hatin girtin û bûne qûrban hene an
na?


T. Temel: Wê demê bi awayekî neqanûnî dewletê çav li rojnameya kurdî digirt. Ango di dadgehan de jî hebûna rojnameya kurdî qebûl nedikir. Lê bi pênaseya ‘bi zimanekî nayê fêmkirin propagandaya rêxistinê kiriye’ doz lê dihatin vekirin. Dewletê digot; ‘nayê xwendin û lewre ne hewce ye ku em bi ser de biçin’. Li gorî agahiyên hevalên wê demê dixebitîn kêm doz li Welat hatin vekirin, lê ew dawiyê hate girtin. Gelek midûr û berpirsên hiqûqî ji ber doz û lêpirsînan an ketin girtîgehan an jî neçar man ku derkevin derveyî welat.

- Piştî rawestina Welat, Welatê Me dest pê kir. Destpêkirina rojnameyek wisan, û berdewama Welat helwestek çawa li cem hêzên dewletê di pratîkê pêk anî? Hetanî rojnameya Welatê Me rawestiya li dijî rojnamê dawe hatin vekirin an na? Cezeyên ji rojname û xebatkarên wê re hate xwestin çiqas bû? Kesên hatin girtin û bûne qûrban hene an na?


T. Temel: Jixwe bi armanca girtinê dewletê xwest ku ev kar bê rawestandin. Lê biryar û israrar rojnamegerên kurd ên wê demê rê li ber weşana Welatê Me vekir. Ango helwesta dewletê ya li hemberî Welat li hemberî Welatê me jî dewam kir. Tiştek neguherî. Belkî dijwartir çûn ser wê.

- Azadiya Welat biryara da ku jiyana xwe ne li Stenbolê, lê li Amedê bidomîne. Nêzîkbûna kurdan ji bo vê gava we çawa bû? Di nêzîkbûn û helwêsta hêzên dewletê de çi guhertin pêk hat? Hetanî nuha helwêst û kirinên neyênî yên navgînên dewletê (dadgeh, polis ûhwd) li dijî we çawa ye?


T. Temel: Nêzîkbûna kurdan ew qas baş bû ku çawa hatina Azadiya Welat bû nûçe bi rojan sazî ji mêvanan vala nebû. Ango kêfxweşî û şadiyeke mezin nîşan dan. Heta mirov dema me biryar da ku em rojane derxînin li ber avahiya rojnameyê ya li Huzurevlerî tenurek heye û dayîk nan lêdidin. Her dayika ku nan lê dida para Azadiya Welat tanî. Hefteyekî wisa derbas bû.
Dewletê, bi taybetî polîs, dadger û yên din bawer nedikir ku rojnameyeke wisa li Tirkiyeyê derdikeve. Ango Stenbol û dewleta li wir hîn bûbû lê yên Amedê qebûl nedikir û hezim nedikir ku tiştekî wisa çêbe an jî hebe.

- Îdîayên dewletê li dijî we, di dagehan de çi ne? Dîtina we li ser îdîayên wan çiye?

T. Temel: Îdayên dewletê li ser me ew in ku rojnameya me di nûçeyên xwe de propagandaya PKK’ê dike. Ango berdevkiya polîtîkayên wê dike. Ev îdia ne rast in. Ji ber ku PKK Tevgera Herî mezin a Siyasî ya Kurd e. Rojnameyeke bi kurdî jî neçar e ku pêşveçûnên wê bibîne û bike nûçe. Ango her tiştê ku PKK dike bi milyonan kurdan eleqedar dike û lewre jî nûçe ye. Ji ber vê yekê jî em bi dilrehetî û zanebûn van nûçeyan didin. Heta ji bo me nêrînên pêşengên PKK’ê gelek girîng in. Lewre em cih didin nivîsên wan jî.

- Belavkirina rojnamê berî nuha ji ber sedema têkçûna peymana we û şîrketa belavkirinê rawestiyabû…


T. Temel: Şîrketa belavkirinê ji bo ku rojnameya me belav neke her tişt kir. Şertê ku ji rojnameyên difiroşe ji sedî 30 û her wiha her meh 5 hezar TL pere em bidinê. Demekê me wisa belav kir. Ew şaş man dema me got erê. Çimkî wan digot belkî em bêjin ‘na’. Piştî demekê Xwediya Şîrketa me Emîne Demîr peywir dewrî Ozan Kilinç kir û lewre peyman betal bû. Piştre alozî astengî derxistin hevdîtin didomin.
Rewşa aborî ser bi ser e. Heta tîraj 15 hezar çap dibin û 12 hezar tê belavkirin. Ev tîraj lêçûnên kaxizê jî nabersivîne. Lê bi alîkariya reklam û îlanan valahiya heyî carna tê dagirtin. Carna jî em piştgiriyê ji xwendevanênxwe dixwazin.

- Di çarçoveya berendamtiya Turkiyê bo Yekîtiya Ewropayê û guhertinên li Turkiyê ji awira azadiya raman û weşanên kurdî de:
Ji dema Welat, Welatê Me û hetanî roja me, ji bo ku rê ji bo azadiya raman û weşanên kurdî bi fermî pêk were çi guhertin li Turkiyê pêk hat? Li aliyekî TRT6 bi kurdî weşanê dike, li aliyê din li zindana kurdî qedexe ye. Di pratîkê de îro rewş çawa ye?
Tehdîta herî mezin li pêşiya we çine? Tehdît çawa têne bikaranîn? Pirs çawa dikare bê çareserkirin?
Di çarçoveya piştgiriya weşan, ziman û çanda kurdî hetanî nuha ji aliyê dewletê alîkariya aborî gihiştiye we an na? Xwestinek wisa , bi rêya projeyan hatiye pêşkêşkirin an na? Dîtina te li ser pirsê çiye?
Hûn nêzîkbûna Yekîtiya Ewropayê û Emerîkayê li parastina zimanê kurdî, azadiya raman û weşanên kurdî çawa dinirxînin? Hêviyên we ji wan çi ne?


T. Temel: Ji dema Welat, Welatê Me û heta îro ji bo weşangeriya kurdî hin guhertin çêbûn. Lê divê em baş binav bikin ku ew guhertin ne ji bo xêrê ne. Berê rojnameyên kurdî derdiketin û dewletê kurdî qebûl nedikir. Ango digot; ’rojnameyeke ku bi zimanekî nayê zanîn hatiye derxistin’. Pênaseya wan ev bû berê. Lê niha wekî ziman; ’kurdî’ qebûl dikin lê di qanûnan de hê jî qedexe ye. Ango TRT 6 bi kurdî weşanê dike, lê di rêziknameya TRT’ê de dibêje weşanên bi zaravayên herêmî. Ango ’kurdî’ hêj jî tune tê hesibandin. Berê rojnameyên kurdî dihatin berhevkirin û doz lê dihat vekirin, lê niha ji bo mehekê heta salekê bi biryara dadgehekê dikarin bên girtin. Vê yekê jî di çarçoveya TMK (Qanûna Antî Teror) dikin. Wezaret daxuyanî dide ku êdî di girtîgehan de bu kurdî dikare bê axaftin. Lê midûriyeta girtîgehê bi giştînameyekê dikare bi hinceta ewlehiyê vê yekê qedexe bike.

Tehdîda herî mezin ew e ku qanûnên çapemeniyê yên Tirkiyeyê antî-demokratîk in û ev aliyên antîdemokratîk tenê li hemberî çapemeniya kurd tên bikaranîn û lewre jî saziyên din ên çapemeniyê vê rastiyê dizanin lê bandorê li wan nakin û lewre bertekek li hemberî vê yekê tune ye.

Tu hêviyên min ji Amerîka û Yekitiya Ewropayê tune ne ku ji bo parastina ziman û weşangeriya kurdî tiştekî bikin. Durû nêzî meseleyê dibin û ji bo dewletê, li hemberî kurdan her tiştî meşrû dibînin...

- Armanca we ji derêxistin û berdewamkirina rojnameyek kurdî çi ye?

 
T. Temel: Dema Azadiya Welat dest bi weşana rojane kir, me got 'an em ê bi ser bikevin an jî em ê pir xirab têk biçin. Lê diviya ji cihekê me destpê kiriba. Ji ber ku kurd nebûbûn xwedî rojnameyeke rojane ya bi kurdî. Ez her tim dibêjim; mafê kurdan bû jî ku bi taştêya serê sibehê rojnameya xwe jî bigirin û bi zimanê xwe bixwînin. Ji roja ku me dest bi weşana rojane kirî û heta îro gelek pêşkeftin hene. Wê demê 7 hezar dihat firotin, niha gihiştiye 13 an jî 14 hezarê. Ev ji bo kurdan hejmarake mezin e. Çimkî li Tirkiyeyê kurdî hê jî qedexe ye. Sedema israra me ya berdewamkirinê ew e ku em vî zimanî ku bi tunebûnê re rû bi rû maye bikin zimanê rojnamegerî û ragihandina rojane. Ev pir girîng e ji bo parastina zimanekî. Hewldanên me berxwedaneke li hemberî polîtikayên dewletê yên asîmilasyonê.

EuroKurd News – eurokurd-net

31 Oct 2009

 

Subscribe to comments feed Comments (0 posted):

Post your comment comment

Please enter the code you see in the image:

  • email Email to a friend
  • print Print version
  • Plain text Têkist
Rate this article
0
Powered by Vivvo CMS v4.1.6