Mezher Xaliqî: Şerê Me Şerekî Kulturî Ye!
Enstîtuya Kelepûrê Kurdî di sala 2003’a de piştî rûxandina rejîma Baas li Silêmanî damezriyaye. Dû re di sala 2005’an de li bajarê Kerkûkê, di sala 2006’an de li Duhokê û li çend bajarokên din şaxên wê hatine vekirin. Hewl didin ku li Hewlêrê jî şaxekî vekin. Niha jî li her sê parçeyên din yê Kurdistanê –Bakur, Rojava, Rojhilat- nûnerên wan hene. Dixwazin ku li hemû dever û herêmên Kurdistanê çanda kurdî kom bikin û paşê jî di navendekê de arşîv bikin. Heta niha bi kurdiya jêrîn û jorîn nêzîkî 80 pirtûk çap kirine û her wiha 15 berhemên mûzîkê jî derxistine.Di derbarê gelek pirsan de rêveberê giştî yê Enstîtûya Kelepûra Kurdî hêja Mezher Xaliqî bersiva Rûdawê da.
Kekê Mezher, armanc û hedefên Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ya bingehîn çi ne?
Amancî enstîtut, dananî sentereke be nawî arşîvî kulturî zarekî neteweyîy kurde bo parastin û perepêdanî (pêşxistin) kultur û kelepûrî kurd. Em arşîve le dahatû (pêşeroj) da debêt (divê) rolî senterî lêkolînewe û zanyarî kulturî zarekî kurd bibînêt.
Ji bo civakekî kelepor çima ew çend girîng e?
Kultur û kelepûrî her gelêk le cîhan da nasnamey neteweyî ew gele ye. Ême le her parçekey Kurdistan tûşî împeretoriye regezperestekan (nijadperest) bûyîn û yekem dijayetî dagirkeran dijayetî legel kultur û ferhengî gelî kurd bûwa, boye rê le bikarhênanî ziman û dab û nerît û hest û nestman girtûwa. Le ber ewe eger bimanewêt (em bixwazin) wekû neteweyî kurd bimênînewe debêt (divê) xawenî ferheng û hest û nestî neteweyî xoman bîn. Heke na le naw gelanî nawçeke da dihelin (assîmîle debin).
Li gorî we kelepora(zargotin) Kurdî divê bi kîjan rê û rêbazan bê berhevkirin û çapkirin?
Xoşbextane emro teknîk û teknolojî, karî komkirdin û tomarkirdin û çap û bilawkirdinewey (çap û weşandin) asan kirdûwa, belam le layekî dîkewe eger “dest û bird” nekeyn (destê xwe sivik nekin) le komkirin û parastinî û mawey eweman le layen hikumetewe nebêt bo bekarhênanî kultur û dab û nerîtman (orf û adetên me) bêguman berebere be têperbûnî (bihurîn) zeman feramoş debêt (ji bîr diçe) û kulturî regezî dagirker zal debêt.
Enstîtûya we di geşedana çanda kurdî de roleke çawa dilîze? Di vê hêlê de xeyala we çi ye?
Kurdistanî başûr tenya beşek le Kurdistan ke detwanîn be kurdî bijîn boye ême erkekî herî girîngman le stûye ke kulturî gelekeman le sê beş da karî li ser bikeyn. Yek; Komkirin, du: Parastin, sê: Geşepêdan. Emê le rastî da ziyatir le biwarî komkirin û parastin da kar dekeyn le ber ewe bergirî bikrêt le fewtan û lebîrçûnewe, her weha ke dezanin kulturî zarekî û dab û nerît eger praktîze ya tomar nekrêt nefewtêt, belam le heman kat da le her mercek da kersey (alav, amûr, navgîn) perepêdanman (pêşxistin) bo ew kareman kirdûwa, wekû nimûne, şimşalî (bilûr) pîre şiwanek legel orkestra klasîk da kompoz kirdûwa û bilawman kirdûwetewe. Karî geşepêdan karekî akademîk û girîng e ke tenya be enstitut nakrêt, wekû operay serburdeyekî xoşewîstî yan lawikek (klam-beyt) yan nûsînewey mêjûy kurd û sûdwergirtin le tekstî lawik û bestekan yan berhemî film û tiyatro le tekste kulturiyekan… Ême le dahatûy nêzîk da deçîne bînay nwê (avahiya nû) ke taybet bo enstitut durist kirawe. Lem bînaye da karî geşepêdan dest pê dekeyn be taybet holî nimayiş (nimandin, nîşandan) û şano û konsert û stûdyoyî deng û rengman debêt (dibe) ke detwanêt kar asanî bikat bo geşepêdanî kulturî gelekeman. Ême bawerîman eweye detwanîn le kulturî dewlemendî gelekeman sûd werbigirîn bo be bepêkewejiyanekî aştîyane (hevrajiyaneke aştîyane) û nasînî ziyadtirî yekdî, alûgorî (danûstandin) sûdbexş kulturî legel gelanî nawçeke (herêm) û cîhan da.
Piştî azadbûna perçeyê Başûr, çi guhertinên mezin di hêla çand û hunerê de çêbûn?
Ême le Kurdistanî başûr bew perî azadî dejîn (heta bêjî bes azad dijîn), belam tenya ême azad nîn, belkû (jê bêhtir) hemû kultur û huner û hest û nestekî xeyrî kurdîş azad e. Bêguman erkî ême zor giran e, debêt kulturî Baas û ew kulturey ke dijayetî kulturî ciyawaz dekat bisrînewe (ji holê rakin), le heman da berberekanî bikeyn le kulturî wilatanî dîke ke netwanet zal (serdest) bêt be ser kulturî gelekeman. Ême agahdarî ewey, katêk azadî bo yekemcar dête wilatewe hendê (hindek) şitî napêwîst legel dêt. Boye yarmetîy ziyatirî hawwilatiyanî dilsoz le her şwênî Kurdistan pêwîst e bo pêkhênanî em arşîve neteweyîye û geşepêdanî le layen hemû hunermendan û şarezayan û nûseran wekû erkekî neteweyî. Prosey (pêvajo) rizgarî kurdistanî başûr le proseyekî azadî Iraq û le nêwan komelêk şik û guman û le pir da (ji nişkê va) hate dî (pêk hat) w gelî kurd, be taybet gelî başûr amadekarî bo nekirdibû boye keresey pêwîstî nebû bo em destkewte mêjûyîye, le ber ewe proseyekî dijwar têperand (borand) û jêrxanî wilatekî kurdî damezrandûwe ke debêt be hawkarî hemelayeneyî (piralî) kulturî parçekanî dîkey Kurdistan hebêt ta ku (da ku) yekîtî kulturî û le encamda yekîtî neteweyîman biparêzîn.
Gelo saziyên çandî yên li Başûr heta çi radeyê dikarin çanda kurdî biparêzin û pêşkêş bikin? Di vê hêlê de çi dikeve ser milê wan?
Be rastî debêt (divê) hemûman bizanîn şerî ême şerekî kulturî û bergirîkirdin le twandinewey (helîn, assîmîlasyon) neteweyek bûwe. Em şere, ke le dabeşkirdinî Kurdistan bo yekemcar le Şerî Çaldiran ke 500 sal lemewber destpê kirdûwe, tenya be Enstitut Kelepûrî Kurd le Kurdistanî başûr nakrêt. Be taybet be hoy bergirîkirdinî kulturî le sê parçeyekey dîkey Kurdistan karekî asan nîye…belam ême sereray (tevî, serbarî) em tenganeye tiwanîwmane (me karî) le hemû parçekan da kesanî dilsoz û kulturnasî kurd peyda biken û hawkarîman deken û arşîvekeman dewlemend kirawe (hatiye kirin). Belam be hîç şêweyek kafî niye û debêt herewezîyekî (zibare) ferhengî û neteweyî le hemû parçekan da dest pê bikeyn pêş lebîrçûnewe û fewtanî kelepûrekeman tomar bikeyn.
Siyasetmedar çi qasî guh didin girîngiya çand û hunerê? Gilî û gazincên we çi ne?
Zîndûkirdinewey kulturek le hîç binke (bingeh) û binemayekî (pîvan) komeleyatî û îdarî nebêt asan niye. Debêt rolî takî gel (ferd, birey) le duristkirdinî wilat û komelgay medenî, parastinî kultur û kelepûrî xoman le bîr nekeyn û hemû ştêk nebestîn (girênedin) be kargêran û siyasetmedaranî wilatewe be taybet êsta le kurdistanî azad da gel detwanêt desthelat û hêzî siyasî helbijêrêt.
Li Başûr bala ciwanan çiqasî li ser çanda kurdî ye?
Ême le Kurdistanî başûr xawenî cîlekî (nifş) gencîn ke tecrûbey rabirdûy kurdyan nedîwe û em cîle cîlî satelayt û internet in, bêguman kulturî be hêzî bêgane (biyanî) be taybet împeretoriye dagirkerekan karî têda kirdûn. Le layêkî dîkeşewe ême wekû hikumetî Kurdistan nemantiwanîwa (me nekariye) pêwîstîye kulturiye neteweyiyekanman bem cîle rabigihînîn boye hikumetî Herêm debêt siyasetî ciddî bo perepêdanî ferhengî neteweman bigritê ber, be taybet le şarezayan û kesayetiye ferhengî û huneriyekanî parçekanî dîkey Kurdistan sûd werbigirêt.
Ji bo ku çand û hunera kurdî di dinyayê de deng vede jê re kîjan gav pêwîst in?
Komelgay cîhanî tînûy (tî, têhniyê) kulturî gelanîtire. Êmey kurd her çend wilatekeman dewlemend û be pêz û bereket e (bi xêr û ber e), kulturîşman her weha dewlemende, belam debêt ême em kulture be şêwey emrojî/îroyîn, amade bikeyn û pêşkeşî gelanî dîkey bikeyn. Bo nimûne, dewa û dermanî kurdî yan xwardin yan hunerî helperkê (govend) û goranî yan jî cil û berg yan corî adap û taqalît (orf û adet)… Hemû ew dab û nerîtaney ke taybetmendî gelî kurd e.
Gelek caran tê rexnekirin ku çand û mûzîka kurdî li Başûr gelekî di bin bandora çanda ereban de maye. Gelo rastiya vê meselê çi ye li gorî we?
Min elêm tenya karîgerî muzîkî erebî nîye belkû (jê pê ve) farisî û turkîş le cîlî gencekanman da heye… Hokarî (sedem) le derecey yekemda degerêtewe bo kembûnî muzîkarî baş û berhemî resenî kurdî, eger muzîkarî be agaman (hişyar, zana) bibûwaya, wilamî (bersiv) pêwîstiyekanî îmrojî law û gencekanmanî bidayetewe bêguman kemtir be lay muzîkî nakurdî deçûn. Herweha nebûnî planî hestyarî le layen desthelatî berpirs le kar û barî huner da dewrî (rol) xoy be negatîf bînîwe.
Gelo çanda kurd û ereban li Başûr çendî tevlihev bûye? Sînorên her du çandan ji ku destpê dike û ji hev vediqete?
Hunerî resenî kurdî le bakurî Kurdistan hem le layen xelk û hem layen medyayî kurdîyewe bayexî (giringî) ziyatirî pê dirawe û resenayetî ziyatire… Belam le bîrtan neçêt muzîkarekanî ême le zanko (zanîngeh) fars û turk û ereb da fêrî muzîk debin û binemayî zanistî taybet be muzîkî kurdiyan niye. Ême debêt taybetmendiyekanî muzîkî kurdî binasîn, dirasey bikeyn (lêkolîn û lêgerîn) û le zankokanman her wekû mêjû û edeb kurd û Kurdistan bîxwênîn ta ku bitwanîn le têkelbûn legel muzîkî ereb û tirk û fars bîparêzîn. Ême ta ew katey ke taybetmendiye huneriyekanman be şêweyî zanistî nenasîn û dirasey nekeyn û morkî xoman nedozînewe natwanîn muzîkî xoman le karîgerî muzîkî nawçeke biparêzîn. Enstitut kelepûrî Kurd hemû ew kerese û dokûmentane ko (kom) dekatewe ke le dûwaroj da şarezayanî kurd le her parçekî da bitwanin çarçowe û taybetmendiyekanî her kam le biwarekanî xoyan bidozinewe û be şêweyekî zanistî be gelî kurd û xelkekanîtirî cîhan pêşkeşî bikin. Başûrî Kurdistan be hoy (ji ber) deyan sal şer û enfal û kîmyabaranewe zorî le serwet û samanî kelepûrî xoy le bîr çûwetewe yan kemreng bûwetewe, meger (ji bilî, ne tê da) le barî edeb û nûsînî tekst û şi’irî kurdî da. Kulturî gelan ziyatir komelanî xelk û ladêyîyekan (ên gundî) û eşîret û binemale gewrekan deyparêzin ke be daxewa (mixabin) ew binemayane le wilat dabirawin yan aware (koçber) bûn û ferhengî kurdî taybetmendiyekanyan fewtan (neman).
Li Bakur di hêla çand û hunerê de kîjan kar û xebat bala we dikişînin?
Peywendî zorman niye be daxewe le zextî hikumetanî merkezî nemantiwanîwa lew organane sûdî ziyad bibînin.
Gelo têkiliya we bi enstîtûyên din yên kurdî re çawa ye. Hûn bi hev re karekî dimeşînin?
Demanewê le rêgay internet û saytekewe arşîvekeman pêşkeşî komelgay kurd bikeyn û her weha lew rêgawa sûd werbigirîn bo perepêdan û dewlemendtirkirdinî enstitut. Enstitut binkeyekî zanistî û lêkolîneweye bo ferheng û kelepûrî kurd. Hewl dedeyn em binkeye bibêt be senterekî lêkolînewe bo gelî kurd û hemû ew kesaney pêwîstyan be matêryalî kulturî heye bo dirasat û lêkolînewe perepêdanî ferhengî kurd.
Plan û projeyên we yên pêşerojê çi ne?
Enstitut senterekî neteweyî azad e û be yarmetî xelk û hikumetî Herêm û derametî (dahat, gelir) xoy be rêwe deçêt. Em organîzasyone bo sûd û ticaret niye û arşîvî zanistî ye derbarey kultur û kelepûrî kurd û debêt le layen hemû kurdêkewe palpiştî (piştgirî) bikrêt bo dewlemendkirdinî, debêt hemûman hawkarî bikeyn ta em sentere dewlemend bêt. Zor lew materyalane le lay xelk le malan, le kitêbxane şexsiyekan û le naw dil û destî hawwilatiyane ke debêt biguwazrêtewe (bêne veguhastin) bo em arşîve neteweyiye. Boye debêt medyayî kurdî ew zemîne fikrîye amade bikat ke hawwilatiyan le damezrandinî binemakanî komelgay kurdîman beşdarî biken û nasnamey neteweyîman biçespênîn.
Rûdaw.net – Silêmanî:




del.icio.us
Digg