Laperê Serekî | Hevpeyvîn | Hunermendên Kurd Hêviyên Xwe di sala 2010an de Dibêjin

Hunermendên Kurd Hêviyên Xwe di sala 2010an de Dibêjin

Font size: Decrease font Enlarge font
image Ziyad Şîno -Hunermend Bedîl-Fehmî Balayî

Hemûyan hêviyên taybetî hene û dixwazin kar û karînên xwe pêşde bibin. Bêtiriya wan jî bi dilxweşî xatira xwe ji sala 2009an dixwazin. Lê xem û gilyên hunermendên Kurdên Almanya jî hene û hêviya wan rewşa welatê wan jî baştir bibe.

 

Beriya hemûyan Hunermendê Xweşnivîs, Ziyad Şîno dilê xwe ji Rûdawnetê re vekir û behsa sala 2009an kir û got: ”Ji aliyê hunerî ve, saleke xweş û tije berhem bû.” Lê diyare hinek tevlihevî jî hebû, Şîno dibêje; ”Ji ber nexweşiyê ez demekê rûniştim, lê niha rewşa min baş e.”

 

Têkeliya Ziyadî bêtir digel Almanane, ew yekemîn hunermendê Kurd e gotinên helbestvanên mezin ên Almanan bi herfên latînî nîgar dike. Şîno li bajarê Stuttgart mijûlî projeyekî hiziramêze û dixwaze bi rêya tabloyan, peywendiya nêvbera jimare 4 û Kurdan aşkera bike. Ew hezdike çalakiyeke mezin ji bo vê mijarê sazbike û dipirseÇ ”Çima her tişt Kurdan bi jimare 4 ve girêdaye; 4 parçe, 4 zarav, 4 rengên alayî, peyva Kurd bi xwe jî 4 pît e, Kurd 40 milyonin û gelek tiştên din.”

 

Hêviyên vî hunermendî wekî hizrên wî, gelek û berfireh in, ew dibêje: ”Bila Hikûmeta Kurdistanê bêtir girîngiyê bide peywendiyên kulturî yên digel welatên pêşketî.” Ziyadê ku pirsgirêka wî ya herî mezin, nasnameye, dixwaze ku ”Bingeheke kulturî û hunerî ya Kurdan li Almanya avabibe ku weke peymangeh û sentral be, têde haya Kurdan ji hevdû hebe û çalakiyên xwe bigihînin rojava.” Xweşnivîsê ku dibîne Kurd û bi taybet li başûr, teqlîda Ereban dikin, gelekî dilgirane û didomîne; “Bila teqlîd hebe, lê ne teqlîda jengara Ereban.” Ew herweha dibêje; ”Li rojavaya ciwanî û pare, li cem me jî mixabin nexwîndewarî, nezanîn û pare heye.” Evca ji bo xurtkirina peywendiya digel rojava û Almanya bi taybetî, ew pêşniyar dike ku peykereke (Schillerî) li Kurdistanê dirustbikin, “Ji bo ku Kurd kultura wan nasbikin.”

 

Bedîlê Hunermendê stranbêjr jî gelek proje hene, lê nikare wan pêk bîne. Ji ber ku ew ji bo ku xwe û zarokên xwe xwedî bike, dixebite. Bedîl dibêje “Rewşa aborî ya tevaya hunermendên Kurd, nebaşe û neçarin karekî din bikin da jiyana xwe berdewam bikin. Ev jî tesîrê dike û nikarin hunereke baş biafirînin.“ Bedîl ku di heman demê de li studioya Ewrûpa ya Kurdistan tv ya li Kleve kar dike, ew jî hêvîdike ku ”Hikumeta Heremê li hunermendên xwe xwedî derkeve.“

 

Hunermend Bedîl dixwaze çend vidyo klîpan çêbike û têxe xizmeta çand û hunerê, ew omêdeware albuma wî ya nû belavbibe, “Da ku çavên guhdarvanên me li benda me ne westin.“ Diyare ji ber hin sedemên siyasî, kompanyayên bakur berhemên Bedîl belav nakin û li başur jî ew kompanyayekê nas nake û hevalên wî jî li wir tunene ku berhemên wî li wêderê belavbibin. Bedîl dibêje “Heger hinek hebin alîkariya min bikin, ezê gelek kêfxweş bibim.“ Bedîl weke Kurdekî dilsoz omêdeke mezin bi azadbûna hemû Kurdistanê heye û hêvî dike Herêma Kurdistanê di bin Serokatiya Barzanî de her aram be û navçeyên Musil û Kerkukê jî zû bikevin ser Kurdistana azad.

 

Li Berlînê jî, Hunermendê Şêwekar, Fehmî Balayî ji bilî Instîtûta Kurdî li Berlînê, Ew mijûlî projeyeke hunera şêwekarî ya dû beşe; yek “20 tablo li ser dastanên eşqa Kurdî”, Duyem “20 tablo liser seferê, ji geştiya Nuh destpêdike û her qonaxekê çi bûyer çêbûne”. Balayî ji Rûdawnetê re gotî jî “Hêvî dikim li 2010an, saziyeke Kurdistanî ya netewî were damezrandin û aşitiyeke seranserî ji bo Kurdistanê bi giştî çêbibe.”

 

Fehmî Balayî ku kovara (RENGIZ) ya hunera şêwekarî bi zaraveyê kurmancî derdixîne, mijûlî karên çandî û jiyana rojaneye jî. Ew dibêje ”Jiyan ji nexweşî û xweşiyan pêk tê. Bindestî her tim nexweşiyan bi xwe re tîne û bitaybet nebûna peyameke netewî ya yekgirtî di nava rewşenbîr û syasetmedarên Kurd de.”

 

Hunermendê Nivîskar ku amadekariya pêşangeheke şêwekarî jî dike li destpêka 2010 li Amed, Prag û Başûrê Kurdistanê, nameya masterê jî li ser (Peywendiya dinavbera helbest û tabloyê de) di destên wî deye û omêdeke wî ya taybetî heye ”Ez hêvêdarim projeyên min yên hunerî, bi taybetî projeya Monumenta Enfalan, were encamdayîn.”

 

Diyare 2009 ji bo hunermendê stranbêj Salar, saleke xweş bû. Ew dibêje “Saleke xweş bû, ez bi karê hunerî ve gelekî mijûl bûm. Ez rojane li studio yê bûm, tenê mûzîk û muzîk ...“ Salarê ku ev sal yekemîn albûma xwe bi navê (Ka vîn) belavkir, diyardike ku dema ew ji Kurdistanê vegeriya gelekî nexweş bû “Roja 07/06/2009 ku ez ji Kurdistanê zivirîm. Xatir xwestin ji min re gelekî ne xweş bû.“ Salarê ku bi klîpa strana Sulavê dengvedaneke baş dinav hezkiryên xwe de çêkir, hêvî dike ku li sala 2010an bikare bêtir xezmeta guhdarên xwe û mûzîka Kurdî bike.“

 

Stranbêjê ku wê di 4 ahengên serê salê de li Ewrûpa beşdar bibe. Herweha hêviya aşitî û jiyaneke xweş ji gelê Kurd re dixaze û “Destkeftinên mezintir û pêşkeftineke baştir ji Kurdistanê re dixwazim.“

 

Li dawiyê hunermendê Şanokar, Ferhad Feqê bi çend peyvan nexweşiyên sala 2009an ji Rûdawê re vegêran û gotî ”Min nekanî ez herim Kurdistanê. Min Buhar, Havîn û Payîz bi hesreta Çîya û Zozanan derbaz kir. Ew nexweşiya min bû.” Feqê ku beriya niha mijûlî wênekirina fîlmekî dokumêntarî bû, hêviya xwe bi vê şêweyê ji me re got ”Hêviya mina sereke ji bo sala 2010an ewe ku Kurd sala xwe dibin şer, qehr û qotik an de derbaz nekin. Bila bi aşitî û bi aremî bijîn û ji bo me hemûyan saleke tije huner, eşq û evin be.”

 

 

Rûdawnet - Almanya:

  • email Email to a friend
  • print Print version
  • Plain text Têkist
Rate this article
5.00
Powered by Vivvo CMS v4.1.6