Laperê Serekî | Hevpeyvîn | Ehmed Huseynî : Ji bo helbestê, mirov ne bi tenê çavên xwe dirijîne, mirov xwe weke petrolê bi ser êgir de dirijîne.

Ehmed Huseynî : Ji bo helbestê, mirov ne bi tenê çavên xwe dirijîne, mirov xwe weke petrolê bi ser êgir de dirijîne.

Font size: Decrease font Enlarge font
image

Li Ser Helbestê bi Helbestkar Ehmed Huseynî re Hevpeyvîn:

 Kovara Çirûskê

 

 

 

1-Tarîtî, xumam, dîtin û bi taybetî jî “çav” ji bo te tê çi wateyê? Gelo helbest heq dike ku mirov çavên xwe li ser wê bike an jî mirov ji bo wê çavên xwe birijîne? Ji bo te helbest delalî ye yan çav?

 

Bawer im hinek tarîtî, xumam, mij, ne zelalî ji bo hemû helbestvanan pêwîst e da ku di şûna çavan de hinekî çirûsîn, roj û tav di dil û hinavan de vebidin û biteqin.

 

Aristoyê (Aristoteles) Yewnan dibêje ku “Çav alava bingehîn a zanînê ye.”

Lê di heman velerzînê de, Rimbaud’yî ji mamostayê xwe re wisa dinivîsand: “Dixwazim bibim helbestvanek, hewl didim, tê dikoşim da ku bibim dîtbar an jî dîtbarvanek. Tu wateyên gotinên min tênagihîjî, dizanim; lê ez jî ji wisa bêtir nikarim ji te re şîrove bikim. Mesele wisa ye:  ku em bi alîkariya jihevxistin û belavkirina hemû hestan bigihîjin sîsika nenasiyê.”

 

Îcar wa diyar e ku di pirsa vedîtin û zeftkirina nenasî û razên jiyan û gerdûnê de, rêbazên naskirî û hişmendiya ku em xwe pê paye dikin, bi kêr nayên.

 

Di van kêlîkên dijwar ên helbestê de, dîtbarî, çirûsîn, ronîvedana derûnî, hundirînî, hinavî, pêwist in.

 

Victor Hugo jî di vê derbare de; di derbareya xumamê de, dibêje: “Weke nimûne, Homeros û Millton bi tenê dikarin dîtbar bin. Digel ku herdu kor bûn jî, lê nêrîn û vedîtina wan a hundirîn pirr tûj û dijwar bû.”

 

Tişta ku wan bi korahî didît kesên bi çav nedidît. Îcar dîtbarî ne ew e ku bi tenê çavên mirovan hebin!

Lê îcar dema ku mirov bahsa helbestê bike ka ji bo mirovan çi ye, ji bo min çi ye? Bêguman, helbest jiyana min e, henase û kêlîka min a herî şînîgir e, dikarim bêyî hertiştî bijîm lê bêyî helbestê mirî me. Min ji bo çavên vê helbestê gellek derd kişandin. Derdên pirr mezin, lê nayên gotin.

Heger ne ji vê mîrata helbestê bûya, reng e berî demekê min xwe kuştibûya. Dema ku nemana xwe dijîm û dilê min radiweste hest dikim ku dilê helbestê di şûna dilê min de  lê dixe. Dimirim lê helbest şûna min digire. Helbest zaroktiya min a ji kevir û tozê ye. Helbest velerzîna min a ji hesin e û awayekî bêreng ji awayên nemana min a dudil e.

Ji bo helbestê, mirov ne bi tenê çavên xwe dirijîne, mirov xwe weke petrolê bi ser êgir de dirijîne.

Bi tenê bi pasporta helbestê mirov dikare derbasî derûniya xwe bibe.

Bi tenê bi helbestê mirov dikare ji laşê xwe bireve.

Di helbestê de, bi tenê di helbestê de,  ji hemû dewlemendên dinyayê dewlemendtir im. Lêborîna xwe ji deyndarên xwe dixwazim!

Dawiya dawîn tarîtiya ku tu bahs dikî Rênas, ji bo min, digel astengên jiyana rojane, ronakiya dilê peyvê ye.

 

2- Li dinyayê mafê te yê “kuştin”a tiştekî hebûya te yê berê berê çi bikuşta? An jî tam dijberî wê, mafê te yê “jiyandin”a tiştekî mirî (kuştî) hebûya te yê berê berê çi bijiyanda? 

 

Bêguman kesên ku ne hêjayî jiyanê ne pirr in. Lê mirov naxwaze ku destên xwe bi kuştina wan qirêj bike. Lê dîsa jî heger mafê min û kuştina tiştekî hebûya min ê bêbextî ne bi tenê bikuşta min ê li ser laşê wê govend bigeranda.

 

Lê di pirsa jiyandinê de bersiv aloz e!

 

Di jiyanê de, me gellek tiştên xweşik û narîn winda kirin. Em bêriya gellek tiştên windayî dikin. Gellek kesên ku em ji wan hez dikin aniha ne li vir in, li wir in!!

 

Hevalekî min ê pirr û pirr hêja heye, navê wî Mizgînê Gemo ye, berî du salan li Swêdê birayê wî yê ciwan, ji nişkê ve mir, min ew bira nas dikir, navê wî Ararat bû. Di sibeha cejna rojiyê de, ango berî çend rojan, destê sibehê, saet 10’ê sibehê li ser gorra wî bûm. Min gulek xemgîn weke ku deynim ser keviya darbesta xwe, danî ber serê wî, têra xwe giriyam, min dixwest ku deng jê were, min jê re got cejna te pîroz be Ararat, lê mixabin!

Min ê Ararat li Mizgînê hevalê xwe û li keça wî ya du salî vegeranda.

 

3- Mirov dibêje ku qey tu ji helbestê xeyidiye, an jî helbestê tu terk kiriye, sedema sarbûna di navbera te û helbestê de çi ye? Qey helbest êdî hew dilê te rehet dike?

 

Na Rênas qet ne wisa ye!

Gellek caran min hewl daye, lê helbestê dest ji min bernedaye.

Min jî weke xelkê dixwest ku aniha xaniyekî min hebûya, deyndaran deynên xwe ji min nexwestana, lê dema ku helbest weke bûnewerekê tê holê, hest dikim ku ne ev bûnewer be ez dê nikaribim careke din ji dayik bibim.

Ji xwe dipirsim: ma gelo bê helbest, jiyan dikare berdewam bike?

Jiyana xwe ya bê helbest, kelê, bêwate, sar û bêarmanc dibînim.

Helbest Kurdistana min e.

Xewna min a ji tozê ye, hişyariya min a ne hişyar e.

Helbest Xwedayê min ê bê Xweda ye. Helbest di çeşnê bavê min de ye, nikarim dest ji bavê xwe berdim ha!

Lê carinan helbest nikare dest biavêje hinek tiştan, ji lewre mirov ji naçarî li şêwazine dîtir ên derbîrînê digere. Zimanê helbestê tîr e ji lewre mirov carinan hewcedarî zimanekî rohntir e.

 

4- Helbesthez, ji dubarekirin û ji hêmayên te yên “razber” û dirêj gazinan dikin, tu helbesthezan di vê mijarê de mafdar dibînî an na?

 

Mafdariya her xwendevanî biqasî çêjwergirtina wî ji Kurmanciyê, heye; di rewşa me ya îroyîn de, gellek caran em derewan li xwe dikin an jî em pirsên xelkê ku pirsên serdestên me ne, ji xwe re dikin mijar û pê mijûl dibin.

Heta ku ez sax bim ez dikarim zimanê xwe, derbirîna xwe, xeyala xwe, wêneyên xwe, amajeyên xwe, mirin û jiyanên xwe binivîsim. Dema ku ez dinivîsim dixwazim ku xwe bibêjim, zimanê xwe, giyanê xwe, hestên xwe, şikestin û têkçûnên xwe, tişta ku ez dinivîsim ez im, di vê “ez”a birîndar de, bi sedan wêne, gotin, amaje, bare, dikarin dûbare bibin, lê dawiya dawîn ew dûbarekirin a kê ye? Bêguman a min e. Wate, ez di çarçoveya nîgaşên xwe de tevdigerim.

Bi kurtî, ez nivîsîna xwe di çarçoveya ku pêwîst e ku ez ne kesî din bim pêşkêş dikim, ya herî xweş jî ew e ku xwendevanek deqa min ango teksta min bêyî navê min nas bike û zanibe ku ev ya Ehmedê Huseynî ye.

Naxwazim ku weke tu kesî bim û ne jî dixwazim ku tu kesekî din weke min be.

Gazinên ku hene bawer im ji pexşana min in. Lê bi rastî jî ez bi xwe, xwe di pexşanê de azadtir dibînim, dema ku pexşanê dinivîsim xwe li pêşberî asoyên rasteqîne yên ahenga Kurmanciyê dibînim.

 

5- Sedema ku tu her nivîsa xwe di qalibê helbestê de dinivîsî çi ye? Tu û lewnên din ên wêjeyî çiqasî dûr an jî nêzîkî hev in? Ji xeynî helbestê tiştekî din ji te tê yan na?

 

Helbest, ji mêj ve, ji destpêka nivîsînê û heta aniha ve, di her celeb, babet, mijar û şêwazên nivîsîn û afirandinê de amade ye. Di romanê de, di muzikê de, di şêwekariyê de, di şanoyê de, di xwîna vê gerdûnê de helbest tevdigere. Helbest weke Iblîs’î ye li herderê û di hertiştî de ye.

Hin wisa diramin ku yê helbestkar dikare romanê yan jî babetên din ên wêjeyê binivîse.

Lê ji bo min ne wisa ye.

Lê rojekê, heger derfet çêbibe, dixwazim ku li derveyî roman û çîrokan bîranînên xwe binivîsim. Heger derfeta nivîsîna wan bîranînan çêbibe bawer im dê romaneke min a baş be.

 

6- “Evîn”, li gorî te çîrokeke çiqasî tahl an jî şêrîn e? Tu ji hezkirinê hez dikî?

 

Bîna axê ya piştî barana pêşîn a ku di dawiya payîzê û di destpêka zivistanê de dibare, tê bîra te?

Ew bêhn bêhna axê ye lê rengê nedîtî yê evînê ye.

Çîroka evînê ew e ku tahliya wê şêrîn e û şêrîniya wê jî tahl e.

Ji hezkirinê hez dikim, ji ber ku hezkirin beşdarî berdewamiya mirovatî û jiyanê dibe.

Hesta herî pîroz a mirovan e.

Hezkirin tune be jiyan ber bi dawiya xwe ve sernişîv dibe.

 

7- Ligel hemû başî û xerabiyên wê bi giştî ji “wêjeya Kurdî” çi dikeve serê te?

 

Pêwist e ku em li xwe mikurr werin. Sextekarên ku îroj di wêjeya Kurdî de serê govendê dikişînin têra Kurdan û hezarên salan dikin. Lê ne xem e! 

 

Pirsa herî girîng a wêjeya îroyîn ew e ku çawa dikare xwe berde hinavan, kûrahiyan, ango xwe berde giyanê Kurd?

 

Kurd milletekî bindest e, ango birîndar e, ango êşkêş e, ango xawen trajedî ye.

Çûyîna ber bi wêjeyê ve di serencamê de zeftkirina şax û rehên êşê, bûneweriya trajediyê û parastina giyanê Kurd e.

 

Di vê pirsê de, gellek xelk beşdarî dîmenê bûne. Hin bi xwînê dinivîsin, hin didizin, hin bê behre û bê xeyal in, hin jî keysperest in; li Kurmanciyê dinihêrin ku bêxwedî û bêxwedan e, lê di baweriya min de, rojek tê, nêzîk e ne dûr e, hemû serçavk diçirrin.

 

Hinekan nas dikim, rojane didizin, belav dikin, diweşînin û hewl didin ku di dîmenê de rolekê bilîzin, lê piştî bi hezaran salan be jî; dê weke diz di wêjeya Kurdî de eşkere bibin.

Pirsgirêka me di ku de ye?

Heta ku nivîskarek tiştekî baş dinivîse bi dehan tiştên xerab derdikevin.

Ango yek ava dike û deh wêran dikin.

Lê dîsa jî bila herkes binivîse, bila di vê qonaxê de, sextekar, diz û keysperest jî hebin.

Lê ya ji gişî malkambaxtir ew e ku wêjevanê Kurd hînî xeyala serdestê xwe bibe û bindestiya xwe ango pêdiviyên hişmendî, wêje, dahênan, afirandin û felsefeya xwe weke mirovekî yan jî wêjevanekî bindest ji bîr bike.

 

Lê vê hevkêşê binihêre! Îsraîlê û Şaronê Îsraîlê televîzyoneke bi navê “tv33” vekir, piştî demekê wan ew televîzyon girt. Çima? Temaşevan û kesên ku beşdarî bernameyan bibin tune ne.

 

Heger em vê hevkêşê, weke bareyeke wêjeyî, hişmendane, rewşenbîrane û çarenûsane li qelem bidin, em dê têkçûna hişê xwe, bîreweriya xwe û rewşenbîriya xwe li ber çavên xwe bibînin.

 

Wêjeya Kurdî, bi wateyeke din derbirîna me ya îroyîn, asoyên xwe yên ji kevirî zeft dike. Ji îroj û bi wirde, tukes nema dikare bibêje ku zimanê Kurdî zimanê Tirkên çiyayî ye.

Azmûneyên balkêş li holê ne. Weke hemû wêjeyên din jî, keysperest pirr in, lê bêjing an jî moxila diwerojê li benda me gişan e.

 

8- Tu ji kîjan hunermendî, nivîskarî, fîlozofî, fîlmî, bajarî û xwarinê hez dike?

 

Hunermend, ango dengbêj, heger ev mebesta te be, Şakiro; min berî çend salan Şakiro nas kir, lê min qet bawer nedikir ku dikarim ewqasî xwe bi dengekî re winda bikim. Dengê Şakiro’yî kurtasiya jiyana mirovatiyê ye, rabûn, ketin, berzî, têkçûn û hemû trajediyên jiyanê; ne bi tenê yên Kurdan, yên mirovatiyê, di hunera Şakiro’yî de bi cih dibin. Lê çi bibêjim?

 

Nivîskarê ku heta a niha kêfa min jê re tê û kes neketiya şûna wî, Umberto Eco ye. Di Kurmanciyê de jî Helîm Yûsiv e.

Fîlosof jî yên herî nêzî giyan û mejiyê min Gilles Deleuze û Émile Michel Cioran in.

Fîlm jî yên “Odysseus” û “Zorba” ne. Lê bi giştî kêfa min ji filmên Jodie Foster’ê re tê.

Ji bajaran ji “Amûdê” û “Amedê” hez dikim, û bila hemû bajarên dinyayê bi qurbana wan bin.

Xwarin jî “kutilkên kelandî” yên berî buhujîn û asîmîlasyonê û “pelên lehaneyan”.

 

9- Bi tenê peyveke Kurdî, hew peyveke Kurdî, li gorî te berberî çi ye? Heger bazirganekî peyvan hebûya û tu mecbûrî firotina wê peyvê bûya te yê kîjan nirx an jî buha li wê peyvê bifesilanda û te yê bi çiqasî ew peyv bifirota wî bazirganî?

 

Me ji bo peyva Kurdî gellek tiştên xweş winda kirin... Û hê jî em ê winda bikin. Ne xem e! Ya herî girîng ew e ku em ji xelkên ku dixwazin ku me tune bikin bibêjin ku va em hene digel hemû mirinên ku we bi serê me de anîne, va em bi zimanê xwe dinivîsin û dixwazin ku lahnetê li we û li baweriyên we yên gennî bînin.

Heger mecbûr bibim û peyva Kurdî bifiroşim û nirxekî jê re bifesilînim, ji bilî ku wê peyvê azad bike çi nirxekî din nîn e. Nirxê peyveke Kurdî azadî ye, ne tiştekî din e.

 

10- Gellek helbestên te yên xweş hene, tu herî pirr ji kîjan helbesta xwe hez dikî, çima?

 

Ji “Dastana Ehmedê Huseynî”.

Di wê helbestê de min hisên ku di jiyanê de dê çi bi ser min bê zeft kirin. Min di wê helbestê de wêneya jiyana xwe bêyî ku hay ji xwe hebim nîgar kiriye.

Vê dawiyê jî min helbestek ji bo “Nûra”yê bi navê “Kela dilê min bi mirina min hênik bike” nivîsîbû, kêfa min ji wê helbestê re jî pirr hat.

Lê gellek caran jî ji xwe re dibêjim belkî hê jî helbesta ku kêfa min jê re were û jê hez bikim nehatiye nivîsîn. Nizanim!

 

http://www.kovaracirusk.com

E-maila kovarê:

cirusko@ hotmail.com

Weşanên Belkî’yê Amed. Tel: 0090 412 224 47 72

 

 

 

 

  • email Email to a friend
  • print Print version
  • Plain text Têkist
Rate this article
5.00
Powered by Vivvo CMS v4.1.6