Laperê Serekî | Hevpeyvîn | Evîndar û Derwêşê Kilasîka Kurdî Hunermend Îmad Selîm…hevpeyvîn: Xebat Şakir

Evîndar û Derwêşê Kilasîka Kurdî Hunermend Îmad Selîm…hevpeyvîn: Xebat Şakir

Font size: Decrease font Enlarge font
image

 

 

Di şeveke zivistana sar û çemidî de, ez li hunermendê ciwan û dengxweş Îmad Selîm bûm mêvan, wî bi tîlîkên xwe yên nazik û bi dengê xwe yê zelal, ez di tenura hestan de gerim kirim û li nav baxê kilasîka kûrdî de gerandim.

 

Paleyê çand û hunera Kurdî, hosteyê tembûra kilasîk û Bilbilê evîna qîz û xortan  îmad Selîm, ji ramûsanên dêmên tembûra xwe û ji gera li ser perdên wê têrnabe.

Îmad Selîm bi navekî din bavê Avîvan. Derwêş û evîndarê kilasîka kurdî û Bilbilê dawet û şahiyên Kurdaye.

Îmad Selîm li kolanên Eurupa kedkar û parêzvanê çand û hunera Kurdiye, ew her hefte bi sedê qîz û xortan li ber deng û tembûra xwe di bexçeyê kilasîka Kûrdî de dighîne hev.

 

Jînegerî

Îmad Selîm di sala 1977 an de li rojavayê Kurdistan gundê Xirbê kurma di nav malbateke cotkar û xizan de çavên xwe li jiyanê vedke, heya 12 saliya xwe li gundê Xirbê feqîran girêdayî bajarê Amûdê jiyana xwe berdewam dike, ew jî mîna gelek malbatên Kurd di sala 1990 î de berê xwe dide Almanya û li vî welatî dibe penaber.

Wî 7 salan li welat û 12 salan li Almanya xwendiye, ji ber evîna hunerê xwendina xwe temam nake û dibe pêşmergeyê çand û hunera Kurdî û paleyê danhev û berhevkirina kilasîka Kurdî.

Îmad Selîm zewicye û bavê sê zaroka ye Avîvan, Lêlav û Varoj, Îmad gelekî pesnê hevsera xwe dide û dibêje ji bo ez karibim hunereke birêk û pêk berdewam bikim û karibim bi erkê xwe yê hunerî rabim ew gelekî bi min re arîkare, hersê rojên dawiya heftê ez timî ne li malim lê wê tucara gazin nekirye.

 

Diyariya Xelefê Pîr Nehroz

Îmad Selîm ji zarokatiya xwe de evîndarê amûra Tembûrê bû, ji ber xizaniya malbatê heya 14 saliya xwe nikare temburekê ji xwe re bikre, lê li Almanya mamoste Xelefê pîr Nehroz di sala 1992 an de temburekê diyarî dide Îmad Selîm, ji wê rojê û heya niha îmad û tembûr dibin heval û qet ji hev durnakevin, evîndarê ku heroj ji şerbeta lêvên wê di noşe û bi dengê wê re yariyan dike.

 

Îmad Selîm li ber destê Xelefê pîr Nehroz hînî şêweyê kilasîka kurdî a herema Şingalê dibe, piştî ku baş kilasîka Kurdî hîn dibe berê xwe dide amura Bizqê û hunra dawetan ji xwe re bingeh digre û  li gelek hunermendan guhdar dike, lê bi taybetî dide pey şopa Sehîd Gabarî û di dibe aşiqê şêweyê wî.

 

Destpêka çûna Dawetan

Îmad Selîm di sala 1997 an de dest bi derketina dawetan dike û di demeke gelekî kin de.ji bo hunera dawetan li Eurupa dibe stêrikeke geş di asîmanê hunera Kurdî de û hunermendê herî naskirî û xwediyê bihezaran hezkirî.

 

Berhemên Îmad Selîm:

2002 Dîlber (govenda Kurmancî)

2003 berê min (govenda şêxanî )

2004 Gundê me (govenda şêxanî)

2005 agirê ser dila  (Govenda kurmancî)

2006  ji derdê vê duriyê (berhemeke bi şêweyekî pirofseyonale)

           Di vê berhemê de stranek li ser serhildana Qamişlo heye.

2007 govenda mila (Kurmancî)

2007 stranên kilasîk mina Qeşemê, Sebrê  şêx Mîrzayê Anqosî, Narîno û gelek stranên din.

2008 Dinya û Evîn berhemeke pirofisyonale bi vê berhemê Îmad Selîm hêdîhêdî ber bi pirofesyonalê ve diçe.

 

Ji hunerê debara xwe dike

hunermend Îmad Selîm dibêje ez tenê ji hunera xwe debara xwe û malbata xwe dike.

 

Hêviyên Paşerojê

Îmad Selîm ji bo sala 2010 an dibêje: ezê hewil bidim ew stranên ku hîn nehatine gotin û dibin toza dîrokê de winda bûne ji nûvede û bi şêweyekî gelekî baş bêjim û amede bikim û bikim ku bibin stranên li ser zimanên herkesî, weke hunermendekî kurd ez vî karî erka xwe dibînim.

Îmad Selîm dibêje di sala 2010 an de pêwiste hunermend bi hunera xwe, şervan bi çeka xwe, rewşenbîr bi pênûsa xwe u siyasetmedar bi siyaseta xwe ji hemî hêlan de em bihêlin ku bibe sala serkeftinên herî mezin ji bo gelê me, gava herkes bi erka xwe rabe emê karibin dek û dolabên dijmin serûbinî hev bikin.

 

Azadî û Aşîtî

Îmad Selîm li ser azadî û aşîtiyê wiha dibêje: hêviyên me ne ji dijmin ji gelê me xurtin, bi tekoşîn û parastina xwe ya rewa emê bihêlin ku her kes ji mafê gelê me re hurmetê bigre.

Dijminên gelê me her roj ji bo tunekirina çand, cuxrafî û zimanê me li hev dicivin û dek û dolaban li serê gelê me digerînin, pêwiste hemî rêkxistinên kurd bi tifaqekê hêviyên gelê me xurtbikin.pêwiste her kurdek kurdê her perçeyî be, ne kurdê heremkê, yan peçeyekî tenê be, çawa laş bêdest, bê ling  yan jî bê çav seqet dimîne, em Kurd jî gava perçeyek ji axa me dibin destan de be, em kêm û lewaz bimînin.

 

Dizya Stranan

Îmad Selîm li ser diziya hunerê wiha dibêje; Hêviya min ji hemî hunermendên kurd ewe ku destdirêjaya keda hevalên xwe nekin û stranên ku bi rojan xwediyên wan ji bo  wan stranan ked û xebat dane, nekin malên xwe û ger ew stran gotin jî pêwiste navên wan camêran bêjin û binav bikin, li gora min kesên ku diziya hunerî bike ew berî hertiştî bêhurmnetiyê li hember çand û hunera Kurdî dike.

Xelkê têra xwe ji kilasîka me diziye û bi bê şermî ji xwe re kirine mal, îca em jî werin mîna wan bikin û ji hev bidizin ev nabe û pêwiste nake jî ku em hev bêşînin. Wekî din jî ew hunermendên ku gotinên strana rast nabêjin bi vî karê xwe, hunera me pir dêşînin û erzan dikin, bi hêvîme ku hunermendên me haya wan ji van çewtiyan hebe û bi destên xwe zimanê Kurdî birîn nekin.

 

Erkên Hunermend

Îmad Selîm li ser erkên hunermendan dibêje: hunermend xwedî erk û berpirsyarî ye li hemberî çand û hunera xwe, her wiha jî li hemberî gelê xwe, di vê dema ku destên mezinên me tên kelepçe kirin û neyarên me derdikevin nêçîra xort û keçên me, û dilê Şingal û Kerkûka me bîrin dikin, xortên me li sêdarê dixin û gelê me bi beryarên nijadperestî dorpêç û bînçikandî dikin, pêwiste em weke hunermend di nav gelê xwe debin di şîn û şahiyên wan de bin.

 

Di dawiyê de Îmad Selîm  bihêviye ku sala nû bibe sala kêf, ken û tendurustiyê ji bo gelê Kurd û bibe sala parastina nerxên netewî û tifaq û tebaya partî û rêkxistinên kurdan.û sala tekoşîna çandî û afrêneriyê ji bo hunermend û kedkarên çanda me, her wiha jî sala Aazadî û aşîtiyê bo gelê me.

 

 

 

Berhema Îmad Selîm Dinya û Evîn:

http://www.xebat.com/xebatmalperanu/gotar/imadselim.doc

 

îmad Selîm di youtube de:

http://www.youtube.com/watch?v=rnlJ2Zz_wTA&feature=related

http://www.youtube.com/watch?v=32a0quZJWC4

http://www.youtube.com/watch?v=7GIuaZG_jkw

http://www.youtube.com/watch?v=q9lH_iEgfbk&feature=related

http://www.youtube.com/watch?v=WEI_yKEPFno

http://www.youtube.com/watch?v=ES7fHZKXmyM&feature=related

http://www.youtube.com/watch?v=5I232qsgXLw&feature=related

 

 

 

 

05.01.2010 Almanya bajarê Lage

xebatchaker@hotmail.com

 

  • email Email to a friend
  • print Print version
  • Plain text Têkist
Rate this article
5.00
Powered by Vivvo CMS v4.1.6