(Evîna Welat)Giyana awaza kurdî kêm dibe guhdarvanên strana kurdî kêm dibin
Dîdar: Demhat Dêrikî
P: Evîn xan, divê çi taybetmend li cem wan kesan hebin da em bêjin ew(di warê peyv, awaz, starn) hunermendin?
B: Hunermend ew e yê ku karibe di hestên xwe de afirandinê bike, anku zanibe hez bike û di navbera xwe û hestên xwe de rast be û di awazê de gihayî be ji xemlandina stranê re.
P:Tu ji rewşa îro ya hunermendên kurd raziyî? Gelo daxwazên civaka kurd ji hunermendan çi ne û hunermend dibin bersiva van daxwazan?
B:Mixabin ev kêm e, jiber gelek ji wan dimînin di bin bandore Ereb, Tirk û Firsan de. Wek tê dîtin, dixwazin rengê mûzîka kurdî(bê ku haj ji xwe hebin)ji holê rakin. Ji bersivê zêdetir, karek neyînî di civakê de dikin, giyana awaza kurdî kêm dibe û
guhdervanên strana kurdî kêm dibin.
P:Ev dengê xweş, ev awaza xweş ya Evîna Welat ji kû tê? Em dikarin bibêjin bandoreke giring ya çiyayê kurmênc, kanî û sirûşta Efrînê li ser vî dengî heye?
B: Erê hevalê hêja, ez di nava wan çiyan û newel û şînkayîya Efrînê de hatim jiyanê û bandoreke xwe ya giring li ser min heye. Xala din a giring, bajarê Heleb bajarê mûzîkê ye, warê hunermendê mezin Sebah Fexriye. Guhên wan xurte, ku kesê nizanîbane bistre ew ji civata xwe diavêtin..
P:Astengiyên di jiyana we ya hunerî de derketîn çi ne û li hember wan helwîsta Evîna Welat çi bû?
B: Temenê min 9 salî bû dema min dest bi stranê kir, heta îro xewn di hundirê min de dijiyan û dimirin, dihatin û winda dibûn. Gelek astengî li pêşiya min derketin; civakî, aborî hwd. Pir cara min stran dihêla, lê hevalên min ez rexne dikirim û digotin mixabin ev çend sale te li berxweda û nuke bi hesanî tu zaroka xwe dihêle. Bi rastî dema çîroka şerê xwe yê jibo mûzîkê min kirî tînim ser ziman(girî û êş), nema pêşiya xwe dibînim. Lê piştî şoreşeke mezin min elbomeke xwe derxist û ji nûve hatim dinyayê. Her çende ne bi dilê min be jî, ew zaroka di hundirê min de digriya, nuke hatiye dinyayê.
P:Tu carna di jiyana xwe de poşman bûyî û te gotiye xwezî min ev nekiribane?
B: Erê, jiyana min tev poşmaniye, xwezî nehatibame dinyayê?!
P:Dema we dest bi hunerê kir, yên bandor li we kirîn û bi we re bûyîn alîkar kî ne? Ji hunermendan yên herî nêzîkî dilê Evîna welat?
B: Xalê min û diya min pir alîkarî bi min re kirin, lê bavê min li min qedexe dikir. Ji Dilinya Rezazî, Bilind Îbrahîm, Sefqan, Şeyda, Çopî, Îbrahîm Mihemed Şêxo hez dikim û wan nêzîkî dilê xwe dibînim.
P:Niha çi proje û planên we yê hunerî hene?
B: Di serê min de projeya kilîpekê heye û aşopên min di vî warî de bilindin, lê ez ê li berxwe bidim.
Sipas
Sipasxweştir bo vê derfetê
Çavkanî: www.rojnamawar.com




del.icio.us
Digg
Post your comment