Laperê Serekî | Hevpeyvîn | Mehmet Aktaş ...“Bazara Navxweyî Ya Fîlmên Kurdî Tuneye”

Mehmet Aktaş ...“Bazara Navxweyî Ya Fîlmên Kurdî Tuneye”

Font size: Decrease font Enlarge font
image

 

Mehmet Aktaş: Li Bakurê Kurdistanê li bajarokê Ixdirê hatiye dinyayê. Karê wî yê destpêkê Rojnamegerî ye. Demekê li Turkiyê karê rojnamegerî û bernamesaziyê kiriye. Ji sala 1993an ve li Ewrûpayê dijî. Wî 2 dokumanter filîm ser Kurdên Kafkasyayê çêkirin ku yek jê li ser dengbêjê navdar Gerapêtê Xaço bû û bi navê “Dengê Zemanekî Winda” hatibû çêkirin û biografiya dengbêj li xwe digirt û ya dokumantera dî jî li ser şopa Kurdên koçberî Kafkasyayê kirî ya bi navê “Kofî” çêkiribû. niha li Almanya, li Berlînê şirîkeyek wî yê produksiyonê ya bi navê Mîtos heye ku heta vêga çend filîm çêkirine û dane çêkirin. Li ser vê xebata wî û hatina wî ya Kurdistanê me xwest em çend pirsan jê bikin.     

P. Mamoste tu bi xêr hatî Kurdistanê, û ji kerema xwe re, di derbarê  hatina we ya Kurdistanê û yekem Festîvala Filîma li Duhokê de hûnê çi ji me re bêjin?

B. Belê sipas, ez hatime bo beşdar bibim di yekêmîn Festîvala Filîmên Kurdî li Duhokê bibim, û ez hatime vexwendin bo pêşkêşkirina simînarekê li ser Filîmên Kurdî û rewş û asta û pirsgirêkê wê di çerçuva Festîvala Filîman de  .

P. Başe tu dikare ji me re behsa hin pirsgirêkên li pêşiya pêşketina hunera sînemayê Kurdî bi giştî û li herêma Kurdistanê bi teybetî bike?

B. Pirsgirêka herî mezin a sînema Kurdî li sînorên Kurdistanê de, çi holên sînemayê tuneye. Bazara navxweyî ya fîlmên Kurdî tuneye. Filîmên Kurdî hemû bo festîvala tên çêkirin. Di filmên ku li Kurdistanê tên çêkirin de gelê Kurd xwe  tê de nabîne.

P. Başe ma rola Festîvala di vî warî de wê çi be gelo?

B. Ev Festîvala Filîma ku li Duhokê çêbû dibe egerekî ku hindek fîlmên nû bêhêne çêkirin û kultura sînemayê di nav gel de belav dibe. Îro jî dema em li bazarê behsa sînemaya Kurdî dikin, henekên xwe bi mirov dikin. Pewîst e hunera sînemayê di nav civakê de belav bibe. Ev Festîval dikarin vî tiştî bikin û me gelek kurte filîmên balkêş dîtin di Festîvalê de . weke gaveka yekemîn baş bû.

P. Em zanin li ser Kurdên Kafkasya we hin xebatên bi nirx kirine, Ji kerema xwe re tu dikarî ji me re behsa wan bikî?   

B. Mixabin Kurdên Azerbaycanê hejmareka zêde heye lê asîmîle bûne, desthilatdariya Azerbeycanê jî di bin kartêkirina Pan-Turkizmê de maye. Berê Kurdên Sovyeta berê hemû bi hevdû ra dijiyan lê piştî belavbûna Sovyetê Kurd jî belav bûn li welatên Azerbaycan, Ermenistanê, Ûkrayna, Kazakîstanê.  Pewîste em lêkolînên nû di derbarê wan de çêkin, lêkolînên civakî li ser jiyana wan pêk were û her weha di warê arşîvê de xebatên nû bike. Xebatên hatine kirin piraniya wan hemû di dema Sovyetê de hatiye kirin. Di nava Kurdên Sovyetê de dengbêjiyek gelek xurt heye, stranbêjiya Kurdên Sovyetê dîroka Kurdên Bakûr e, di her stranekî de çîrokek heye, divê mirov  xwedî li stranbêjî û kelepûriya wêrê derkeve û çavên me bêtir li ser Kurdên Sovyetê be.

P. Çi plan û proje aneha li ber destê we heye?

B. Me di sala 2004an de li paytexta Almanya Berlîn şerketek pirodiksiyonê damezirandiye û ez bi rê ve dibim me hevkarî di hin filîmên baş de kirye wek Filîmê Dol yê derhêner Huner Selîm û hinek filîmên dî û niha li ber destê me fîlmek sînemayî heye. Ez produkserê vî filîmî me û filîm li ser Kurdekî nîv Kerkukî û nîv Norweçî ye. Her weha sala ku bê hindek projeyên me yên din di derbarê sînemayê de hene û ez hêvîdar im emê hindek belgefîlman jî berhev bînin.

P. Ji bo pêşkeftina kultura sînemayê di nav civaka Başûrê Kurdistanê pêwîst e mirov çi bike?

B. Pewîst e li hemû bajar û bajarokan de, Hikumeta Herema Kurdistanê holên sînemayê veke. Derfetên baş bide produkseran, hindek kampanyên belvakirinê çêbibin û medya Kurdî jî rolekî erenî bileyze û her weha pir piştgiriya vê yekê bike da ku gel hînî sînemayê bibe. Ez bawerim heger xebateka baş bêhête kirin wê holê sînemayê tijî bibin.

P. Hun di derbarê xebatên SemaKurd de çi difikirin û çawa dibînin?

B. Kurdên Suriyê wek sêwiya mane û pewîst e SemaKurd xebatên xwe di derbarê Kurdên Suriyê de zêdetir bike. Sûrî welatekî  pir girtiye, wekî mînak 50 sal kamera neketiye Suriyê de. Lê Kurdên Suriyê ûrf û edetên xwe zimanê xwe, xweş xwedî kirine. Pewîst e dezgehên sîvîl ên Kurdan li hemû parçê Kurdistanê zêde bibin. Her tiştî divê mirov ji Hikumet û partiyan hêvî neke. Pewîst e hin kes jî serbixwe karên pirtûk û çalakiyên kulturî bike û ev karekî pîroz e. Ez hêvîdar im devlemendên me jî alikariya van xebatên kulturî bikin, wek hemû bûrjûvaziya neteweyên din.

 

Zor sipas ji bo cenabê te, Em gelek keyfxweş bûn te ev derfet da me.

 

Ez jî we sipas dikim.

Hozan Emîn

 

Rojnama war

Subscribe to comments feed Comments (0 posted):

Post your comment comment

Please enter the code you see in the image:

  • email Email to a friend
  • print Print version
  • Plain text Têkist
Rate this article
0
Powered by Vivvo CMS v4.1.6