Hunermenda Kurd Yekbûn bo Sema Kurd got: “Klîpên kurdî di astekî ne baş de ye.”
Em destpêkê xerhatina te dikin li Herêma Kurdistana Azad û em kêfxweş bûn bi vê derfeta ku te da me, ta ku xwendevanên Malpera SemaKurd hin agahiyên nû di derbarê we û pirojeyên we de wergirin û di destpêkê de .
Hun dikarin xwe bi kurtahî bidin naskirin?
Li heyva 17 Adara, li sala 1979an de li Stenbolê ji dayîk bûm. Min xwendina xwe ya seretayî û amadeyî û her weha zankoyê li wir kuta kiriye. Min beşê deng û muzîkê xelas kiriye. Min bi amatorî û li mal dest bi xebatên xwe yên derbarê Muzîk û stranê kir. Paşê min li Navenda Çanda Mezopotamya, di Koma Çiya de cih girt û me du albûm derxistin, bi navê “Rozerîn” û “Dîlana Bê Sînor”. Paşê min bi xwe albûmek bi navê “Nîrwana” û yek jî bi navê “Kejê” tomar kir û di Rêze fîlmên Tirkî de çend stranên min hatin weşandin. Ez wekî muzîksaz jî dixebitim.
Çi bû eger û bandore xwe li te kir ku te ji muzîkê hiz kir?
Bavê min gelek ji muzîka Kurdî hiz dikir. Dema em radizan, me li dengê M. Şêxo û Aram Tîgran guhdar dikir. Dema Koma Çiya hate avakirin dîsa min zêde meyla xwe neda û min di xwe de nedidît ku ez strana bêjim lê derdorên min dengê min ecibandin û ev bû eger ku ez biçim li beşê deng û muzîkê bixweynim.
Di salên 90an de di dema NÇM ê de we çi zehmetî kêşa ?
Wê demê bi rastî gelek zehmet bû, lê ez jî ne temen mezin bûm. Ez wê demê 13-14 salî bûm û em beşdarî konsertan dibûn û her weha gelek caran Polîs dihat me binçav dikir.Wekî mînak, em 2 û 3 rojan di binçav de diman. Gelek caran konsertên me dihatin qutkirin ji layê polîsan ve û albûma me ya yekem hate qedexe kirin. Cara dawî dadgeha Batmanê li ser min dozek vekiriye û Tirk nahêlin ku em bi azadî karên xwe bikin. Stranên me gelek normal û vekirîne, lê dewlet dest ji me bernade ku em karê xwe bikin.
Hûn pêvajoya derbarê vebûna Kurd û Zimanê Kurdî li Tirkiyê çawa di nirxînîn?
Pêşkeftinek li ber çav heye û hemû kes liser televizyonê dikare behsa pirsgirêka Kurd bike lê belê wekî Destûra Bingehîn an jî tiştekî bingehî nehatiye guhartin. Wekî tê gotin ku di navbera salekî de 2000 endamên BDP ê hatine girtin. Pêşkeftineka fermî li Tirkiyê nîne.
Hûn çawa Folklara kurdî di stranên xwe de bikartînin an jî heta çi astê bikartînin ?
Stranên min ne li ser folklorê Kurdî hatiye avakirin ji ber ku stîla min cuda ye û zêde nêzîkê muzîka nûjen e lê ev nayê vê watêyê ku ez dengbêj û hozanên kurdî guhdar nakim. Ez ji wan sud werdigrim û her carê guhdar dikim. Ez naxwazim her stranê di albûma xwe de dubare bikim armanca min ew e ku ez tiştên nûjen pêşkeşê keç û kurên Kurdistanê bikim. Ez xwe wekî pirekî di navbera muzîka nûjen û gelerî de dibînim.
Li gorî we Klîpa Kurdî evro di çi qonaxê de ye?
Min heta nuha 6 klîp çêkirine. Klîpê kurdî di astekî ne baş de ye, ji ber ku barê aborî, bi derfetên gelek kêm em klîpên xwe dikşînin. Li gorî Turk û Ewrupa yê em zêde ne pêşkeftîne.
Bi çi armancê û daxwazê hûn hatin Başurê Kurdistanê?
Ez li ser daxwaza Kanalê 4 Programa Aramo Show, ez hatim û paşê min konsertek li Duhokê da û beşdarî vebûna parkekî li Duhokê bûm bi navê “Panorama Azadiyê”, tiştek gelek bi nirx û hêja çêkirine destê wan sax be.
We çi berhemên nû henin?
Min li gel Vîn Tv li hev kir ku em albûmekê çêkin, lê hê li ser kaxiz me peyman girê nedaye. Heke bi rê bikeve emê dest bi xebatê bikin.
Tu li Rojavayê Kurdistanê (sûrî) tucarî beşdarî aheng û şahiyên wan bûye?
Na, mixabin. Ez gelek hez dikim beşdar bibim lê li gora agahiyên min rewş li wir ne baş e û rêjîma Sûrîyê rê nade kurd bi azadî kêf û şehyanê xwe li darxin , û ez amade me her kêlîkê de ku ez herim dema daxwaznamak bo min were.
Em spasiya te dikin ji bo van agahiyên te dayî me.
Zor spas, ji we re jî û ji xebatê Semakurd re jî.
Hevpeyvîn: Hozan Emîn




del.icio.us
Digg
Post your comment