Hevpeyvîn bi berpirsa rêxistina " PAVAN" ya parastina mafê jinê Pirgul delo re.
Pirgul wekî jinekî Kurd, dixebite di ware mafê jinê de, me seredana wê kir,Pirgul jinek çalake û jêhatî ye û dost û xuşkek ezîze, Pirgul an Sorgul wekî hezdike bê bi nav kirin ji ber ku bavê zarokên wê Emîn bavê Barzan bi wî navî bengdikê, Sorgul mûmek hilkirîye ji malê heya dibistanê heta rêkxerawa Pavan ya parastina mafê jînê .
P- gelo tu çi li ser zêde dike ji kerema xwe re?
B- ez Pirgul delo berpirsa rêkxerawa Pavan ya parastina mafê jinê, çalakvanim li ware jin û zarokan de û her weha ez helbestê jî dinivîsim û wek akterê sînemayê jî kar dikim, em zor kêfxweşin bi seredana we û her serkeftî bin.
P- belê we çi çalakî hene an we çi kirye heta niha?
B- wekî rengek nû bû " Pavan" me damezirand û Pir girîng e di şeva meyî dijwar de, ma tu çi dibêjî.
- me gelek çalakî kirine, di ware rewşenbîrî û hunerî û tenduristî, ew pirsa di van xalan de ,jin çawa bi azadî bijî?, û di hilbijartina de pişikdarbît û rewşenbîr kirina xwe li dijî tund û tîjyê, bi rawestin û ramana azadî ne berbelav be, azadî û ser bi xweyî ji xêzanê destpêdikî, û jin bivêt bi azadî bijît pêdivî bi qurbandanê heye.
wekî rewşenbîrya jinê ya tenduristî, hindik nesaxiyê jinê hene, ew jî du cûr nesaxî ne, êk ji wan nesaxiya Mîzero( ew jin şermdikî bo bav yan zilamê xwe bêjî.
belê ev tişt kêmasî ye li def jinê rekxerawa me " Pavan" me gelek hewldan kirine, û me daxwazî ji Dr. Alamnîya ew kurdê ji kerkûk ê ku bên Kurdistanê û neştergerî bo wan jinan pêk bînin heta nuke me deh cara anîne welat û me ev kar kirî, û ev nesaxî li hemî cîhanê heye, û li rojhilata navîn, cora didwa ji wan nesaxiya ew jî cihê şermê ye li civaka me " xitana (sinetkirin) jinê" ev jî gelek arîşa di gel xwe tîne, û dibe sedemê sarbûna seksî, û dibîte egerê berdana jinê, ev herdu core nesaxî dibîte cihê hilweşandina xêzanê.
P- we çi çalakî hene di pêşerojê de ji kerema xwe re ji me re bêje?
B- me pirojak heye di ware vekirina xulên muzîkê, enternêtê, wênekêşiyê, ciwankariyê û rewşenbîrîya giştî li parizgeha Kerkûkê.
P- wekî rolekî netewî di Kurdistanê de we çi hizirkirîye.?
B- ji sebebê abûrî endamên me xwe bexşin û me gelek alîkarîya xelkê Kurdistanê kirîye, wekî dabeşkirina diyarîya li ser dayingeh û baxê Sewalan li Dihok û Kerkûkê û alîkarîya madî bo xêzanê hejar, dabeşkirina Pêlav û diyarîyên sere sala nû li ser çend qutabxana û komelgehan û çend xêzan li Kerkûk û Dihok.
Her weha bi helkeftina 16-3 bîrewerîya kîmyebarana Helebçe me diyarî dabeşkirin li ser nexweşxana ji daykbûnê kirine.
P- we çi gilî hene?
B- me çi gilî nînin.
P- em jî destxweşîyê li karê we dikin û her serkeftî bin û hûn dûmahîkê çi dixwazin li ser zêde bikin.
B- "Pavan" rêkxerwa me ya serekî ye bo hemî Iraqê û Kurdistanê û gelek sipas ji we re .
Careke dî zor sipas û hêvîdariya serkeftinê dikim ji we re herdem .
Hevpeyvîn : şîlan Hemo




del.icio.us
Digg
Post your comment