Laperê Serekî | Hevpeyvîn | Jan Dost “kitêb pirtalekî hêja ye û nabe em wisa lê binêrin wek genimê zekatê”...Hevpeyvîn : Hozan Emîn

Jan Dost “kitêb pirtalekî hêja ye û nabe em wisa lê binêrin wek genimê zekatê”...Hevpeyvîn : Hozan Emîn

Font size: Decrease font Enlarge font
image

 

Nivîskarê behremend Jan Dost cara yekê li Kurdistanê, beşdarî di Festîvala 3 mîn ya Rewşenbîrî ya Yekîtiya Nivîskarên Kurd/Duhokê de kir. Jan Dost ku ev bi sala ye bi nivîsîna; Roman, Helbest, Çîrok û Vekolînan xwedî gelek berhem û pirtûk e, di wêjeya Kurdî de xwedî ciyek taybet û berketî ye û ev bi salaye li xerîbiyê dijî. Me ev hevpeyvîn li ser hatina wî ya Herêma Kurdistanê pê re pêk anî.     

 

p1-  Piştî bi xêr hatinê, çi hestên te bûn wexta tu kete nava axa herêma Kurdistanê?

-          Bi rastî bibêjim, ez gelekî  şad bûm, dema min ala Kurdistanê ya rengîn dît ku bi bayê re dîlaneke azad dike, hêsir ketin çavên min.  Azadî xweş e.

p2-  Te wek mêvan beşdarî kir di festîvala Duhok ya rewşenbîrî ya 3 an de kir, Festîval li gora te çawa bû ?

-          Aliyên wê ên pir qenc hebûn ji bo min, min gelek dost û heval dîtin, min gelek nivîskarên hêja nas kirin, lê hin aliyên nebaş hebûn û ez hêvî dikim ku berpirs û amadekarên festîvalan hay jê hebin. Yek jê dema festival bû. Tîrmeh/temmûz meheke germ e nexasim li Kurdsitanê, nabe ku bibe meha festîvalan. Ya din, diyardeyeke bi min gelekî ecêb hat, ew jî erzankirina kitêban. Di festivalê de kitêb hema wisa li xelkê dihatin belav kirin. Ez wek nivîskarekî kurd dibêjim ku kitêb pirtalekî hêja ye û nabe em wisa lê binêrin ku wek genimê zekatê ye!! Divê wisa nebûya, divê yê ku bixwaze bixwîne here kitêbê bikire. Ez bawer im piraniya wan kesên ku kitêb stendin dawî ew avêtin. Yanî kitêba kurdî didane yên ereb! Ya erebî li nivîskarên kurd ên bakur belav dikirin!

Lê bi tevayî ji bo min gelekî baş bû. Ez ji mêvandariya Yekîtiya Nivîskarên Kurd jî gelekî memnûn im. Ev cara yekem bû ez têm Kurdistana azad. Hêviya min ew e ku Kurdistan bi tevayî azad bibe.

p3 - Festîval dikare çi rolê bilîze di pêşxistina rewşenbîrîya Kurdî de?

-          Festîval nikarin rolên giring di pêşxistina rewşenbîrîya Kurdî bibînin. Yê ku bi vê rolê radibe rewşenbîrên kurd bi xwe ne. festival tenê dikare wan bigihîne hev û wan bi hev bide naskirin. Lê dîsa jî divê festival her hebin û yên bên jî ji kêmaniyên ên berî xwe fêr bibin û bêtir bi rêk û pêk bin.

p4- Asta rewşenbîrî li gora te , li vê herêmê (Behdînan)  te çilo dît ?

-          Min ne gelekî baş dît. Bila li min bibûrin. Her kesek xwe li vir rewşenbîr dibîne!! Ew jî ji bo hin berjewendiyan. Yekî ku gotarek di quncikekî de nivîsî be û bûbe endamê yekîtiya nivîskaran, nikare bibe rewşenbîr di roj û şevekê de! Digel wisa jî gelek kes hene, bi rastî jî ji bo wêjeya kurdî dixebitin. Ne hewceye navan bibêjim lê kitêb û berhemên wan ên hêja  delîlê xebata wan a ji dil e. Mixabin her tişt li bin guhê hev ketiye. Kî rabûye ji bo meaş û pereyan bûye nivîskar!! Divê dawî li vê diyardeyê were da ku rewşenbîrîya rasteqîn xuya bibe.

p5- Piştî 10 salan li jiyana koçberiyê, heger derfet vebûn, tê vegere ser axa xwe?

-          Bêguman erê! Ezê vegerim.

p6-Te di gelek warê wêjeyî de nivîsand; Helbest, çîrok, roman, werger û  te gelek lêgerîn û lêkolîn li ser wêjeya Kurdî a kilasîk de kiriye, gelo tu xwe nêzîkî kîjanê bêhtir dibîne?

-          Ez xwe nêzîkiî her warî dibînim! Nêzîkê agirê helbestê me, nêzîkî aramî û sebra lêkolînê me, nêzîkî kûrbûna romanê me û nêzîkî birûskên çîrokê me. Ez nêzîkî xweşî wergerê me jî. Yek celeb wêje têra min nake! Loma jî ez pêdiviyê bi her alîyê wêjeyê dibînim. Eger bûba min dê lîstikvaniya sînemayê jî bikira.

p7- Wek em dizanin Dezgeha Sema ya Rewşenbîrî û Hunerî li welatê Imarat dîwanek te çap kir bi navê “Dîwana  Jan” tu xebatên Sema çawa dinirxîne?

-          Sema wek dezgeh, bi rêveberiya kesayetiya navdar Arif Remedan, cihê serbilindiyê ye. Bi rastî jî saziyeke ku li kêm welatan heye. Heta niha bêtirî 30 kitêbî belav kiriye. Klîp derxistine û gelek navên girîng li wêjeya me zêde kirine. Ez hêvîdar im ku xebata Sema hîn û hîn berfireh bibe.

p8- Berî niha me gelek nivîs û gotarên te li ser tora internêtê didîtin, vê demê pêjna te nayê! tu bi çi mijûlî û emê berhemek jan ji nêz de bibînin?

-          Ez ji Internetê qut bûme, lê her û her dinivîsim. Ez nikarim nenivîsim û roja bê nivîs ne ji umrê min e. Lê, ez behsa berhemên di nav destê xwe de nakim. Ez dixwazim bibin surpirîz.

Zor sipas bo te û her serkeftî be.

-          Ji bo te jî gelek spas hêja Hozan Emîn û hûn her serkeftî bin.

-                Malpera Semkurd.net

 

 

 

 

 

Subscribe to comments feed Comments (1 posted):

zagros osman on 29 July, 2010 08:07:27
avatar
dest xweş mamoste hozan bo vê Hevpeyvîna ciwan bi mamoste can dost re ,bi rastî we gelek alî di warê rewşenbîrî li herêma kurdistanê de ronîkirin ,û wêneyeke zelal bo xwendevanên sema kurd we da xuyanê , belê tim û tim sema kurd ciyê hêviya me ye , dema ku tiştin nûjen pêşkêşî me dike , zor spas bo we
zagros osman
Thumbs Up Thumbs Down
0

Post your comment comment

Please enter the code you see in the image:

  • email Email to a friend
  • print Print version
  • Plain text Têkist
Rate this article
0
Powered by Vivvo CMS v4.1.6