Malpera Dezgeha Sema ya çandî û hunerî: Li Min Negerin - Dikim Ji Rê Bikevim...Helbest : Kemal NECIM Li Min Negerin - Dikim Ji Rê Bikevim...Helbest : Kemal NECIM ================================================================================ Hozan Amin on 28 July, 2010 03:16:00 Ku hûn li xwe ne ewle bin Ne kevin gira agirê di serê min de dadayî Nejî li min bigerin heme ji îro ji sibê dikim ji bîra we biçim yan bêserûşop winda bibim *** Lehiyeke ji demên kuştî yên mirar ji guneh, ji tewn, ji guman, ji birînên sar, ji yên germ Lehiyek ji tenahî, ji mitalan ji bêrîkirinê, ji poşmniyê, ji têkçûnê Mîna gira sîmirekî, ku ji kezeba min venabe.. rika xwe daye temenê min yê navsalî dike min ji rê bibe.!. *** Ji kû ve hîn bûye ku ez heme ji îro ji sibê dikim ji rê bikevim yan bêserûşop winda bibim..? *** ji çavên minî behitî, lê ji pûnijîna min ji dengê minî kelogirî, lê ji giriyê minî kelo dengî..! nizanim ji şûna birînên di pişta min de, lê ji şûna kevirên di dilê min de.. *** Pêjna destên we dikim li ser eniya xwe, destên we sar in ku hûn ne zindî bin destên xwe yên sar ji ser laşê min vekişînin. *** Pêjna peyvên mirar ji pistepista we tê Ku hûn ne helbastvan bin Herin mirarên xwe di şevbuhêrkên miriyan de bixwînin, ez hîna nemirî me, laşê min hîna germ e. Kemal NECIM