Malpera Dezgeha Sema ya çandî û hunerî: Hunermend Seîd Yûsiv hat xelatkirin Hunermend Seîd Yûsiv hat xelatkirin ================================================================================ Hozan Amin on 28 June, 2010 04:45:00 Bi sebuneta roja cîhanî ya muzîkê ku salane roja 21ê Hezîranê tê lidarxistin, Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (PYDKS), serdana mala hunermendê Kurd Seîd Yûsiv li Qamişlo kir û bi rêya rêznameyekê ew xelat kir. Seîd Yûsiv sala 1947an li bajarê Qamişlo jidayik bû û zaroktî û xortaniya xwe li vî bajarî derbaskir û hê di temenekî biçûk de behremendiya wî di warê muzîk û nemaze amûra Bizqê de hat xwiyakirin. Bi dirêjiya temenê xwe yê hunerî, Seîd Yûsiv gelek xelat wergirtine wek: Rêxistina UNESCO li Elmanya sêlikeke taybet bi amûra bizqê ya Seîd Yûsiv sala 1973an bi navê `Sêlika Zêrîn` tomar kir- Komeleke Swêdî postek ku wêneyê wî liser e çap û belav kir- Rêznameya ji aliyê koçberên Lubnanî li Nigerya- Rêznameya ji aliyê Partiya Komunist a Sûriyê- Rêzname ji aliyê Înstîtû ya Sulhî Wadî li Şamê û Wezareta Rewşenbîrî ya Sûriyê. Rudaw