Malpera Dezgeha Sema ya çandî û hunerî: Grûba Kamkaran piştî 12 salan vedigere Sineyê Grûba Kamkaran piştî 12 salan vedigere Sineyê ================================================================================ Hozan Amin on 17 July, 2010 05:18:00 Konsera Grûba Kamkaran dê li 5-6ê meha tebaxê li bajarê Sineyê bi rê ve biçe. Serperiştê Kamkaran Hoşeng Kamkar ji PUKmedia’yê re got:” Me konsera xwe ya dawîna li Sineyê, li sala 1998ê yanê 12 sal berê bi rê ve biribû. Em nuha piştî 12 salan vegerin hembêza bajarê xwe û li wir ji bo alîkariya nexweşên şêrpençeyê du şev stranan bêjin.” Hoşeng Kamkar got:” Emê 22ê vê mehê jî li Londonê konserek saz bikin û tê de stranên farsî û kurdî bistrên. 23ê vê mehê jî li hola Barbîkena li Londonê û 24ê vê mehê lî li festîvala Womedê konserekê saz bikin. Her weha emê 25ê vê mehê li li bajarê Mençêstêrê konserekê saz bikin û dawî li konserên li Brîtanyayê bînin.” Hoşeng Kamkar da zanîn ku dê 6ê kewçêra dahatû digel hunermend Ednan Kerîm bibin mêvanê xelkê Silêmaniyê û 7ê kewçêrê jî li bibin mêvanê xelkê Hewlêrê. Koma Kamkaran li sala 1965'an ji aliyê muzîkjenê rehmetî Hesen Kamkar li bajarê Sineyê hatiye damezrandin û heta niha beşdarî çendîn festîvalên navdewletî bûye û xaletên cida di asta cîhanê de wergirtiye. Endamên Komê Hoşeng Kamkar - (serperişt û awazçêker) Bîjen Kamkar - (yekem dengbêj û def, dehol, rubab) Peşeng Kamkar - (jenyarê sentûr) Qeşeng Kamkar - (jenyarê sêtar) Erjeng Kamkar - (jenyarê tunbek) Erselan Kamkar - (jenyarê berbet, ûd û vîolon) Erdeşîr Kamkar - (jenyarê kemançe û qeyçek) Erdewan Kamkar - (jenyarê sentûr) PUKmedia