Malpera Dezgeha Sema ya çandî û hunerî: Komeleya Raman pêncemîn roja çanda kurdî li Bonnê li dar dixe Komeleya Raman pêncemîn roja çanda kurdî li Bonnê li dar dixe ================================================================================ Hozan Amin on 27 July, 2010 03:45:00 RAMAN-Komeleya Xwendekarên Kurd li Bonnê pêncemîn roja çanda kurdî li dar dixe. Di şevê de hunermenda kurd Evîna Welat beşdar dibe û herwiha xwarin, vexwarin û govendên kurdî şeva xwendekaran xweş dikin. Her sal komeleya RAMAN roja çanda kurdî li zanîngeha Bonnê li dar dixe. Armanc ew e, ku hemwelatiyên elman û bi taybetî xwendekarên elman dîrok û canda gelê kurd nas bikin. Bername: 17:00 Derbaskirin û Pêşwazîkirin 17:30 Bixêrhatin û danasîna komeyelê 17:45 Raporek derbarê serdana birêz Florian Broschk a Hewlêrê/Kurdistanê. 18:45 Mûzîka kurdî (Tembûr). 19:00 Destpêka şeva mûzîk û demkêşiyê 20:00 Koma govendê ya gelêriya kurdî (Komeleya Mala Kurdan) 20:30 Govend û şahî Dem û Mêjû: Katjimêr 17:00 Şemî 31.07.2010 Navnîşan: Königsstr. 88 53115 Bonn – Poppelsdorf Agahî û têbînî: Yên ku dixwazin besdar bibin, divên bi riya E-Mailê (raman@uni-bonn.de) beriya şevê me agahdar bikin û navên xwe ji me re bişînin. Fewzî Dîlber 01725360865 www.raman.uni-bonn.de Ev şev bi alîkariya van dezgeh û komeleya tê lidarxisitin: AStA-Bonn, ESG-Bonn û YASA e.V. Amadekirina Baran Qamişlokî