Malpera Dezgeha Sema ya çandî û hunerî: BERHEMEK XEWNAZAD BERHEMEK XEWNAZAD ================================================================================ Hozan Amin on 29 July, 2010 03:37:00 16 stran bi xewnê xweyî azad hatine cem hev di Album a XEWNAZAD de. Di albumê de Hunermendên kevn û hunermendên Nû hene. Ciwan Haco, Nilüfer AKBAL, Rodî, Rosna, Jan ARSLAN, Sener YILDIZ, Destan, Leyla QASİM, Cesur REKAWT bi dengên xwe beşdarî behremê bûne. Produktor û Aranjorê albumê Ayhan EVCİ’ye Di behremê de tiştê herî balkêş zaravayên Kurdî(Kurmancî,Soranî,Zazakî) bi stranan di vê album ê de hatine cem hev. Berhem bi şirîkatîya PEL û SONY muzikê derketîye. PEL MUSİC bi vê berhema tevlîhev gava yekemin diavêje nav muzika Kurdî. Album a XEWNAZAD di pêşerojê de agahîyen Hunermend û albumên nu dike. Dengên Nû jî piştî vê albumê wê bi berhemên xweyî serbixwe wê bi PEL MUSİC ê wê gav biavêjin nav Muzika Kurdî. …………….