Malpera Dezgeha Sema ya çandî û hunerî: ANATOMIYA RIST Ê …. Nivîskar :Nîkolay Gûmîlêf…. Wergerandin ji Rûsî :Bêkes Têlo ANATOMIYA RIST Ê …. Nivîskar :Nîkolay Gûmîlêf…. Wergerandin ji Rûsî :Bêkes Têlo ================================================================================ Hozan Amin on 13 June, 2010 03:43:00 Di nav gelek formulan de bo zanîna rist çiye?,du formul tên e cudakirin.Weke ancamekî ji mijulbûna helbestvanan bi pox û veşartiyên kar ê ku dikin, hatiye danîn.Formula yekem ya Koleridj e bi bangawaziya ku dibêje : ,,Rist ew peyvên herî baş ,di baştirîn rêxistinê de ye,, û formula duwem ya Têodor De Banvîl e ,ku dibêje : ,,rist ew tiştê hatiye afirandin û tu pêwîstî nîne bi ser rastkirina wê ,,. Ev herdu formulan li ser yasayên hestedar avabûn e, bo wan peyvên ku li ser hişê me bi bandor in .Lewra helbestvan ew kes ê hemû yaseyan bi gelamperî ku peyvên hilbijartî birêve dibin, pêktîne .Bi karanîna beşek ji van yasayan, ew kes hunermendê paşxan e ye,û kes ê hîç tu yasa ne xebitîne ji bilî naveroka peyvan û lihev siwarkirina wan, ew ê bibe wêjevan,nivîskarê çîrokê.Hejmartin û bi rêzkirina van yasayan têoriya helbestê pêktê.Ev têoriyî pêwîste deduktîv be(encamdar be)ne avakirî be,tenê li ser lêkolîn kirin a berhemên afirandî ji helbestê, mîna maknîsyanê ku pêwîste alavên neyeksane rave bike, ne tenê wan destnîşan bike.Lê têoriya paşxan e (ger em karibin wisa bibêjin) tenê inductiv e(bandorî ye) ku stîl û têknîka çîroknûsên cuda cuda rave dike ,yana ew ê di têoriya helbestê de bihile . Ji bilî vê , bi sînor kirin û çarçove kirin a Potebnya ku rist fênominek ziman e, yan jî,beşek bi taybet e ji axaftinê ye.Her galgal xwedî naverokek e û bi takekî dîtir re pêk tê,girêdaye hem bi peyvdar ve ,û hem bi guhdar ve.Peyvdar bo yê dawî re rewş û derfetên cuda ku ew bi xwe tê de ye, pesin dike.Kesayetiya mirov ta bê dawî xwedî hêzeke dabeş kirinê ye.Peyvên me yên derbirînê tenê beşeke ji me ye,sîmayeke ji sîmayên rûyên me ne.Em dikarin ser evîna xwe ji dilberê re bêjin û diyar bikin,ji hogir re,ji yarê re ,di dadgehê de ,di koma vêxwarina meyê de,bi kûlîlkan re,bi yazdan re.Ronî ye ku çîroka evîna me di her car ê de cudaye, ji ber ku em bi xwe tên e guhertin li gorî hawir dorê. Bi vî rengî guhdar jî neyeksan in ,çimkî di dema em pêre diaxivin,em beşek tenê didin ber xwe.Ger em berê xwe bidin deryayê ,em karin bibîn dilgeş e an jî, xemgîn e. bo bi me alaqedar bibe em jêre dinivisînin , an jî, loma jê bikin ji bê guhdanê an jî, ji dijminayetî…w.d.. Pesindana deryayê, ji rexê filklorî,şêwekarî û zanista Ceolojî ve ,bi gelamperî girêdaye bi gazîkirin ê,bê guman li vira gazî weke têknîkek e û nakeve di çarçova guhdar de,çimkî guhdar tiştekî din e. Di her gaziyekê de, xwestekek serata heye ku helbestvan dixwaze şop û bandora peyvan bizanibe,nexwe pêdivî heye ku wê pêwendiya germ di neqeba /peyvdar û guhdar / de ku heye, bibîne.Û bi derfet û rewşa ku alîkar bin bo pêwendiyên wisa giring ku bête avakirin hest bike. Ev xeleka ha / psîxolojiya ristê /tê bi navkirin. Bi gelmperî di ristê de / peyvdar-guhdar /hevdû berdewam dikin û dibe têoriya ristê bi zanyariya anatomiya û psîxolojiya ristê bi fîzîolojiyê em wan bi berhev bikin .Ji ber rist orgenîzmek jîndewar e pêdiviya wî bi lêkolînê heye ji rexê fîzîolojî û anatomî. Bi vî awayî têoriya rist bi ser çar beşan dabeş dibe : bi lêvkirin (fonîtîk) , stîl, strûktûr , raman an jî, îdiyolojî .Bi lêvkirin pêveçûna dengê helbestê dişopîne( weke rîtm…bi berdêliya berz û nizimbûna deng ve ),rêzkirina mûzîkî(weke pêwendî û li hevkirina dengên neyeksane) zaniyariya kîşeyan ji rêxe deng ciqas li hev tên. Lê stîl ,li rexê bandor mayînê(an encamdayînê) ji bandora peyvan pêveçûn dike û çavdêr e,li gor kok û temenê peyvê , li gor rêzkirina wê ya rêzimanî ve û cihê wê di hevokê de,wisa jî hin komên peyvan ku mêtafora pêktînin. Strûktûr jî karê wê ew e rêzkirina hevgirtî ji ramanan,xûrtbûn û hêza ramanê lêkolîn dike ya ku diguhere.Ji bilî vê jî, lêkolîna hest û wêneyên di laşê helbestê de dide ber çavan. Raman (Îdîyolojî) , ew qonaxa mijarên helbestê û pêwendiya helbestvan pêre bi rêve dibe. Ev her çar beş tevlihev dibin bê ku eşker e diyar bibe,weke îdiyolojî di rex psîxolojî ve dizeliqe.Ji xwe danîna sînor di neqeba wan de zor e ,an jî nabe. Berhemên bilind ku bi navûdeng in van beşan li ber çav derbaskirin weke helbestên Homîros di /komîdiya yazdanî/de .Herî şapalên helbestî yên navdar tim du beşan bi kar tanîn ,û yê dîtir di tariyê de dihiştin,û carana beşek têne bi kar tannin in .Vê taliyê Akmeyzim hate holê û guhdan da her çar bêşan bi rengekî wekehev,wisa jî komek ji helbestvanên Fransî bi navêAbbaye ev daxwazî dixwestin. Nivîskar :Nîkolay Gûmîlêf Wergerandin ji Rûsî :Bêkes Têlo *ev gotar ji pirtûka ,, Nameyên li ser rista Rûsî ,,a Gûmîlêv Nîkolay Stêpanovîç(1886-1921) helbestvan,rexnegirê wêjeyî û wergêr,damizrandnerê dibistana akmeyzim peyvek Grêkî ye ,,άκμη,, bi weteya niqta herî bilind, di destpêka sedsla 20 de berzbû,li dijberî dibistan simbolîzmê bû,beriztirîn nûner û fîgora navendî Nîkolay Gûmîlêf ji vê dibistan bû paşê helbestvana gewre Ana Axmatova ye. *Banville, Théodore de(1823–1891) Helbestvan û nivîskarê Frensî ye. *Samuel Taylor Coleridge (1772 -1834)helbestvan,rexnegir û fîlosofê Îngilîzî ye. *Potebnya Aleksander Afanasêfîç : zimanas,wêjevan û fîlîsofê Rûsî ye,yekemîn ku têoriya linguistic Li Rûsya damizrandiye. 28.5.2010