Malpera Dezgeha Sema ya çandî û hunerî: Sibehên Nûristanê...Nivîs: Ehmedê Huseynî Sibehên Nûristanê...Nivîs: Ehmedê Huseynî ================================================================================ Hozan Amin on 26 June, 2010 06:53:00 Vê sibehê, li ser xuşîna dara kenê te, ji xewê şiyar bûm... Gulên tirsê di dilê min de radizan... Çûkên pirsê, li ser zimanê min, hêlînên xwe çêdikirin... Bi tenê stiranek, ji şewatekê mezintir, li pey te ma... Min bi agirê wê stiranê, daristana bêrîkirinê, vêxist! Vê sibehê, min sed helbestên evînê yên Pablo Nerudayî ji te re kirin gerdenî... min bişirîna te di dilê ronahiyê de kola, di peyvên te de li esmanekî şîn digeriyam, te ji min dipirsî: ma ew çi deng bû? dengê şkestina xewna min bû ... dengê dergehê bêrîkirinê bû, dengê pevçûna helbestên gerdeniya te bû û dengê lêdana dilê welatekî ku me ew di êşê de ji bîr kiriye, bû! Vê sibehê! Min çirûskên welatekî ji baranê, li ser pîtanokên lêvên te, didîtin. Min pirsên çavên te yên westyayî bi kila çîrokên zarotiya xwe dibersivandin, Min kelehên asê yên girî li ber lingên te radixistin. Min mûmên mirina xwe bi agirê tiliyên te vêdixistin. ...Min sîberên mîrnişîniyên hişê xwe, pêjna dizên evîna xwe, peyvên zêrîn ên bagerên Torosên xwe, ji te re, ji pirtûkên Xwedê derdixistin. Vê sibehê, bîna bin çengê te ji qehweya min difûre.. Bîranînên te, pencereyên xwe, bi ser çîroka mirina min ve, vedikin.. Li ser keviyên sermestiya xwe, wek goyînekî, dilopên reşegirêdanê, di çavên xwe de, berhev dikin... Li aliyekî min jinên aşîtiyê, li aliyekî bazirganên xwîna min, li aliyekî kêla dayika min û li al...iyekî jî erênaya rojê! Rûyê xwe bi baranê dinixumînim û nimêja ronahiyê bi navê te dest pê dikim! Vê sibehê, kevokek, li ser keviya pencereyê, diperpite.. li esmanekî dûr dinêre û di çavên te de li keskê pêxemberan dipirse.. kevokê, tembînameya xwe bi xwînê li ser cama pencereyê nivîsand: yên ku welatê we, xewna we, dilê we û berbangên we dikujin, min jî dikujim… ...ji kevokan re bibêjin bila di ser sînorên kurdistanê re nefirin... Vê sibehê, Min gulistana rûyê te gul bi gul av dida Min esmanê çavê te stêr bi stêr dixwend.. Min daristana xewna te, xezal bi xezal ji bendemanê re digot... Min kurdistana xwîna te jî, bajar bi bajar, ji darbesta azadiyê direvand .. ...Min destê xwe li newqa te dialand û min bêrîkirina xwe li ser lêvên te dimeyand... Vê sibehê, Min dilê xwe bi cawê ronahiyê dipêça û ji te re dikire berbejin... Min rojbûna êşa xwe, bi pênûsa bêrîkirinê, di sînga rojê de dikola û min mirina hechecîka xewnê ji te re dikire cejin... Vê sibehê, Yê ji te re dibêje roj baş ne ez im, ew melevanê keştiya bêrîkirinê ya li bendergeha dilê min e.. sîbera peyva xwe li ser destê te ji bîr dikim, çemê xewna xwe ber bi laşê te ve diherikînim, bi gulava afsaneya te sermest û dîn dibim, bêdengiya te ferhenga min e, awirvedana te qublenameya min e û dema ji te r...e dibêjim "Roj Baş" sirûdeke nû di giyanê min de ji dayik dibe! yê ji te re dibêje roj baş ez im! Vê sibehê, min dilê xwe bi çequlên dara tûyê ve girêdida.. Min çûkên Amûdê vexwendî hêlîna dilê xwe dikirin.. Min pirtûka miriyan ji te re vedikir û min şevistan, çiya, rêcên bêdawî, çenteyên seferê, birînên axê û min çîrokên daristana xwîna xwe ji te re dixwendin..Min ji te re digot: de bila dilê min kevirê bin sêla e...şqa te be! De bi min re bifire da ku bi hev re bigirîn! Vê sibehê, Kêlên goristana Amûdê li ser milên min hişîn dinin.. Ewrên çavên te li zeviyên şînîgir ên laşê min digerin.. Min pencereyên jibîrkirî yên temenê xwe bi ser helkehelka rêwiyan de, bêrîkirina mişextan de û ji dûmana xewnê re vedikirin.. Û wek ku çawan di navbera cêwiyan de wisa di navbera Amûdê û Amedê de şaş d...ibûm!! vê sibehê dastana te ya ji reşgirêdanê bi zimanê bageran dixwînim.. Vê sibehê... Min xwe di neynikên dilê te de sergovendekî poşman, didît. Min ewrên zimanê te bi tiliyên ronahiyê diguvaştin û min peyvên xwe yên gunehbar di dergûşa tobedariyê de dilorandin.. Pinpinîkên kurtepista min bi tîna dilbijînê dişewitîn, ne sirûdên bendemana te ji rondikên min têr dibûn û ne jî neynikên dilê te ji pey min vedigeriyan!.. Vê sibehê, min peyvên xwe yên şkestî bi ser raperîna pore te de dibarandin. Destên min mîna stêrkên rijiyayî di himbêza te de divemirîn. wek rûbarekî êşê li pey te diherikîm. Tîrêjên bişirîna te çavên min diêşandin, xuşîna kirasê te yê mor, bazinên te yên ji zêrê xewnê,gerdeniya te ya ji mewîjan, hestên te yên ji gulavê û... dilê min ê ji tirsê, bi hev re, difiriyan. Vê sibehê min li nûristana te sîbera xwe ji bîr kir! Vê sibehê, spîndarên xewnê di bagera zimanê min de li ba dibin.. Di deryaçeyên çavên te de li kelekên evîna xwe digerim. Di navbera banga te û hawara çiyayên birçî de, bi sedan berbangan hînî tagirtin û hînî himbêzên hevdîtinê dikim!Gulên peyvê bi ser hinarkên te de direşînim.. kavilên giyanê xwe ji bîranînên te û ji hişê demê direvînim! Vê sibehê, di nexşeya xewna te de keriyên tirsê diçurisîn. Mîrnişîniyên kenê te bi leşkerên talanê dorpêç dikin. Bîna mirinê ji barana te difûre, şehîdên te serên xwe datînin ser balgehên azadiyê û efsaneyên jiyanê ji qederên xwe re dibêjin. Pînpinîkên bîranînan li ser krîstalên lêvên wan vedihisin, rimên xwe ji bêrîki...rinê vediweşînin û di nexşeya te ya şkestî de pêrgî zaroktiya xwe dibin. Vê sibehê, di kuçe û kolanên bîranînan de, li pencereya kesk a dilê te digerim. Binefşên te bi barana giyanê xwe av didim û di çîroka bêdengî û tenhatiya te de werdibim.. Bi hezaran Qendîlanl li ser baskên te hilgirtî dibînim û bi hezaran rûbarên sor li ser kabokên te dilorînim. li pencereya kesk digerim, da ku di bînah...iya çavên te de bişewitim! London 04. 06. 2010 23. 06.2010 ehmedhuseyni@live.co.uk