Gulbihar Muhamed/ Zeyneb Yaş
Ez niha li Kurdistanê me, lê rengê kurdbûnê li vir guheriye
Stranbêja Kurd Gulbihar, 18 salan li Radyoya Bexda Beşa Kurdî, bi awazê stranên xwe hastên guhdarvanên xwe coşand. Di salên ku herî zêde zext li ser Kurdabûn bi awazên stranên xwe dibûn zarê vegotina pirsgirêkên kurdan, stran û klamên hunermendên Radyoya Bexda û Êrîvanê li çar parçê Kurdistanê belav dibûn û dibûn pir di navbeyna hemû Kurdan de. Ji wan hunermenda yek jî Gulbihara hunermend; şanoger, lîstikvan û stranbêja kurd bû. Ji ber strandina stranên Xwîşka wê Fewziye Muhamed ku bi kurdî distra mêrê wê jin tanî ser, ji ber şiqamekî hemû mal mêr dikirin qurbana hisyeta xwe û bi van helwestên xwe, rêzikên şi’êra Kurdî ya nûjen bi hunera xwe, awazên nûjen ev helbest dixemilandin. Cara yekê bû ku jinek Kurd di tarzek nûjen de stranên xwe pêşkêş dikirin. Gulbiharê dev ji hemû tiştî berda, lê dev ji gotina stranên xwe yên nû berneda heta teqewît bû 272 stran hilberandin û gotin. Bi salan bi tenê jiya li bajarê Bexda, niha jî li bajarê Duhokê bi tena serê xwe dijî lê hê jî bi awazên stranên xwe yên ku di kasetan de, ji kasetfiroşan ji xwe re kirîne, her carê yekê datîne ser teyîbê û bi ber pelê felekê dikeve.Dibê, em ne wekî vêga Kurdbûn, me Kurdbûna xwe ji dil dikir, ji bo pêşeroja welatê xwe dikir, ji bo irf û adetên xwe yên mirovantî dikir. Ez niha li Kurdistanê me, lê rengê kurdbûnê li vir guheriye. Kes li kesî û li kurdbûniyê xwedî dernakeve.
Zeyneb Yaş/ Duhok
Silav û hezkirin bo we.
Silav û hezkirin bo we.
Post your comment