Laperê Serekî | Hunera şêwekarî | Di hundirê hebsê de pêşengeyekî şêwekarî

Di hundirê hebsê de pêşengeyekî şêwekarî

Font size: Decrease font Enlarge font
image

 

 

 

 

 

 

Mestrîn pêşengeyê  Hunermend Husên Fiqe di hundirê  Hebsa Sûsê de hate vekirin.

Hebsa Sûsê hebsa Hukometa Îraq a Fîdrale li nêzîka bajarê Silêmanîyê ye.

Iro roja pêncşemê 13.8.2009 bi helkeftina merasîmê derçûna xolê 12 yê ji Ekadîmîya çeksazî ya girtîgeh Sûsê Pêşengeyê Husên Fiqa jî di hundirê hebsê de,bi beşdariya xelkekî pir ji ronakbîr, hunermend û rojnemevanan , ji aliyê Mamoste Cewher Kirmanc nûnerê Mam Celal yê Roşanbîrî û ragîhandin û ji aliyê berêz Mamoste Ezîz , serokê dezgeha Zanyarî ve hate vekirin.

Husên çî yê bê giyan di hundirê hebsê de hebî gîyan pê de berdabû û di tebloyên xwe de bi kar anîbû, ew ê temaşeyê Tebloyên hunermend Husên dikir diketin çihanek din, xuyabû ku hunermend ne di hundirê hebsê de dijî belê di hundirê xwe yî taybet de dijî, loma pêşengê xwe bi 98 tebloyan xemilandibû her çend tebloyên wî jî berhemê dibistanekê bûn.

Amdekarên li wê pêşengehê  gelek dilxweşbûn û nedixwestin ji hola pêşengehê  bi derkevin.

Rêvebirê hebsê berêz Ebdulmumên Ebobekir daxuyan ku wê pêşngehê di demek nêzîk de li bajarê Silêmanî jî vekin.

Husên Fiqa Xelkê Kurdistana Sûrêye ji gundê Şîtka ye ji berî çend salan ji aliyê leşkerên Emrîkî ve li ser Sînorê Sûrê li Tilgoçerê hate girtin û teslîmî dadgeha Îraq kirin. Ji bextê wî ket ber destê hakimekî şofînîstî Ereb 15 sal hukum lê birîn.

Lê Husên ji eşiq û  evîna welatê xwe re di hundirê hebsê de jî  ranewestiye bi firşe û qelemê xwe xizmeta welatê  xwe dike.

Mihemed Hemo  

 

 

feqe1_411991546.jpg
 
feqe2_595429790.jpg
 
 feqe3_604493744.jpg
 
feqe4_172977694.jpg
 
feqe5_360201471.jpg
 
feqe6_473442394.jpg
 
 
 
 
 
 

 

 

 

Subscribe to comments feed Comments (0 posted):

Post your comment comment

Please enter the code you see in the image:

  • email Email to a friend
  • print Print version
  • Plain text Têkist
Rate this article
4.67
Powered by Vivvo CMS v4.1.6