Pêşengeha Hunermenda Kurd Reşa M. Salih li Diyarbekirê
Hunermenda Kurd Reşa M. Salih li Diyarbekirê bi wêneyên xwe yên “Li Hember Tund û Tîjiyê, Evîn” ku helwesta jineka Kurd bi hesten hunerî li hember kiryarên li ser jinan tên pêkanîn li ser tabloyên xwe bi wêrekî xêz dike û navê babeta xwe ya serekî jî datîne: “Li ciyê Tund û Tîjiyê, Evîn” û bi vê serbabetê wê tabloyên xwe pêşkêş bike ku Hunermend Reşa M. Salih keçeke ji bajarê Zaxo ye û her weha li Zaxo, li “Navenda Grafîka Zaxo” ligel Hunermend Awnî Samî(Cexsî) mamostetiya bi sedan zarokên kurdan dikin û hunerê bi wan didin hez kirin û wan di warê grafîkê de perwerde dikin.
Bi hevkariya Şarevaniya Mezin a Diyarbekirê, li Salona Şarevaniya Mezin a Diyarbekirê Pêşengeha Wêneyî ya Hunermend Reşa Muhamed Salih ya “Li Şûna Tund û Tûjiyê, Evîn” wê di roja 12 Berfanbar 2009, saet di 16:00an de bê vekirin.
Semakurd-Zeyneb Yaş




del.icio.us
Digg
Post your comment