Çaremîn Pêşengeha Şêwekarê Kurd Kemal Heraqî
Şêwekarê Kurd yê afrêner Kemal Heraqî li bajarê Celle/Almanya li mala Êzîdiyan, çaremîn pêşengeha wêneyan ji 09-11.09 Cotmehê vekir, pêşengeh ji 40 tabloyî û sê babetan pêktê.
1.Olî
2. Jin
3. Polotîk
Kemal heraqî ji salên 80 î û virde bi ametorî dest bi karê şêwekariyê dike, û ev xwestek û hêvî roj bi roj di dilê wî de mezin dibe, kemal Heraqî ji kaniya dibistana siriyalî dinoşe û rengê tabloyên xwe ji êşa gelê xwe digre, Kemal bi hosteyî babetên tabloyên xwe hildibjêre û bi tabloyên xwe êşa gelê xwe li ber cîhanê radixe. Li gora şêwekarê Kurd Kemal heraqî perîkên şêwekaran pêwiste ji bo azadiya civakê di tevgerê debin û di heman demê de bibin melhemên birînên wan.
Şêwekar kemal heraqî di tabloyeke xwe de rewşa pêşmergeyên ku bi dehê salan di meretona kar û xebata azadiya welat de meşîne û rewşa wan ya niha ku têdene tîne ber çavan.

Di tabloyeke din de êş û azarên civaka êzîdî ku dibin zextên têkçûnê û şûrê bê dadîyê dene li ber çavên cîhanê radixe. Êş û azarên vê civakê yên ji kiştina Duhayê li Behzan destpê dike û heya bi komkujiya şingalê diçe, ji hêla din ve jî rexneyên giran li qata rewşenbîr û civaka êzîdî digre.

Di tabloyeke din de jinê di çavên mêran de dide nîşan, bê çawa mêr tenê li bedewiya jinê dinere û qet li maf û cihê wê di civatê de napirse. Bi perîka xwe bindestiya ku li ser jinê tê meşandin bi hosteyî li ber cavan radixe.

Xebat Şakir
09.10.2008 Celle/ Almanya
Cihê pêşengehê:
Mala Êzîdiyan ya Celle/ Almanya
An der koppel 21
29227 Celle
Ji 09 -11 meha Cotmehê




del.icio.us
Digg
Post your comment