Laperê Serekî | Helbest | Serpêhatiyên darbestan…Helbest : Demhat dêrikî

Serpêhatiyên darbestan…Helbest : Demhat dêrikî

Font size: Decrease font Enlarge font
image

 
 
 
Diyarî bo mesûd xelef: dema em dibûn gilokên befrê, pêlên bagerê jiyan di nava xwe de diguvaşt û çîrokên me di darbestan de dibûn aşopên dîrokê û ber bi rojên bendemanê ve diçûn .
 
 
 
Tê bîra te?
Li wir,
Li welatê çiyan
Li bajar û kolanên kêferata şevên giyanxwar û bermayên evîneke derengmayî, ku sirûda 
Zinaran,
Berfînan,
Nalînan li şopa rojke din,li vî welatî deng dida!
Li bin vê sirûdê me xatir ji şevê dixwest û rojê, bi alên şermê em pêşwazî dikirin.
Wê demê,
Me digot,
Xwezî bi şevê ,
Xwezî şev vegerê ,
Xwezî şev careke din konê xwe vedê û me di kêfrata xwe de,bipêçê,û em ,ber bi şevê ve dimeşîn.
Em dimeşîn,
Meşên me dibûn darbest,
Çiyayên dilê me,
Bi darên darbestan dixemilîn.
Ew kenê ku ji gustîlka welatê min derdiket û bi awirên me dixest
Di nava hezkirina xwe de 
Kaniya darbestan ziwa bike, dibû kefenk!
Kefen pir dibûn,
Şev har dibûn.
Şev li pey şevê,
Kefen li pey kefenê
Bi tilîliyên aşotan re
Ber bi goristanên govend  girtî ve, diçûn……… erê bira,
Li vî welatî,li welatê sor , li welatê ku serê zarokên xwe dixwê!..
Li welatê girî,
Li welatê şînê,
Li welatê ku her kêlî jiyan diçû mirinê, mirin diçû jiyanê 
Milên min û te 
Bi çend darbestan hate daxdan!?
Erê.
Me çend mirin hilgirtin?
Me çend mirin di jiyanê de,veşartin!
Erê bira,
Navê van serpêhatiyan
Ne bi pênûsê, bi hestîkên cane me,
Ne bi hebrê,
Bi xwîna rayên me
Li ser lênûska dilê me,hate neqişandin
Caran ev kezîzerek bû,
Caran ev çavşînk bû,
Caran ev ez bûm,
Caran ev tu bûyî,
Û caran ev em bûn,
Serpêhatiyên darbestan
 
 
 
 
demhatderiki@hotmail.com
 

Subscribe to comments feed Comments (0 posted):

Post your comment comment

Please enter the code you see in the image:

  • email Email to a friend
  • print Print version
  • Plain text Têkist
Rate this article
0
Powered by Vivvo CMS v4.1.6