Xweziyên nêrgiza ...Helbest: Evîn Şikakî
Di wê êvara bê guneh de
Jana ez hejandim
Xweziyên ku ji lêvên nêrgiza diherikîn
Bajarekê kurdunde avadikir
Hêviyê ku ji sînorê xewna derbas dibûn
Xem koçber dikirin
Û bi hezera êş diweşandin
Ew kulîlkê ku li dora min kom bûbûn
Soza biharekî dirêêêj wergirtbûn
êvar ber bi şevê diçû
Şev ber bi sibehê diçû
Ne şev dibû hostayê avakirina dilê herifî
Û ne sibeh jî wêneyên şermiyê li ser çavê xwe radikir
Di wê sibeha gunehkar de
ez beru te dihatim
Wekî cejnekî bi cilkeên xwe yên nû
Wekî mêweyekî
Wekî sêwiyên
ku di dumahiya şevê de
ber bi mala xwe diçûn
Û lêvên wan bi girnijina xemlandîbun
Rate this article




del.icio.us
Digg
Post your comment