LI BER PÊLÊN BÊRIYÊ…HELBEST: FADIL TEMO
Beriya pelandina
Rûdêmên te kirine
Tiliyên min
Bêriya seyranê
Di nav porê te de kirine
Û wek
Guldaneke bê gul mayî bûye
Va sînga
Li dû ku te serê xwe
Li ser sîngê dûriyê danî
Wek bêşigeke
Bê sava mayî bûye
Di pê te re
Şev jehrê
Berdide
Ser dil û derûnê min
Ji çîyayekî
Hîn girantir dibe
Li ser dilê min
Ji tajangbazekî
Hîn çavsortir dibe
Li ser laşê min
Sare
Min sar e
Were min bi nêrînekê
Bi girnijînekê
Yan bi ramûsanekê .. binixêmîne
Bi gotinekê
Gotineke tenê
Û nexeme
Tew nexeme gotin çi be
Min
Bêriya dengê te kiriye
Bêriya dengê te kiriye
2000
Rate this article




del.icio.us
Digg
Post your comment