Weku Mendalekiye…Helbest: Mehmûd Badilî
Li pey siya xelkê baz dide
zimanê xweyî şewitî
ji her kesî re dirêj dike:
" Ji bo xatirê Xwedê..
Xwedê zarokên we ji we re bihêle..
û wan neke wek min..".
Payîza dengê xwe
li ser peyareyan radixe
Carinan
di berîkên vala de
tiliyên xwe gez dike…
Carnan
di kurkê dilovaniyê de
êşa xwe ji bîr dike.
Bajar..
di hinavê kovanên wî de
vedimire.
Xemgînî labelabke..
bi dîwarên kûrahiya wî ve
radipelike.
Her kes dibûre
kes li pê xwe nazîvire
û ew
hedana xwe
bi pêsîrên sawîran
şîr dide.
Hemî navên Xwedê yên xweş
li ser paçikê parsê radixe
Pişta wî li dîwarekî reşe
berê wî li ronahiyek nediyare
û berf di hindirê wî de
dibare.
Bajar li ber çavan
li ser serê xwe dimeşe..
û pûtên meydanên wî,
şevbuhêrkên xwe
bi tozê..
bi hêçka wî û hevalên wî yên boyaxçî,
li qiraxên bêhêviyê
dixemilîne.
Ne ji bilindahiyê fêm dike
ne ji nizmahiyê,
lê dizane
çawa jiyan
mişextiya wî li kolanan par dike.
û çawa dêya wî
li ber deriyê jiyana wêyî ku
ber bi valahiyê de diçe
dest li ber ruwê sar
diponije…
bêdengiyê bi tisî dipûrisîne.
Û ji bo çi bavê wî..
nifiran li roja zayîna xwe
dibarîne..?
Naxwaze her tiştî nas bike
taku li hember tiştên nepenî
nekeve.
Dizane hez bike
dizane biqehere
lê gelek caran.. ken û girî
di hindirê xwe de dikuje
belê ji maçên kevokan
xewşbûna jiyanê nas dike.
Toze..
disûrike her quncikî,
tîrêje..
ligorî xewnên destê xwe
dipijile her aliyan.
gelek caran
pêxwas li kolanan baz dide
her tiştî ji keçikanî dixe
bi tîqetîqa kenê xwe
cîhanê tevî bazar dike.
Ba li nava xwe dipêçe
ji sotina dilê xwe
çixareyan vêdixe
dema dikişîne
gerdûnê tevî himêz dike.
Dilovaniyê pars dike
bêpariya xwe
li kolanên bê xwedî mahr dike
û lay wek berikên damê
xewnên wî belav dikin.
Porê wî
ji destê bav yê zivir hez dike
û ji awirên wîyî tûj
çavên wî jî
ji baranê.
Xwe li cîhaneke berfireh dibîne,
û temenê wî
cotek sole
di lingê bêpariyê de
dirize.
Mendaleke..
kurte çîrokek
nediyare
di wêneya vê cîhana afirandî de
winda dibe.




del.icio.us
Digg
Post your comment