Laperê Serekî | Helbest | Li Min Negerin - Dikim Ji Rê Bikevim...Helbest : Kemal NECIM

Li Min Negerin - Dikim Ji Rê Bikevim...Helbest : Kemal NECIM

Font size: Decrease font Enlarge font
image

 

 

Ku hûn li xwe ne ewle bin

Ne kevin gira agirê di serê min de dadayî

Nejî li min bigerin

heme ji îro

ji sibê

dikim ji bîra we biçim

yan bêserûşop winda bibim

***

 

Lehiyeke ji demên kuştî

yên mirar

ji guneh, ji tewn, ji guman, ji birînên sar, ji yên germ

Lehiyek ji tenahî, ji mitalan

ji bêrîkirinê, ji poşmniyê, ji têkçûnê

Mîna gira sîmirekî,

ku ji kezeba min venabe..

rika xwe daye temenê min yê navsalî

dike min ji rê bibe.!.

***

 

Ji kû ve hîn bûye ku ez

heme ji îro

 ji sibê

dikim ji rê bikevim

yan bêserûşop winda bibim..?

***

 

ji çavên minî behitî, lê ji pûnijîna min

ji dengê minî kelogirî, lê ji giriyê minî kelo dengî..!

nizanim ji şûna birînên di pişta min de,

lê ji şûna kevirên di dilê min de..

***

 

Pêjna destên we dikim li ser eniya xwe,

destên we  sar in

ku hûn ne zindî bin

destên xwe yên sar

ji ser laşê min vekişînin.

 

***

 

Pêjna peyvên mirar ji pistepista we tê

Ku hûn ne helbastvan bin

Herin mirarên xwe

di şevbuhêrkên miriyan de

bixwînin,

ez hîna nemirî me, laşê min hîna germ e.

 

Kemal NECIM

 

 

 

Subscribe to comments feed Comments (0 posted):

Post your comment comment

Please enter the code you see in the image:

  • email Email to a friend
  • print Print version
  • Plain text Têkist
Rate this article
0
Powered by Vivvo CMS v4.1.6