Zarok û zindan...Helbest: Mîre Hêkan
Min dixwest hina gulîke te bihûnem
Min dixwest hina çîrokên te bixwinem
Tu hîna bi lîstikê xwe şa ne bû
Bi bihara jiyana xwe şa ne bû
Sûcdariya te kurdbûna te bû
Tu penabera di welate xwe de
Di cihe bav û kale xwe de
Zordestiya têlênrêsayi girtin û dev gemkirine
Desthelata têlênrêsayi bêwejdanî û rûreşkirine
Lê metirse keça min,hêstir û rondike te rûmeta me ye
Lêdan, êş, rev, tirs û wendakirin jî ji bo azadiya me ye
raweste li ser piyan keça min têkoşîna te jiyana me ye
Raperîna te, hest, nan, av, hebûn, û hêvîya me ye
Mi ji te re ji pinîka mirîşkên te xelatek anî ye
Fermo ev nîşana bêguneh ya jiyana te ye
Hilde, hilde Hêka jiyane ew para me ye
……………………………....................................................
Mîre Hêkan……..Almanya….12.8.2010
Pêwendî: Info@ Mirhek.com
Dîmen/wêne: Atelya Mîre Hêkan





del.icio.us
Digg
Silav u spasiyen herim bo te
Min nizanibu ku tu helbestvane ji.. her biji biji bo helbesta
Kone Resh
Qamishlo
Post your comment