Bi xatirê we...Helbest: Hoşeng Osê
Bi vê gemahiyê nikarim…
Dê werim.
Li ber tîna te, nikarim xwe ragirim…
Dê herim û herim.
Hîna dinalim.
Min ji şevê re ne gotiye min biklê… û biklê…!.
Li benda te me…
da tu destê xwe yê çepê bi ser birînên min ve bibî û bînî…
bi destê rastê, min ji bîranînên min, dawşînî.
Hîna lal im.
Zimanê min nagere… girane!.
Li bendê me tu min biklênî û nivîşka sawêrên di nikilên kewên gozel bidî.
Da zimanê min bilive û kevirên di gewriya min de biherifin.
Xav im, ji bêrîkirina te…
dikim bibim kêzika hecê û ber bi te ve bifrim.
Xav im, de were bi hembêzên xwe, min bipijîne.
Ne tevna Xwedawendan têrî janên min dike, ne sawêrên Ehrîmenan.
Ne zindî zanin, bê te çi aniye serê min, ne mirî!.
Ji lewma, hîna xav im, û jibilî te, êgir, min navê.
Ji çokan ketim…
Û ez li te digerim.
Dema min te dît, ji hiş ketim.
Ji kîjan nervînê ketî vî dilî, vî giyanî, vê xwînê….!?. Tu jî nizanî.
Tenê dizanî, tu ketî.
Tu ketî yan neketî!?.
Min ji şeveqê re gotiye: wêde here…!
Kejxezala min dê bê.
Daristana min, çavbuhşta min, karxwerista min, pisîka min, mêwerdeka min…
Dê bê.
Lidar im, dinalim, bendewarê diza xwe me…
Da min bibe kewarên ramûsanan.
Va hat…
Bi xatirê we.
19/8/2010
Atîna




del.icio.us
Digg
Post your comment