Finda te...Helbest: Azer Osê
Vê sibehê, ji riwê te,
baran dihat
û ji xewna min,
bêhna eşqa te dihat,
çî nexweş, tev nedima,
zengil ji te re lêdida
û tû serwext, pêrgî çaxên xwe dihat,
pirs neman!
û ji te,
bersiva her tiştî diva?
…………………..
Tû dihat,
dem ji xwe bêdeng dima
êşê koça xwe danî
te finda kesk diyar dikir,
û li hêviya maç,
û pêçana destên,
min dihişt
……………….
Min xwe,
têde xweş dixwend,
û têde raza xwe didît.
…………
Min lê nerî, perdeya şermê,
diqetand
û bêhtirîn bedew dibû!
û ji kenê te,
bi arê can ew vêdiket.
………..
Jê şewitîm,
ne westiyam
û ji şewatê,
bûm tiraf
lê ew…….
wekî min dixwest,
zindî bi arê xwe dima
û sitrana jînê her digot………..
30.08. 2010 Azer Osê
Rate this article




del.icio.us
Digg
Post your comment