Laperê Serekî | Helbest | ROJA PIRSA WÎJDAN…Helbest..:Hozan Xelîl Murşid

ROJA PIRSA WÎJDAN…Helbest..:Hozan Xelîl Murşid

Font size: Decrease font Enlarge font
image

Roja pirsa wîjdan

 

 

 

 

 

 

Roja pirsa wîjdan   

Gul û sosinên me serî berjêr kirin û çelmisîn

Kulîlik û nêrgizên me rengzerî bûn û rewisîn

Çem û rûbarên me kok neherikîn û her  miçiqîn

  Ji ber roja  pirsa wîjdan

 Roja li darvekirina serok û rêberên bê xwedan

Li Amed,Mihabad, Dersim,Kerkûk  ji bo berxwedan

 

                ******

Kal û pîrên me her  bang dikin, êdî bese koletî

Jin û keçên me her gazî dikin,na ji bo bindestî

Law û zarokên me hawar dikin,na ji bo zordarî

Ji ber  roja pirsa wîjdan

 Roja şehîdkirina rêber û serwerên  me Kurdan

Li Viyane ,Almanya û li Şar û Çiyayên Kurdistan

******

Xunavên  ser pelên gul û çîçekên baxa  jînê

Rondikên çavên Leyla dibin kaniya ava jînê

Nalînên jinên medan  dikin vedenga vejînê

Ji Ber  roja pirsa wîjdan

Roja pîlana dij bi rêber û serokên bîrdozdan

li germiyan,Şam, rosya ta Roma û Kînya û yunan

******

zevî û gelî û daristanên  me  hişk bûn û peqîn

tav û rojên me bin ewir bûn,ji Efrîn ta Latşîn

jiyan bû bi janeke bê sûd wek germa werza havîn

ji ber roja pirsa wîjdan

Roja şewitandin û kîmyabaran  û  Enfaldan

Li bajarên Amude,Heseke,Helebçe û Serdeşti

Li deverên  Gerimiyan , Mukriyan,Zîlan û Berzan

Êdî bese  bikin pirsa wîjdan ji ber rojên pirjan

 

28-10-2008-Silêmaniyê

 

(efrinzan@gmail.com)

 

Subscribe to comments feed Comments (0 posted):

Post your comment comment

Please enter the code you see in the image:

  • email Email to a friend
  • print Print version
  • Plain text Têkist
Rate this article
0
Powered by Vivvo CMS v4.1.6