Helbest
Sibehên hêrsa te…Helbest: Ehmedê Huseynî
Diyarî hemî hevalên min ên Fêsbûkê yên ku rojbûna min pîroz kirin!
Stranine* Çînî… Mihemed El-Maxût
Wergerandin ji Erebî… Fadil ..Temo Berê huner li ba me û li ser hemû astan ji piçûkî de despê dikir Ji dibistanê de Ji dayîngehê de Ji zanîngehê ...NOŞE NOŞÎN…HELBEST: DILAWERÊ ZENGÎ
Noşe noşîn cama ji dest muxbeçînê meyfiroş Şahî linik te dilber bî meyxurînê mey me noş Her bi navê nazenîn vexw nebî sawîr ber te goş Sergiranî wê ...Berî ku…Helbest: Azer Şiweş
Berî ku çavên min, di hewara dûrbûna te de, bêne serhev, û ez bêyî te, ji vê jiyanê koç bikim, berî ku razêm, û xewnên bêrîkirinê, bi ...Sibehên tîra te…Helbest: Ehmedê Huseynî
Vê sibehê, tîra dengê te di dilê min de dadiçike, Xwe vediweşînim, Xwe bi ser pizota bêrîkirina te de direşînim, Tu ji min dikevî, Tu bi nêrdewana xwîna min ji ...Roja malwêran…Helbest: şêro dalînî
Çi rojeke malwêran, çûkên min ji xulmaşiya mestbûneke herijî şiyar dike ew ê nizanîbû ku ez di himbêza evîniya xwe de kêferata man û nemanê dikim?! ev ...Rûken …Helbest: Zoryar Tehlo
Li min bipirse rûkena min Çima tu wisa bêdeng e Dilê te îro ji min maye Dem dibhûre dereng e Ma qey te jibîrakir evîna ...Sibehên tirsa te…Helbest: Ehmedê Huseynî
Vê Sibehê, Hema hema tu her tişt î, Çavên te, di esmanê dilê min de, du stêrk in dê dest bi çurisînê bikin, destên te dê ...AZADÎ...Helbest: Mela Ehmedê Namî
Mela Ehmedê Namî di bîranîna xwe ya 36 an de , helbesta xwe a bi navê AZDÎ, diyarî berdewamiya têkoşîna ciwanên azadîyê dike. Were, ey ruhniya ...Giyan ê hemdem …Helbest :Nizar Yosif
Bi gihêje banga vê hawar ê Hesabdar ê stiriyên vî baxî be Dîwar ên bi guh Destvala na! Û pêxwas neyê Kelş ên çemê zuha Avzê daqurtandin Lewma kelekxem ên me Liser ...PERDEYA XEYALÊN TAZÎ...HELBEST: XIZAN ŞÎLAN
rojan xwe ji min vedişartin şevan xwe bi min nimandin hêrsa ewrên tarî radibû asîman di birîna kezeba xwe de diqelişî çirûskên stêrkan vedimirîn heyv di kîn û nefreta xwe de ji nişka ...Ji bo Bavê Ciwan... di bîranîna salvegera wî de.... Diya Ciwan
Min digot qey tu carî, dara Mazî hişk nabe.... û kevirên gundê me pîr nabin.... Min digot qey tu carî, Stêrik ranazên…… û birînên min careke dî ...Ercîşê...Helbest: Abbas Ismaîl
Heware li Ercîşê qêrîn û heware qesir û qunaxên bajêr serûbin bûne hatine xwar xwişk û bira kur û bav jin û mêr gêj û ...Di şevê de …Helbest: Silêman Azer
Tiliyên te binermiya xwe, vedikirin qumçikên şevên min di westandinê de. Tu li bijiandinê gur dibî, ji te dibijive mêraniya kelgerim. Li ber dîwarê ...Sibehên ferhenga reşesor …Helbest: Ehmedê Huseynî
Bo Hekîm Sefkan Vê sibehê Tu birîndarê mala bavê min î Hekîmo!, Tovên axînkêşanê li zeviyên xewna te bê baran dihiştin, Min bi şûrê xwe yê tolhilgir reşeewrên ...Sînema Amûdê dîsa dişewite …Helbest: Azad Hecer
Ji bo Bîranîna 51 saliya şewita Sînema Amûdê...DAYÊ HELBAST : EHMED MUSTEFA
Dayê Dayê dayê dayê... Lê dayê bê te sebr a min nayê Tu gul û çîçekê dunya yê Dayê dayê dayê .... Lê dayê Dayê dayê dayê... Lê ...Mirin…Helbest: Şêro Dalînî
Çi şikefteke dev ferehî tu li tariya bînpêketî sîxurî li tiştên min yên buha dixebite û bi saw lêgerîna xwe dike çixareyan bi çermê min dipêçe bi agirê dehên ...karwanê pakrewanan … Helbest : CIWAN DÊRIKÎ
Diyarî karwanê pakrewanan Rostem Cûdî , Çîçek Botan , Elî Şêr Koçgirî û rêhevalên wa . Roj û şev bimbe dibarin çi semax û rûmete ? Deng ...Xetîra Azadiyê….Helbest: Zoryar Tehlo
Mişel e,herdem li bîre Herkîn û sûlav û tîr e Rewşenbîr û hem jîr e Pêt û alaf û xetîr e Xwezyarin bi dilê te Kanî ji vî rengê te çendî ...Gelac…Mihemed El-Maxût… Wergerandin ji Erebî…Fadil Temo
Tevî qûmistanîbûna Ku êrîşî cîhanê dike Ji nişkêve li çayxanê şîn hatin Wek du şaxine şandî Ji kevnaretirîn û çelengtirîn Buhar di dîrokê de *** Li ser yek maseyê ...Tu li esmanan bûyî Stêrkek…Helbest: Besam Mistefa
(Bi helkefta şehîdketina Mişel Temo) Mêrxaso! Li esmanên sahî bûyî stêrkek Li deşta Sirûcê Li qeraxa çemê Efrînê Li Dêrik, li Qamişloka birîndar û ...ŞEHÎDÊ AZADÎ ((Mişhel temo))...Helbest: Dildar Ismail
Ji qamişlo diese hate der Wekî her dem wekî her car Alavek agir alavek miştî kul Bi xwîna sor bê avdan gul Bi xwîna sor qad namîne şil Ava ...Mişel Temo- Alav a te dilya rijand…Helbest: Nizar Yosif
Gotin pijandin raxistin Azadî ji tirs ê welidand Agir bi dudiliyê de kir Zindan ji coş ê leriz î Doz herikî Balav ên kûtî bûyîn bi dilya xwe ...MENDANA….HELBEST: ZORYAR TEHLO
Mendana mendana Jiyan û efsane Buhar û havîne Payiz û zivistane Germiyan û zozane Ji rengên jiyane Dîrok û evîne Welat û yare Mendana mendana Mihabad û Amede Qamislo û Hewlêre Hemî zîv û zêre Tevde xêr ...Şehîd……Helbest: Rêzan dil birîn
Rewan pakên pîrozin Li ard û li azmande Çivîkên bi awazin Teyrên di buhuştê de Her rûmeta mirovin Moraxwe tim di dilde Şehîdên xwedî rolin Di ...Ji nişka ve...Helbest: Azer Osê
Diyarî birayê hêja: N J Li vir, û ji nişka ve, bêyî xatir, bêyî ...Çavê te…Helbest: Elî kolo
Çavê te Zindaneke tarî ye Bê dîwar û derî ye Dîl dike giyanê min *** Çavê te Welateke paqije serkêŞe bê dawî ye dorpêÇ dike canê min *** Çavê ...Ez vîna milet vîna gelim …Helbest: Azad Mousa
Ji min re gotin : dor here hirç û hov li vir hene xwînxwar û qirêj …. Min ji digot : Na keko na Ez nema xwe ...Û ez Hemza me…Helbest: Yasîn Hisên-Amûdê
Ez Hemza me, hûn min nas dikin? Hemzayê Pêlewan Kurê Xwedê û Yezdanan… Tê bîra we…dema hîna we diranê şîrî derdixistin, min ji kezeba xwe dida we? Tê bîra ...Bi Xatirê We : Helbest Lorka
(hilbijartinine) Federico Garcia lorca(Lorka) 1899-1936 Wergerandin Ji Erebî Fadil Temo Şahiya Xemîn Şahiyên Pirtirîn xem Ku Helbestvanek bî tu … Hemû xemên dî Ti buhayî wan tine ye Ta mirinê be Bêyî Çavên ...Lêgerîn …Helbest: Azad Hecer
Heger tu deryaye yarê, ezê bigrîm û ji hêsiran çêkim te heger tu mirine, ezê xwe bikujim, çavan li jiyanê bigrim, jibo bibînim te heger tu dojehe, ...Ber bi xewnê de…Helbest: Mehmûd Badilî
Neynûkên hevalên te di çavê bavê te yê diktator de zêl dan û jana dilê wan di serê tiliyên te de şoreş vêxist. "Diyarî Hemze ...Qamişlokê…Helbest: Yasîn Hisên… Amûdê
Erê…Erê…Qamişlokê Qamişloka rengîn…û zanegîn Tu beşekî biçûk bû ji mezin ji giyanê min… Peymanên teres…yeko yeko hatine rêsandin Da te bikin bûka min î bi tenê… Tu dizanî ku nisêbîn ...Sibehên Mazlûman....Helbest: Ehmedê Huseynî
Vê sibehê, Bila Mezlûmê min jî dilê xwe yê kesk li ser keviya bêrîkirinê bihêle, bila Munzurê di xuşîna xwîna xwe de hînî xuşînê bike, ...Gazin….Helbest : Sîpan Hota
Şeva baranek dihat xwar Baranek maye benda hatna bi zehmetî tê Peşkên şermok tarîya bê dawî Li hêvya te mam Raman çun û hatna wan ...Mirina sermedî...Helbest: Azer şiwêş
Va li vir bê pîlan û li vî cihî, tu raserî min dihat, min bi xwe! te xelîlê dil didît û dil bi xwe, ji min bêhtir te ...Kazib sersibehiyê lê dide...Helbest: Nizar Yosif
Kazib ê bi gurmîna meşkê re spî kir Sersibehî şahiyê lêdide Destpêçik zavê di hêmîn e Keyîn dey li xewa babkuştiyan dike Dilşikestiyan rondikên zuha barandin Hestyar bi landikan ...BILBILÊ DILÊ MELÛL...HELBEST: XIZAN ŞÎLAN
li demsalên bextewariya berbabûyî peleke ji dara xwe weşiyayî me sêwiyê payîza birçî me leyîstikê li ber destên qumara şevên xopan im noqarê deryayên xemkêş im li pey dengê ...Tûkê ...Helbest : Şêro dalînî
Ji tûkên bi ser çena te ve ez ê pirtûkan li hembêzên hêrifî jî beabvbikim, ji çavên ku ji xew û xewnan ...Şêx Meşûq Şêxê Pakrewanên Kurdan
...Helbest: Ehmed Mustefa Ey Şêxê min, Ey Şêxê Pakrewanan, Ey Şêx Meşûq, Sed ah ji ber destên çeper, Sed ah ji ber çerxa demê, Sed ah ji ber mirovên xiniz. Gelê ...Di şewatê de bêrîkirin...Helbest: Azer Şiwêş
Xwezî te li wir, rê ji min re, ji aşqê giyan re, ji şevên şivên re, vekira ta ku min, ne tenha bi hestên xwe, lê bi ...LASENGÎ....HELBEST: Arşek Baravî
Wa birano.. mizgîniya min li we be.. Ew birînên xaka minî ku lê hilperikî bûn.. bi jana xwe re ram û kedî bûne.. Û nuha vaye ev xaka ...Todeya Soz Ya Ku Dibe Te Hilgire...Helbest: Ehlam Mustexanmî
Wergerandin Ji Erebî...Fadil Temo Pir û pir çeleng dimeşî tu Pêlava te Dilê min e Weku dilê te tine ye ..................... Kî ku li çavên te rast hat Av û av ...Destên Amûdê....Helbest: Ehmedê Huseynî
Destên min ên ku di rêzeşewatên te de şewitîn, destên ku ji bîra kevirên kolanên te naçin, destên ku bi gulgenimên xwîna te şa dibin, destên ...Çarşemba Xas û Qelenderan...Helbest: Xebat Şakir
Emê hemî dilên Sipî di bîranîna te de bicivînin û hemî gulên welatê rojê di hemêza te de bibişkivînin. Emê hemî simbilê deşta Heran û Mêrdînê li ber ...Sipêde baş şêxê doza xwe …Helbest: şîlan hemo
Evro giyan vedaye Mîna bîna azadiyê Rastiyê Mafê mirovaniyê Ciwaniya evîndariyê Sipêde baş şêx Şêrîne ez zanim xewa te Xwenên bîranînê Şalûl û Bilbil Nêrgiz û Sosin Û ev kevokên ...RÊJÎMA KUŞTEVAN....HELBEST: DILDAR ISMAIL
Ey rêjîma kuştevan heya kengî kuştin û talan Teroristiya xwe her demek tû tîne der Li welatiyn xwe carek binêr Herdem tû namîne wekî şêr Bese çil ...NAMEYEK BI SILAV JI REWANÊ TE RE.. DAYÊ...HELBEST: ARŞEK BARAVÎ
Dema ku mirov evîna jiyana xwe dibîne, çerxa demê radiweste..û ji nijka ve dilezîne.. daku tu kes negihêjê… Dayê.. nuha tu li aramgehê hêwiriye, Em jî ...KEFENÊ REŞBELEK...HELBEST: XIZAN ŞÎLAN
li temenê qambax lûfikên kul û xeman dicûm û bi axînan re dadiqurtînim xeyalên xwe yên koçber dispêrim konê gerokan hest û ramanên tewişîn motorê aşê bedena dilê min in pêlên çema ...Fir...Helbest: Azer Şiwêş
Nizanim? bê çima û her car, ez bêriya te dikim bêriya dengê te dikim bêriya bêhna te dikim bêriya xewna te dikim bêriya demên te dikim bêriya riwê roja te ...Berfmalk...Helbest: Şêro DALÎNÎ
Ez ê bêm û agir bi gewdê xweseriya di dawa te ya veçirî de gurbikim çîrokên tirş ji nû ve şîrove neke ji piyaninên şahîk re nebe parsek tu bi ...Sibehên bêrîkirinê... Ehmedê Huseynî
1. Vê sibehê, min pencereyên xemgîn ên dilê xwe Li ber pêlên gulava te vekirin, Min alên xwe yên rengîn radestî kurtepista silava te kirin, Min dînbûn û ...Êdî Gereke Ev Dila Vekşe ... Helbest: Ehlam Mustexanmî
Wergerandin Ji Erebî: Fadil Temo Me Sozek stand Li taxeke Bo cara yekem em wê nas dikin Li dora maseyeke çarîndirêj rûniştin em Bo cara yekem. Me çavek Li ...Şêrîna Min!...Helbest: Ferhad Şêxê
Ji Çilrojiya koçkirina kebaniya xwe Fehîma Hemo (Diya Awat), re dikim diyarî, Ji roja 20 adara 2011 an re Şêrîna min! Bi ciwanî, bi xortanî Min ...Ezbenî! Em Li Hêviya Heyamekî Nû Ne
Konê Reş Ezbenî! Min bîr ne dibir çima; Beriya Mêrdînê, deşta Sinceqê, Deşta Sirûcê û çiyayê Kurmênc Di hewşa mala min de radizên?! Qamişlo, ...Welatê min e!...Helbest: Husên M. Hebeş
Welatê min e Ez dizanim ew ne jêhatîtir e, ne şehrezatir e, ne zîrektir e Û ne jî ji welatên din xweştir û çêtir e Lê ew welatê ...Girî ...Helbest: Cemîl Denlî
Ne tu kes firriyaye Ne ji jor de ketiye Le cejn e Tevî kirasê reş dakeve kuçan Here destên hemî kezebşewitiyan Cejna te ye Himbêz bike tenêhiştiyan Hêsiran bide hev bike ...Bi Derbena Bendewariya Te De…Helbesa: Ehlam Mustexanmî *
Wergerandin Ji 'Erebî: Fadil Temo...Giriyam…Helbest : Ebdul Selam Xoce
Dem payîz bû.. Sitêr ji serma diçirisîn,,, Şeveke sar bû….. Bi sûtandina giyanên mindalên Amûdyan Milyaketan xwe germ dikirin. xweda,,,,dest li ber rû dimeyzand,,, Bobelat bû. Nazo,,,,,bandike,,,, kazî sê cara ...Helbestvan…Helbest: Yasîn Hisên
Ji birçîbûnê re -1- ji bona te min çiqas dest ramûsandin Lê.... ne mîna lêvê te bûn... -2- Ger tu jinek baya Min dê te himbêz bikira.. Da dîsa bême kuştin… -3- Hevalekî ji min ...Bilûra bêdeng…Helbest: Misto Dêrik
Bêdengiya şevê girtibû ser rûyê min ,Ez ji xwe çûm,Beden ji xwe çû,Şev ji xwe çû…Ez digiriyam bê hêsir û bê dengKaniya hêsiran miçiqî bûÛ ...Kimlik a dusum ê bê terî ! ...Helbest: Nizar Yosif
Ajovan ê biyan Endamek yê makîneyê Bindar ê siwarvanên bajêr Cadeyan di pîve Têkilheviyên westandin ê de Di ram e Yekî bi şewqe Keçelî veşêr Nasîna min xwest Min jî nasnameya ...Hisên :tîşkî giyanî rojhilat in …Helbest: Beşîrê Mele
Di bejna we de sitêr diîsin Kendal û derên bilind maçî tava anya we dikin Hûn Hisênê Ormiyane… Rûkenê aras tu û du şitlên ji dicle Yek Masîro ...Ez dixwazim ku: Helbest: Sêvîn Şêx Abdî
Temen : 12 sal Ez naxwazim ku çavên xwe bigrim, Ez ê li benda stêrikan bim ku wan bigrin Ez ê li benda ewran bim ku min ...Çanda Pirojeya Xwe kujiyekê….Helbest: Fadil Temo
" Lê ez namirim Berî ku ez Gerdûn bi hêsrên xwe Bin_av bikim " M . ElMaxût Jiyan Dibînim çêtir e Ku ji bêdengiyê bimirim Ji Ku ji geweziyê bijîm Evîn Rûberê ...Komara Xemgîniyê …Helbest: Dilsoz Dilo
Ez nema dilê xwe bi kirê didm Êdî ez pir dewlemendim Ez têrî derd û xeman bûm Ez ê deriyê dilê xwe bigrim û bar bikim… herim… komara xemgîniyê. Ez ê ...Sê Helbest ji nivîsa Helbestvan: Tengezarê Marînî
1. Kanî tu? Hevokek nerim bo te. odeyek bo paşerojê. yek bo pêkvebûnê. yek bo maçîkirinê. yek bo meyê, bo dranêşê bo ...Dûrî…û… Gilîvanim… Helbest : Hozan dêrşewî
Dûrî Va me dîsa ez mam bi tenê çar dîwar û Kompiyotera min û mobayîla min û çend pertûkên rizyayî û çend cil û berkên……. wek yê sêwya ji bê ...Rabe ji xew…Helnest : Simko
Bilbilo rabe ji xew lê bi xwîne her dema Bike qêrîn û gazî derîne der û xema Awaza nûjen bike pêre stranê dema Bêje bêje bilbilo saz û ...WELATO…HELBEST: EKAŞ XELÎL
Welato… ger ji te dûr dikevim.. agir.. kul.. û xemên jînê dicivin li dilê min mirin nêzik dibe jiyan naçe .. berdewam nabe.. ferehiya dunyê.. tengahiye.. li serê min..? welatê min .. nikarim bê te bijîm… bixum... rabim... rewşa te î delal..... çiya... deşt... û zozanên ...Hevok …Helbest: Şêro DALÎNÎ
Qolincên di hevokên te de .. Min hêlandikin Kayina mijûlbûna hestên te yên hardikim Şaxvedana biryareke di hinavên min de .. Ji te re şîrovedikim Dibe ku pêkenîn ...NE ŞEWITÎM NE JÎ VEMIRÎM...HELBEST : XIZAN ŞÎLAN
Cîhana xewnên şîrîn di bîra kedereke nûdem de binax bû zimanê hezkirinê di hewza temenê şêlû de xeniqî stûna pişta derbirînên nîvco qeyrana ruhî ya bêderman derbas dike feleka bextreş konê xwe di xwîna rayên ...QÎMANÎNEK…HELBEST : FADIL TEMO
Ez Te ji wan re dihêlim Te tev Canê te Dilê te Û berî gî Laşê te Jiyana te tev Ez ji wan re dihêlim Û ji te tev Ez qîma xwe Bi navê te ...Keser...Helbest: Azer Osê Şiwêş
Ji hêja H. re Li wî cihî bûm, min xeyalên kûr dikir û min ji xwe pirsên jîna kin dikir bi wê bejna xweş tû dihat, silava kurdî ...Mîdya…Evîneke bêhemta…Helbest: Kurdyar dirê’i
tenê bela limin bibûre eger nikarim ji bîrbikim an Jê heznekim, û hergav rondikên bêrîkirinê nebarînim *** Ne di balamin debû Hevgirêdanek an kesane mebestek ji ...Awazên latekê di şîna welatperwerekî de…Helbest: Lewend Dalînî
Diyarî giyanê nemir Îsmaîl Ûmer Dengvedana koçkirina te, Di nav lêvên latekê Ji ên Kepezê Kîkan de Zîz dihat, brûskek da Û keserek kûr Di bim simê zemên de Kişand???!!! Û serê xwe ...EZ FÊRKIRIM ...HELBEST : DILDAR ISMAIL
Ey lêvên her demî bi ken Lêvên ku ez fêrkirim gelek tiştan Roniya dêmin te tariyê winda dike Çavên reş min bê hiş dike Pora şahîk û biskên pêve ...Barana perrîka …Helbest: Beşîrê mele
Diz ketin Roxaneya vê sorgulê Bilbilê dilê min hîn jî serxweşe Gur ketin nêv koz û keryê berxikê Şivanê serê min çira wî reşe … Gotina bi kevirî ve bê ...Mija çem, çem wenda dike ...Helbest: Ciwan Şerîf
(tu tayekî ji kirasê min bikşîne, wê hezar pîne ji min bikevin) "ji folklor" Vê helbestê ( Mija çem çem wenda dike ) Xelata yekem di Mehrecana ...Halana dil.... Helbest: Ebdul Selam Xoce
Roj diçû ava Tariyê perdeya xweyî reş Berdida ser riwê gerdûnê Gund..û..bajar... Diketne xew Heyvê şerm dikir Pişta xwe dida te û xatir nedixwest û diçû... Sitêr direviyan,,, dilê evîndarên ...Mirin birçiye ...Helbest: Nizar Yosif
Yek derî li vî welatî vekiriye Sînor biraderan ji hev vediqetînin Tixûban dilên xelkên me seyandin Bêdengiyê mij raxist Bêbextiya alavan pejirand Qeder pîroz kirin Ragihandin Hemî kirasên mirinê Bê gaz ...Rojên me …Helbest: Ebdul Selam Xoce
(Rojên me) Rojên me çiqas xapînokin Carna me dikenînin..... Û di xefleta girnijînê de Me diêşînin.................... bîranînên me jî Dibin qamçî Qamçiyên perengî Her sibeh û êvaran Em bi wan têne ...Henasene azad...Helbest: Ekrem tehlo
-av- Tevî bê bêhn û renge Bê ziman û Zare, Li gel herkesî dilyare, Biraz û veşarên xwe Tovê hebûnê Didêre, Biguş guş û xwim xwim Strana jiyanê Dinihêre. -ax- Diramim di rewşate de Mat dimînim!!! Çawa dikare ...BAFIROKA DILÊ XEŞÎM...HELBEST: XIZAN ŞÎLAN
bi saya hestên ciwanmêr bêhêvîtiya şevên asîmana sayî silav dikim heyvê jana xewnên min yên reşbelek di bin perdeya kenê awirên xwe de veşartî ye her şev balafira asîmana gêjok li nav ewrên êşa ...BÛKA MIRINÊ …HELBEST : Azad Kobanî
Ji bo evîna min Kobanî 1 Roja ku evîn peyda bû Di jiyana min de Ew ji xwînê reş bû Xwezî ez li qebra tarî mêvan bama Xwezî ku ...Seyrana minî …Helbest: Şêro DALÎNÎ
hingavtina tiliyên te.. dîlan û reqsa mine tewafa tenikiya du lêvên te peyala serxweşî û heca mine . te çi agir berdaye tirafa hestên minî kerixî .. ezê ...Şaneşînên Tirsê Kolanên Poşmaniyê...Helbest: Kemal NECIM
Tirsa min ji wê tirsê ku careke din bêriya te bikim îro , yan sibê, yan piştî çileyekê.. ..................... Û mîna careke berê, bi tevû sawêrên xwe yên şêlo û bayê vê ...Kurê Min, Sîpan!...Helbest: Konê Reş
Kurê min! Şevên westyayî Di nav mijgolên çavê min de Radizên.. Xewn û xeyal Li ber dergehên feqîr û hejaran Radiwestin.. Em tev rastiyê nas dikin Lê rastî kor kirine, Nema kesî nas ...Dildara avabûnê…Helbest: Kurdyar Dirê’î
Avabûn Çûyîna rojê li paŞ aso Di dil min de Herdem li pey Kurte xweŞiyan Bê dawî ahîn Çandine… Û nageha di avabûnekê de Nameyeke ne diyar ez rahejand û tev li ...Bijarteyek Ji Helbestên Çînî…Werger Ji Erebî * Fadil Temo
Şevbuhêrka Dostine Lî Biyî (701 – 762 Z) Ji bo ku tu Xemên xwe yên kevnar bişoyî Gereke ku tu Hezar kûzî vexwî Êvarbuhêrkên zelal Hatin Peydakirin Ji gotinên zelal re Û heyva spî ...peyvên Evîndariyê…Helbest : Ehmed mustefa
Peyvên Evîndariyê Gava berbanga sibê xûnav dikevê Dengê çivîka û pelên daran Awazkî di guha da diçînin Gava dilopên baranê yên yekemîn Lêvên te maçdikrin… ((Sor gula min)) Zanibê Ew ne helbestê ...Selma… Helbest: Beşîr Mela
rû kulîlka hinarê yo tav şermdike lêde ji rîhanêr dibê wêde bala ji Serwê yo min li ber avê ew dîtî min go ev ji kê ...Rûxandin...Helbest: Ekrem tehlo
Vê rojê çi bihîvêsim Çi tevnê ji fedîkariya xwe re Birêsim Û berfa çavên te Zozanên destê min Xemilandiye, Firişteyên helbestê Li bejna lawaz dihêwirin Û bayê porê te ewrê Sawêran şerpeze dike, Divêm ...- KOMBÛNA PÊXEMBERAN..xeleka 1ê ji zincîre çîrokên nivîskar şahînê Bekirê Soreklî
- Kesrayê Cegerxwîn Serdana Gora Bavê Xwe Dike
- wêneyên Mêrdînê : foto : SemaKurd
- Tu jî bê deng nemîne û ROJ TV destek bike
- Ez Keça Kurda Me, Min Stranên Xwe Ji bo Gelê Digotin
dengek gelek balkêş û xweşe û kilîpeke zor ciwane
birastî serê me bilinde bi te hunermenda delal nehwend
Her hebi biji kek ehmed ev du demeki nizda dibe stran hunermende kurd
bji keca kurd ez bmuzika gotnete shyarbum le em li hevya nisandnin nuni
her biji bave serif
Her xweş bin û serbilind û k'ubar bin! eva yeka piropaganda net'ewa k'urdaye herî giringe. Min dixwest t'enê bigota ku di fêstîvala 1957 salê da ...

