Laperê Serekî | Zimanê Kurdî | Arîşa (aloziya) tîpa /y/ di axaftin û rênivîsa kurdî de

Arîşa (aloziya) tîpa /y/ di axaftin û rênivîsa kurdî de

Font size: Decrease font Enlarge font
image

Mamoste : Arşek Baravî

 

 

 

 

 

 

 

 

 Masî- azadî- sêwî

Rê- dê- şê

Ga- ba- çiya

Şêwe(hawe)- xurme- gewde

Rû- mû- stû- şû(şo)

Ço- ho- ro …..

Dema ku em li pîvera zimanê kurdî dinêrin .. em pêrgî pirr arîşên dûvdirêj dibin, çi di warê axaftinê de û çi di warê nivîsê de, bindestiya zimanê kurdî û ewê jiyana gundîtî û bêyî zanîn …h..w..t..bi bandora şêwezarên deverkî, holeke mezin ji şaşî û çewtiyê re di cewşena kêferata pîtolî de ava kiriye… lewra roj bi roj alozî mezintir dibe û arîşe berfirehtir dibe.

Emê nuha ji evan arîşeyên bêyî bingeh..a herî eşkere û berçav şîrove bikin.. ango bi alîkariya ewan bêjên(bêjeyên) jorîn emê şaşî û xwariyê ji rastiyê bidine naskirin .

Ê-A-ÊN : sê alavin heyina saman û arziyê tekez dikin, ango dema ku dibin paşkokên cihê..(ê) dibe alava arziyê ji nêr re û (a) boy mêye û (ên) alava arziya komêye…

Dema ku (ê-a-ên/êd-êt/) ji gotinê cihê bibin ,ew hersê alav ên tekeziya arziyêne..dêmek arziya tiştan li tiştinî dîtir vedigerînin ..

Wek :    Ew bar ê meye

             Pertûka mêjoyî a me bû

             Ew dibistan ên/êd-êt/ mene

Lê ku paşgirên pêgeh(pêvegihîjtî) hatin nivîsandin ew hersê dibin pêrnavêt pêgehî(pêgihîjtî)..

Wek :     Ew barê meye

              Pertûka mêjoya me bû

              Ew dibistanên-êd-êt mene

Mebesta me ji evê şîrovekirinê ewe ku em di rêya berfireh re xwe bi xwesteka xwe bigihêjînin û xwesteka me jî her ew gote an bêjeya ku di dawiya xwe de li ser tîpeke dengedar radiweste..

Mînak : ji mînakên despêka mijara me..

Masî- azadî- sêwî- rê- dê- ga- çiya- xurme- gewde....

Her gotinek ji evan mînakan bi du darêjan li gor mebesta me bi (ê-a-ên..) re tête dariştin :

1- (ê-a-ên...) alavên arzî û samaniyêne: paşgirên cihêne..

Wek : Ev masî ê deryaye ne ê robaraye ( ..ên-êd-êt deryane...)

          Azadî a hişmendaye ne a bêhişaye (..ên-êd-êt hişmendane...)

          Ew sêwî ê zîrek bû (...ên-êd-êt zîrek bûn...)

          Ev rê a gunde ne a bajêre (..ên-êd-êt gundin...)

          Ev dê a meye ne a kesên dîtire (..ên-êd-êt mene...)

          Ga ê Mîtane ne ê mistoye (...ên-êd-êt Mîtanin..)

          Ka a nîskaye ne a genime

          Ev xurme a Cîhane ne a Navdare (..ên-êd-êt Cîhanin..)

          Ew gewde ê mêre ne ê jinêye (..ên-êd-êt mêrane ..)

2- (ê-a-ên…) pêrnavêd pêvegihîjtî : paşgirên pêgehin..

Wek : Ev masiyê deryaye ne masiyê robaraye (masiyên-êd-êt deryane)

           Azadiya hişmendaye ne azadiya bêhişaye (azadiy”n hi•mendane)

          Ew sêwiyê zîreke (sêwiyên zîrekin)

          Rêya gunde ne rêya bajêre (rêyên gundin)

          Dêya meye ne dêya kesên diye ( dêyên mene)

          Gayê Mîtane ne gayê Mistoye (gayên Mîtanin)

          Ka(kaya) nîskaye ne kaya genime

          Xurma Cîhane ne xurma Navdare ( xurmênx/xurmeyên Cîhanin)

          Gewdê(gewdeyê) mêre ne gewdeyê jinêye( gewdên mêrane)

Li gor herdû darêjan (1-2-) tête  nasîn ku arîşe nine, çiku di rêzanên durist re derbas bûne..

lê arîşe  û pisgirêk ewe a ku em wê (y) a navbirra du dengedaran di darêja duwem de vegerînin darêja yekemî ku (ê-a-ên..) tê de alavên arziyêne û cihê têtin nivîsandin , em wan alavan tevlî (y) a navbirr cihê bibêjin û binivîsin .. ev şaşiya herî beloqe..

Wek : em bibêjin

                   Ev masî yê meye.... yê ....

                   Azadî ya hişmendaye.... ya ....

                   Ew s”wî yê zîreke …. yê ....

                   Ev rê ya gunde .... ya ....

                   Ev dê ya meye .... ya ....

                   Ga yê Mîtane .... yê ....

                   Ka ya nîskaye .... ya ....

                   Ev xurme ya Cîhane .... ya ....

                   Ew gewde yê mêre .... yê ....

Heger em evî şêweyê axafıinê û nivîsandinê hilbijêrin û rast bibînin pêdivêye ku em tîpên (w-h) jî di evê darêjê de bikin karmend û bi pîvera evî biwarî (sebaret bi evê pîvanê ) bipîvin , çiku ew jî mîna rola (y) di navbera du dengedaran de bi kar têtin...

  (h) di hin şêwezaran de li şûna (w-y) bi kar têt

Wek : 

          Masihê me- rêha gund- xurmeha Cîhan- gewdehê mêr....h ..w..d.

            (w) bi dengedarên(u-o-û) re bi kar têt

Wek : Rû+ê = ruwê bedew

          Mû+ên = muwên bizinê

          Stû+ê = stuwê te

          Şo(şû)+a = şuwa înê

Di evan mînakan de (a-ê-ên..) pêrnavên pêvegihîjtîne û (h-w) karmendin di rajeya navbirriyê dene, ew jî pêwîstin mîna (y) .. ango ku em li gor çewtî û şaşiyê herin pêdivêye em mafê (y) bidine (h-w) jî, herwekî ku bi çi awayî em (y) hildigirin û bi darêjê re diguhêzînin raweya pêrnavêd tekeziya arziyê (yê-ya-yên..), (h-w) jî wê bibine (hê-ha-hên..) û (wê-wa-wên..)..

Wek : Azadiya me = azadî ya me

           Masihê me = masî hê me

          Ruwê me = rû wê me

Û ev arîşe  dinasîne ku em di guhêztina (y) de jî  bi evî awayî şaşin...

(h-w-y) derbasî navbera du dengedarêd pevgihîjtî dibin daku rawestinê di navbera du dengedarên li pê hev de bikujin  û bilêvkirinê şayik û zelal bikin û mafê rewanbêjiyê bidênê..

Lê ku dengêd paşgir(ê-a-ên..) cihê bûn ango ji raweya pêrnavêt pêgihêjtî derketin û bûn alavêd arzî û samaniyê ..tu rola (y) êdî namîne , herwekî ku mefaya (h-w) jî namîne..

Daku aloziya (y) ravekirîtir bibe ... pêdawîstî şirovekirina rêzanên dengedaraye..

Rêzanên du dengedaran:

Mexabine ku em rênivîsa ziman ji rêzimaniyê û bilêvkirinê cihê bikin, çiku bi çi awayî tête bilêvkirin weha jî tê nivîsîn, gelo ma ne ew nivîs tête xwendin..?

Rêzanên jevcudakirina du dengedaran: dema ku du dengedar di gote an bêje an zarave an peyvekê de..çi lêkdayî (hevbend) û çi sadeyî resen (rehmak)..pev bigihêjin ..giraniyê di bilêvkirina zimên de peyda dikin , sekn û rawestanê pê re tînin,..her gotinek bi rawestanê re birr bi birr tê birrîn, ango her goteyek dibe dusê gotin,..lewra em jî evan r”zanan şirove dikin ,

Nimone :

              - Gîa - çîa   = giya (giha) - çiya

              - Sêuî - rêuî = sêwî - rêwî

 (in) hem paşgira jêderiye û hem jî alava tekeziya koma (ez)e ji pêrnavên komî reye. 

1 - ku du dengedar di goteyekê de pev re hatin : Yek ji wan dengê dirêj be û a dîtir kin (kurtedeng) be,..pîtoliya ziman dinasîne ku dengedara kin a dirêj boy rewanbêjiyê tavêje,..

Nimone :

              - Çûin = çûn  

              - Bûin = bûn

Lê di hin şêwezaran de ku (e) bi dengedareke dirêj re were (h-y) dikine navbirr ..

Wek : Şêweê = şêwê = şêwe

          Beratea = berata = berateya 

2 - Ku du dengedar li pê hev hatin : Yek kin be û a dîtir dirêj be .. û berya herduwan .. tîpên bêdeng (d) an (b) hatin ,herdû tîp xwe diguhêrin û dibin (t) û (p) ,..

Nimone :

              - Diêşe = dêşe = têşe

              - Diaxive = daxive = taxive

              - Diên = dên = tên

              - Biavêje = bavêje = pavêje

              - Biaxive = baxive = paxive

              - Biîne = bîne = pîne

Her weha jî li gor vê darêjê ..di hin şêwezaran de , ku (hev) an pêrnavê kesê sêyemê nediyer (wê-wî) an jî pêrnavên nîşandana dûr û nêz (ewî-ewê-evî-evê).. li dû (di- bi) hatin û dengedareke pêgeh li paş wan hat ..dîsa pevguhertin pêk têt ,..

Nimone :

             - Bi hev re = pev re

             - Di hev derbas bûn = tev derbas bûn

             - Bi wî - wê re = pê re

             - Di wî - wê re = tê re

             - Bi ewî-ewê re = pê re

             - Di evî-evê re = tê re

3 - ku du dengedar pev gihijtin .. du nîvdengên     cihêkirinê bikar tên..dêmeĸî (w-y) nîvdenginî .. navbirê dengedarane û girêkokê birrên goteyêne ,.. dema ku du dengedar peve              gihîjtin..(w) bi(u-û-o) re têt û (y) bi (î-ê) re  têt.. li pêşiya wan (î) dibe (i) û (û) dibe (i/u) û(ê-o) weke xwe dimînin, ev rêzaneke ji xwezaya pîtoliya zimêne..

Nimone :

              -Şîar = şiyar

              - Sûar = siwar

              - Çîa = çiya

              - Cûan = ciwan(cuwan)

Di hin şêwezaran de ..li ciyê (y) tîpa (w) bikar tînin..û ji dêlva(i) li deverna tîpa(u) bikar tînin,

Nimone :

             - Sûar = siwar = suyar

             - Duem = diwem =duyem

Lê di hin şêwezarên dîtir de jî..(Botanî..) .. tîpa (h) li ciyê (w-y) bikar tînin ..

Nimone :

              - Şîar = şiyar = şihar

              - Gîa = giya = giha

Ku du dengedarên weke hev hatin dibin yek deng,.. lê hin şêwezar dîsa(h-y) tavêjin nav wan..

Nimone :

              - Cook = cok = cihok

              - Kaa me = ka me = kaya me

              - Taa = ta = taya

4 - ku sê dengedar pev gihijtin ..an du dengedarên ku (î-ß) di orta wan de ..dîsa (w-y) li nav wan cîgirin lê bêyî ku (i-u) li         pêşiya xwe bikar bînin çiku ew xwe tavêjin nava du dengedaran..lewra (i-u) ne gerekin ,

Nimone :

              - Koleîe = koleye

              - Şaîan = şayan

              - Rauan = rawan

              - Rêuî = rêwî

              - Şêuaz = şêwaz

              - Kaua = kawa

              - Zêua = zêwa

              - Kauî = kawî

              - Sêuî = sêwî

              - Bûîin = bûyin

 

Dêmekî di pevgihîjtina sê dengedaran de (w-y)

 dibin cîgirên tîpa navîn(ortê)..

 

Arşek Baravî

 

-------------------------------------------------

Subscribe to comments feed Comments (0 posted):

Post your comment comment

Please enter the code you see in the image:

  • email Email to a friend
  • print Print version
  • Plain text Têkist
Rate this article
5.00
Powered by Vivvo CMS v4.1.6