Xeleka çaremîn li ser zimanê kurdî (ziman û rêziman)
amadekirin: Mamoste : Subhî Ehmed
Xwendevanên hêja û delal emê vê carê di xeleka çaran de li ser sazkirina navan û beşên wan bisekinin . Em ê wan ji we re şirove bikin Nav çi ye cihe wi di hevoke de çi ye? rola wî çi ye?
Navdêr peyveke ku mirov tiştekî, mirovekî yan bêcanekî pê bi nav dike û bi wî navî ew tê naskirin.
Wek :
Sîpan, Çiya, Şêr, derd, bext, ken, girî………û hwd
Navdêrên jêder,(koka, mesder) ew navên ji lêkeran tên dirxistin.
Wek :
ken, lez, bez, girî, rev, gez, kirîn, firotin, hatin, rabûn, xwendin, nivîsandin …………û hwd.
Dû celeb ji navan hene.
a-navên naskirinê (elem, difinit)
b- navên celeb. (girûp, sinif)
Navên naskirinê, mirov dikare tiştekî yan mirovekî bi navbike. Ew mirov an ew tişt bi navê xwe tê naskirin
Wek:
Zîlan, Daristan, Zivistan, Heso, Xalid……….
Zîlan :navê kesekêye ku mirov wê binavê wê
nas dike.
Daristan: mirov navê gelek daran bi hevre nas dike.
Zivistan : navê demeke salê ye.
Heso :navê kesekî ye. Mirov wî bi navê wî nas
dike.
Têbînî:
Her dem tîpa pêşiya navan bi tîpa girs (mezin) tê
nivîsandin.
a-Navên naskirinê (Elem, difinit).
Wek:
1- raste nav : Memo, Zîlan, Alî …................
2- navên malbatî: Osmanî , Şernexî ,Cizîrî ...........
3-navên nijadî : Kurd , Faris ,Ereb .................
4-navên erdigarî : Kurdistan , Suriye, Hindistan...
b-Navên celeb (sinf) : ew navên ku bi komî ji celeb
re tên gotin.
Wek : çiya, pez, dar, çêlek, bizin, mirov
-Navên Celeb (girûp) bi dû biran pareve dibin :
1- navên şênber (madî) 2- navên razber (manewî )
1- Navên şênber : têne xwiyakirin ku hin tişt ber bi
Çav in û mirov wan nasdike.
wek :
çiya – pez – sewal – dar – mirov –dar –gelî ……..
2-Navên razber : tên xwiyakirin bi navên tiştan mîna
tiştên bê can.
Wek :
bext, bez, ken, rev, qîr, hewar, girî, hest, nêrîn,rûmet, hiş, dem, bawerî, qencî……………
Têbînî: navên beş û komzik jî hene.
Wek :
Mih : ew ji pez pare dibe
Çiyak: ew ji çiyan tê veqetandin.
Kerî : ew bi kerîyekî pez tê xwyanîkirin .
Ref : ew bi refekî tilûran tê naskirin .
-Navên celeb ên şênber dikarin bi sê awan bêne
veqetandin.
1- navên lûs (cih)
2- navên alav (alet)
3-navên dûmil (du alî)
1-navên lûs yan cih. Ew navên kû cihan didin
xwiyakirin.
Wek :
Eywan, Xanî, Mal, Dibîstan, Qampe…….
Dû bir di navên lûs de hene:
a –navên xweber ( ên ji ber xwe nav)
b-navên sazber ( ên hatin çêkirin)
a-Navên lûs ên xweber. Ew navên kû ji ber xwe ve nav in.
wek :
meydan, xanî, eywan, mal, hewş………….
b-navên lûs ên sazber : ew navên kû bi paşgînan têne sazkirin .
Wek :
Kurdistan, kadîn, Firokgih, hestiv …………
-Hin paşgîn hene kû alîkariya sazkirina navdêran
dikin.
Wek:
stan : goristan, çolistan, dibîstan, daristan…..
geh : dergeh, mêtingeh, firogeh, meyxanegeh
zar : gulzar, tengezar, bêzar, dilzar…….
lîn : hêlîn, kulîn, kadîn ……………..
(xane) : nexweşxane, çayxane, karxane, dermanx-
ane…………û hwd.
2- Navên Alav .
Ew navê kû bi alavekî tê navkirin, jê re navê alav
Dibêjin.
wek :
Kêr, Şûr, Pênûs, Otomobîl .......................
Navên alav bi du biran pareve dibin .
a-xweber (ji ber xwe nav in)
b-sazber (navên hatin sazkirin)
a-Navên xweber ew navên ji ber xwe ve nav in,
wek :
Kêr - Şûr - Pênûs
b-Navên sazber ew navên kû bi paşgînan sazdibin.
Wek: Ek - dan - çîv - ing
Bi alîkarîya van paşgînan navdêr saz dibin.
wek :
Ek : Birîn----------------Birek
Badan--------------Badek
Pêçan-------------- Pêçek
Dan: Çayê -------------- Çaydan
Kil -------------- Kildan
Derzî-------------- Derzîdan
Çîv : kil --------------- Kilçîv
Hest-------------- Hestîv
Ing: zivistan---------- Ziving
Sar ------------- Saring
Ar -------------- Aring
Kul --------------- Kuling
3- Navên dûmil. Ew jî li dû biran pareve dibin.
Wek:
a-Navên hevbend
b-Navên paşgînan
a-Navên hevbend (du peyv) bi pênc awa sazdibin.
1- Dû nav bi hev re tên, wek:
Marmasî -Darkutik - Guhker-guhbel
2- Nav û rengdêr bihevre tên, wek:
Kuçê bel- girêreş-Alîkeçel- Pezkûvî – serdirêj
-Bi guhertina cihê herdû hevbendan nav sazdibin. Wek :
kêfa xweş----------------- xweşkêf
çavê reş ------------------- reşçav
gula sor ------------------- sorgul
roja pêş ------------------- pêşeroj
roja paş ------------------- paşeroj
diranê zêr ---------------- zêrdinan
Aliyê keçel----------------KeçelAlî
Roja nû-------------------nûroj
………………………………………..
3- Nav û lêker bihev re tên, wek:
Zîvker- Karker- Rêncber -Hesinkar
3- Nav û hoker bihev re tên, wek:
Bermalik-Pêşmalik–Berçavik-Xwlîdank
5- Nav û daçek bihev re, wek:
Serdest- Bindest - Zordest
b-Navên paşgînan. Ew navê bi alîkarîya paşgînan
sazdibin ji wan re dibêjin navên paşgînan.
wek:
Gûn – n – tî
1- gûn: far------Fargûn ---ar---- Argûn ………
2- n : xew-----Xewn --- tev------ Tevin…………..
3- tî : bira --- Biratî ---aş ---Aştî --heval--Hevaltî
- Navên piçûker
Ew navê ku mirov piçûkatîyê lê dike û bi çavekî piçûk lê dinere yek ji bo hezkirinê û yek ji bo heznekirinê.
Bi alîkariya van paşgînan, k - ik têne pêkanîn
Wek :
Kêr -----------kêrik
Bira ----------- birak
Keç -----------keçik
Kur -----------kurik
Dema yek bangî kurê xwe yan keça xwe dike, carnan navên wan piçûk dike. Ji ber ku ji wan hez dike
Wek :
Keçika min ka were!
Kurikê min ê delal ka were!
Lê dema bangî yekî din dike kû ji wan hez nake dikare bêje.
Kuriko here ji vir
Keçikê derke ve ji vêde rê.
Navdêr di zimanê kurdî de tim wek nêr an wek mê têne xwiyakirin, lewra divê em haj wan hebin kû em wan nasbikin, ka ev nav nêr e yan mê ye. Navdêrên nêr û mê weha ji hev têne veqetandin.
a-Navên Nêr ev in. Ji lebatên laşê merov yên der.
poz –serî – çav –birû –dest –çeng –ling –diran –
ziman –simbê –guh -zik –can –telî –çîp –
ji vê rêzê derve bi piranî mêzane.
b- Erd –cî – war – çiya – gir – gelî
c-Çem- ezman - kiras - derpê - şal – can – dil –
ur - tûr.
d-Navên rengan jî nêrin.
zer- sor- kesk- şîn- reş--------------
e-Hemî tiştên ji sewalan tên ji bilî. (Hirî- liva – lorik
-toraq.)
Wek: goşt, çerm, kavil, dohn, dûv, mû, hingiv,
şîr, Mast, dew, firo, to, firo……………..
f- Navên mêtalan: zêr, zîv, hesin, sifir, pola………
g-Hemî berên bîstanan, ji bilî (şimamok û petrûşkan)
zebeş, petîx, qitî, kundir, xiyar, firingî, …
lê bacan û îsot dikevin nav refên mêyan
-Navên mê ev in. Lebatê laşê merov yên hindur.
Wek : kezeb –gurçik - rêvî –reh...............
1- darên tir û li dar. (bî, sipîndar)
2- Av – berf -baran - qeşa - zîpik.
3- Roj -hêv - stêr
4- cil – teş – mehfûr – tevin – ber.
5- Firaxên xwarinê yên kûr: tas - sênî - beroş.
6 - Navên makdarî.
Wek:
kirîn-firotin-kenîn – girîn – liv – rabûn – çuyin–
hatin.
7- Navên makîneyên ragihandinê.
Wek:
Erebe, Balefir, Firok, Kelek, Keştî, Kemyon,
Otobis…
8- Ji hemû celebên beqleyan û navên fêkî:
Lê ji bilî (garis, genim, ceh, tirî)
Wek:
hinar, sêv, bihok, guhîj, xox, mewij, pîvaz,
tivir, petat, (kartol), bacan, …………
9-Navên: roj, meh, sal û demên rojê……….
10-Amûrên Mûzîkê: def, dahol, bilûr, mase û
daktîlo………………….
11-Navên Cografîk wek: Ewropa, Kurdistan,
Dêrsim, Amed, bîr ,gol, tengav,
kendav, newal…………………..
xwendevanên hêja em vê carê gihiştin dawiya xeleka çaran li ser zimanê kurdî me hinekî nav şirove kir û ta careke din em ê bi babetekî din bi hev re bin.




del.icio.us
Digg