Xeleka çaremîn li ser zimanê kurdî (ziman û rêziman)
ِِAmadekirin: Mamoste : Subhî Ehmed
Xwedevanên hêja û delal ez dixwazim vê carê li ser rengdêran bisekinim, ji ber ku di nav cûreyên peyvan de cihekî gelekî giring ji rengdêran re heye. Lewra min hewl da xwe ku ez hinekî karibim li ser cûreyên rengdêran ji we re şirove bikim. Giringiya rengdêran di nav hevokan de û texlîtên wan. Ji aliyekî din ve jî çawe rengdêr avadibin û çawe têne bikaranîn?.
Rengdêr ew peyva ku salixdan û nîşankirina navekî dide yan jî reng û awayê wî navî dide xwiyakirin.
Pênc beşên rengdêran hene û em dikarin wan weha pareve bikin.
Wek :
a-Rengdêrên salixdanê.
b-Rengdêrên jimarê.
c-Rengdêrên nîşandan.
d-Rengdêrên pirsyar .
e-Rengdêrên nependî.
A-Rengdêrên salixdan . ew rengdêrên kû salixdan,
reng û awayê nav didin xwiyakirin.
wek:
baş, reş, zer, kesk, xweş, rind, qenc, bilin,
dirêj, kurt.........
Hin rengdêr hene bi serê xwe tên.
wek :
belengaz, pîr, can yan ciwan, aza, serbest,
bindest ………………………
Hin ji rengdêrên salixdanê hene ku li du beşan pare ve dibin.
Wek:
1-rengdêrên salixdanê yên Paşgînan.
2-rengdêrên salixdanê yên hevgîn
1-Rengdêrên salixdanê yên Paşgînan, ew rengdêrên
bi alîkarîya paşgînan sazdibin.
wek:
baz - kar - ker – van – gîn - yar - dar -
anî - î - mend.
Ev paşgînên han bi hin navdêran ve dibin û rengdêran saz dikin.
Wek:
Baz: wek : serbaz - canbaz – levbaz ………..
Kar: wek: nivîskar - alîkar –hesinkar – xebatkar…..
Ker: wek: sifirker - zêrker -rengker - lihêmker -
mehfûrçêker…………………..
Van: =:rezvan - tembûrvan – aşvan – natorvan….
Vanî: =:aşvanî - karvanî – dawetvanî –mêvanî
nêçîrvanî…………………….
Gîn: = : xemgîn-rengîn–hevgîn–bingehîn –fêrgîn…
Yar: = :hişyar-bextyar–zanyar–kiryar– şehryar…..
Dar: = :birîdar-dildar-avîndar–zordar– serdar…….
Anî: = :kêmanî - piranîaşvanî – hêsanî …………..
Î : = :gundî - şernexî – cizîrî – hevûrî – lorî-
Kurdî –Almanî – dayikî – dîrokî…………
Mend: = :hûnermend-aqilmend–sazbend –karmend.
-Hin pêşgîn jî hene kû bi navan ve dibin û rengdêran sazdikin.
Wek:
hev - nîv
Hev : hevkar - heval- hevbend – hevpar - hevnas
Nîv : nîvşev – nîvro – nîvsal – nîvxet – nîvbar –
nîvser.
Lê, ( xwas – rût – qot) li dûv navan tên û
rengdêran saz dikin.
Wek:
Pîxwas, serqot, çengrût, serqot……û hwd.
2-Rengdêrên Hevgîn ên salixdan bi çar awa tên sazkirin.
a-bi rakirina zayenda ji navbera dû hevgînan .
wek :
çavê sor ---------------- çavsor
dilê reş ------------------ dilreş
devê li ken -------------- devliken
diranê zêr ----------------diranzêr
b-li dûv navan bi anîna navê lêkerî.
Wek :
dest -------- destşikestî –destjêkirî……….
dil ---------- dilperitî – dilbirînî – dilxemgînî…
kezeb------- kezebherhilî – kezebperitî………
telî --------- telîjêketî –telîşikestî…………..
c-li dûv navan û rengdêran bi anîna fermandariyê
rengdêr sazdibin .
deng ------------------dengbêj
xem------------------- xemrevîn
xweş----------------- xweşbêj
pir ------------------- piriliv
Di nav rengdêran de rengdêrên xurû hene.
wek:
Ken, sor, zer, mezin, lez, bez…………û hwd.
Rengdêrên payepîv pîvana (comperative) ew paya kû rengdêr pê tê pîvan jê re dibêjin rengdêrên payepîv. Ew jî bi sê beşin têne naskirin. Wek:
1-Bilind paye û bilindtirîn paye
2-Hevser
3-Nizimpaye
1-Rengdêrên bilind paye :ji rengdêreke xurû û
paşgîna tir sazdibe, wek :
Xweş -----------xweştir
Nêzîk----------- nêzîktir
Baş-------------- baştir
Sivik ------------ siviktir
Ev pênûs ji ya te baştir e.
mala min ji ya te nêzîktir e
Lê ji hemiyan mala Xelîl ya nêzîktirîn e.
Ev leystikvan di nav Taximê de yê herî baştirîn e.
2-Rengdêrên hevser. Ew rengdêra kû wekheviyê bi
tiştan re dide xwiyakirin .
-Ez wek te jêhatî me.
-Ma tu mîna min xûrt î.
-Ferhat mîna birayê min jî re.
3-Nizim paye ev kêmbûn û nizimbûna navekî dide
xwiyakirin. wek :
Kêm hindik
Ez kêm karim ji te
Alî hindikî jîr e
Ew kêm ji tiştan dizane.
Em hindikî ji doza xwe dizanin.
Rengdêra bê payan rengdêreke pir bilind dide xwiya- kirin.
Ev derman pir dijwar e
Ev jiyan pir xweş e
Têbînî : hinek paşgîn hene kû piranîya navan didin
Xwiyakirin.
wek:
Pir - hîn - ji - tir
Ev gund hîn mezitir e
Ev Welat hîn xweştir e.
Pênûsa min hîn ji ya te xweşiktir e
Gundê me pir ji yê we mezintir e
B- Rengdêrên jimar ji dû beşan pêk tên.
1-jimarên xurû
2-jimarên payedaran.
1-Rengdêrên jimarê yên xurû ev in.
Yek – dû – sê – çar – pênc – şeş – heft – heşt – neh
deh – yazdeh – duwazdeh – sêzdeh – çardeh –
pazdeh – şazdeh – hevdeh – ijdeh – nozdeh –
bîst.
2-Rengdarên jimarên payedar ev in:
yek yek , du du , sê sê ,çar çar ……………….
du yek, sê yek, çar yek, pênc yek, şeş yek …
Yekem , duwem , sêyem ,çarem , pêncem ,şeşem , heftem …..û hwd.
3-piçjimar: Jimartina parçe parçe .
wek : Nîv, sêyek, çaryek, pêncek, şeşek ……
C- rengdêrên Nîşandan. Ew rengdêrên bi awakî nîşandayînê navdêran didin xwiyakirin.
Wek: vî – vê – wî – wê – van – wan – ev – ew
ji bo nêr Ji bo mê ji bokom
Vî kurî vê keçê van kuran wan kuran
Wî kurî wê keçê van keçan Wan keçan
Ev kur ev keç ev kur ew kur
Ew kur ew keç ev keç ew keç
Î îşev îro îsal
Rengdêrên nîşandan mîna bernavan bi awayê tewangî û bi awayê radêr têne bikaranîn.
1-bi awayê tewangî.
a-rengdêrên nîşandan dibin kiryar bi demên bûhêrkê re.
Wek:
Bûhêrka têdayî Bûhêrka dûdar
vî kurî av vexwar vî kurî av vexwariye
vê keçê av vexwar vê keçê av vexwariye
wî kurî av vexwar wî kurî av vexwariye
wê keçê av vexwar wê keçê av vexwariye
van kuran(keçan)av vexwarin. van kuran(keçan) av
vexwarne.
wan kuran(keçan)av vexwarin wan kuran(keçan) av
vexwarne.
Çîroka dema bûrî
Vî kurî av vexwarbû
Vê keçê av vexwarbû
Wî kurî av vexwarbû
Wê keçê av vexwarbû
Van kuran(keçan) av vexwarbûn.
Wan kuran(keçan) av vexwarbûn.
Çîroka dema niha
vî kurî av vedixwar
vê keçê av vedixwar
wî kurî av vedixwar
wê keçê av vedixwar
Van kuran(keçan)av vedixwarin.
Wan kuran(keçan) av vedixwarin.
b-rengdêrên nîşandan bi dema nihokê û dema wê bê re wek berkaran têne bikaranîn. Wek:
Dema niha Dema wê bê
Ez vî kurî dibînim ez ê vî kurî silav bikim
Tu vê keçê dibînî tu yê vê keçê bibînî
Ez wî kurî nasdikim ez ê wî kurî nasbikim
Em wê keçê nasdikin em ê wê keçê nasbikin
Ez van kuran nasdikim ez ê van kuran nasbikim
Ez wan kuran nasdikim. ez ê wan keçan nasbikim
c-Rengdêrên nîşandan ên tewangî dikarin bibne
berkarê ne yekser (îndîrêkt) bi her demê re.
Nihok: Dema wê bê (Pêşeroj):
Ez ji vî re dibêjim ezê ji vî kurî re bêjim
Em bi wî dizanin emê bi wî bizanibin
Ez ji wê re dibêjim ezê ji wê re bêjim
Em bi vê serbilindin emê bi vê serbilind bibin
Hûn bi van kêfxweşin emê van nasbikin
Ez ji wan re dibêjim ezê ji wan re bêjim
Bûhêrka têdayî Bûhêrka dûdar.
Min li vî kurî xist. min bi vî kurî re gotiye
Min li vê keçê xist. ez bi vê keçê re çûme bajêr.
Ez li wî kurî geriyam. ez bi wî kurî re mijûlbûme.
Min li wê keçê nerî. min li wê keçê neriye
Ez bi van kuran re peyivîm. Wî ji van re gotiye
Ez bi wan keçan re peyivîm. min ji wan re gotiye
Çîroka dema bûrî Çîroka dema niha.
Min li vî xistibû wî ji vî re digot
Te ji vê re rêkirbû me ji vê re dixwest
Min bi wî re gotibû me bi wî re dirêjdikir
Ez bi wê re çûbûn ez bi wê re diçûm
Em bi van re hatibûn ew bi van re diçûn
Me li wan guhdarîkiribû min li wan dinerî
2-Rengdêrên nîşandan yên radêr dikarin bi awayên
bernavên radêr bêne bikaranîn.
Wek:
a-bi her çar demên bûhêrkê re.
Bûriya têdayî Bûriya dûdar
min ev kur dit min ev kur dîtiye
min ev keç dîtin wî ev keç naskiriye
min ew kur dîtin me ew kur jibîrkiriye
min ew keç dît min ew keç dîtiye
Çîroka dema bûrî Çîroka dema niha
wî ev kur naskiribû wî ev kur nasdikir
wê ev keç naskirbû wê ev keç şiyardikir
min ew kur dîtibû wan ew kur rizgardikir
min ew keç şiyarkiribû min ew keç hîndikir
b-bernavên nîşandan yên radêr bi dema nihokê û dema wê bê re, wek kiryar têne bikaranîn.
Dema niha Dema wê bê
ev kur dibêjin em baş in. Ev kur ê bêjin em baş in
ev kur dibêje ez baş im ev kur ê bêje ez baş im.
ew keç dibêje ez baş im ew keç ê bêje ez baş im.
ew keç dibêjin em baş in ew keç ê bêjin em baş in
c-Rengdêrên nîşandan yên radêr dikarin wek kiryar her demê bi lêkerên têneper re bêne bikaranîn.
Wek:
Ev kur çû. Ev keç çûye. ev kur çûbû...
ev keç diçû
Ev keç diçe. ev kur ê biçe
Ew kur hat ......ew keç hatiye .......ew kur hatibû...
Ew kur dihat........
Ew keç tê. ew kur ê were
Ew kur tên. ew kur ê werin
d-Rengdêrên Pirsyar. Ew rengdêrên ku bi awayekî pirsiyarî navekî didin nîşandan
wek:
Çend, çi, çima ,çawe, çilo, bi çi awayî, çiqas .......
Çend kes hatin vir ?
Çi bi tere bû ?
Çawe te xwe xilaskir?
Çima te ji min re ne got?
Te xwe bi çi awayî gihande vir?
Çiqas merev bi te re bûn?
Çilo tu haî vir?
e-Rengdêrên nependî, mirov tiştekî bi awakî nependî nîşandike.
Wek : tu kes ne hat vir - hemî hatin vir
Her, hemî, kes, tu, pir, tenê, tukes, hemî- kes…………û hwd.
hemî çûn Bajêr
kes nehat vira .
min pir merev ditin
min tenê ew dît.
Her yek dibêje ez.
Tukesî ji min re ne gotiye
Hemî kesî soz daye .




del.icio.us
Digg
Post your comment