Xeleka şeşemîn li ser zimanê kurdî (ziman û rêziman)
Xwendevanên hêja û delal vê care em ê li ser Lêkera Bûn bisekinin bikaranîna we bi cînavan re bi taybetî gurûpa (ez – tu – ew – em – hun - ew) ji ber ku pir formên cuda ji lêkera bûn re hene û gelek caran ew tê guhertin
Cînav û lêkera bûn
Du girûp ji cînavên kesanî di zimanê kurdî de hene.
1- Girûpa radêr:
Ez – tu – ew – em – hûn – ew
2- Girûpa tewangî:
Min – te – (wî, wê) – me – we – wan
Lêkera bûn wek lêkereke sivik, alîkar û têneper ( interansitîv). Girûpa Radêr ( ez – tu – ew – em – hûn – ew ). Dikarin bi hemî demên lêkerên têneper re ( intransitîv) re bên bi karanîn.
Lêkerên Têneper ev in: Wek: çûn – hatin – bûn – rabûn – rûniştin – ken – rev – bez – qîrîn – lîstin – û hemî lêkerên lebatê û hwd.
Ez im – tu yî – ew e - em in – hûn in – ew in.
Fermana lêkera çûyin û hatin ev e: here – were.
Dema niha.
Ez im – tu yî – ew e – em in – hûn in – ew in……
Tu çi dikî ?
Ez çîrokê dixwînim.
Ez karê xwe dikim.
Ez namê dinivîsim.
Ew çi dike?
Ew namê dixwîne.
Ew pirtûkê dixwîne
Ew sêvê dixwe.
Hûn çi dikin?
Em dersên xwe dixwînin.
Em li te guhdar dikin.
Em karê xwe bi rê ve dibin.
Em sêvan dixwin.
Tu ki yî?
Ez Delîl im.
Ez mêvan im.
Ez rêwî me.
Ew ki ye?
Ew Dîlan e.
Ew Azad e.
Ew Rewşen e
Ew Hozan e.
Hûn kî ne?
Em Mamoste ne.
Em xwendekar in.
Em kurd in.
Em Hunermend in.
Em rêwî ne.
Tu çawe yî ?
Ez baş im
Tu baş î
Ew baş e
Em baş in
Hûn baş in
Ew baş in.
Dema wê bê ) pêşeroj)
Ev dem ji lêkera ( dên) û lêkera bingehîn pêk tê ( ez + (dên) ê + bi + xwînim.
Tu yê çi bikî?
Ez ê bixwînim
Tu yê bixwînî
Ew ê bixwîne
Em ê bixwînin
Hûn ê bixwînin
Ew ê bixwînin.
Dema bûhêrkê bi lêkera ( bûn - bû )
Ew kî bû ?
Ez Delîl bûm
Tu Delîl bûyî
Ew Delîl bû
Em mamoste bûn
Hûn mamoste bûn
Ew mamoste bûn
Lêkera bûn bi wateya çêbûnê ( wek ingilîzî become).
Tu çawe bûyî?
Ez baş bûm
Tu baş bûyî
Ew baş bû
Em baş bûn
Hûn baş bûn
Ew baş bûn
Lêkera bûn bi wata çêbûnê. Wek ingilîzî (become) têneper ( intransitîv)
Dema Niha
Tu dibî çi?
Ez dibim hunermend.
Tu dibî hunermend
Ew dibe hunermend
Em dibin hunermend
Hûn dibin hunermend
Ew dibin hunermend.
Dema wê bê ( pêşeroj)
Tu yê bibî çi ?
Ez ê bibim zanyar
Tu yê bibî zanyar
Ew ê bibe zanyar
Em ê bibin zanyar
Hûn ê bibin zanyar
Ew ê bibin zanyar
Dema bûriya têdayî.
Tu bûyî çi?
Ez bûm pêlewan
Tu bûyî pêlewan
Ew bû pêlewan
Em bûn pêlewan
Hûn bûn pêlewan
Ew bûn pêlewan
Dema bûriya dûdar.
Ez bûme pêlewan
Tu bûyî pêlewan
Ew bûye pêlewan
Em bûne pêlewan
Hûn bûne pêlewan
Ew bûne pêlewan
Çîroka dema bûrî.
Ez bûbûm mamoste
Tu bûbûyî mamoste
Ew bûbû mamoste
Em bûbûn mamoste
Hûn bûbûn mamoste
Ew bûbûn mamoste
Çîroka dema Niha.
Ez dibûm nivîskar
Tu dibûyî nivîskar
Ew dibû nivîskar
Em dibûn nivîskar
Hûn dibûn nivîskar
Ew dibûn nivîskar
Xwendevanê hêja em li vir gihan dawiya vê gotarê lê care bê em ê lis er berdewamiya bikaranîna lêkera Bûn bisekinin.




del.icio.us
Digg