Xeleka heştemîn li ser zimanê kurdî (ziman û rêziman)
Xwendendevanên hêja û delal vê carê em ê di xeleka heştemîn de li ser lêkerên alîkar bisekinin ew jî heftin û çaawe em wan bikar bînin, hin taybetiyên van lêkeran hene em ê yeko yeko li ser wan rawestin û cûdahiya wan ji xwendevanên xwe re bidin xwiyakirin
Lêkerên alîkar ev in :
1-kirin 2- bûn 3- kanin an karîn 4- dan
5- hatin 6- dive yan dixwaze 7- dên
1- lêkera kirin.
Ev lêkera alîkar dikare bi serê xwe were yan
alîkariya sazkirina lêkeran bike û wek lêkereke têper (transitîv) tê xwiyakirin.
Mînak:
Ez karê xwe dikim
Tu karê xwe dikî
Ew karê xwe dike
(Em, hûn, ew) karê xwe dikin
Ez ê karê xwe bikim
Tu yê karê xwe bikî –
Ew ê karê xwe bike
(Em, hûn,ew) ê karê xwe bikin
Min karê xwe kir
Te karê xwe kir-
(wî,wê) karê xwe kir
(Me, we, wan) karê xwe kir û bi vî rengî..........
Min karê xwe kiriye
Te karê xwe kiriye.
Min karê xwe kiribû
Te karê xwe kiribû...........
Min karê xwe dikir
Te karê xwe dikir .............
Awayên sazkirina lêkerên têper ku bi alîkariya lêkera kirin çêdibin.
a-Lêkera kirin bi alîkariya navan lêkerên têper sazdike.
Wek:
rêkirin – silavkirin – çavkirin………
Ez silavan rê dikim
Ez ê silavan rê bikim
Min hin silav rê kirin
Min hin silav rê kirine
Min hin silav rê kirbûn
Min hin silav rê dikirin
b-Bi alîkariya rengdêran lêkerên têper sazbibin.
Wek:
reşkirin – xurtkirin – ziravkirin – zelalkirin…..
Ez sola xwe reş dikim
Ez ê sola xwe reş bikim
Min sola xwe reş kir
Min sola xwe reş kiriye
Min sola xwe reş kiribû
Min sola xwe reş dikir
c-Bi alîkariya hokeran lêkerên têper sazdibin.
Wek:
Bicihkirin – pirkirin- başkirin……..
Ez wan bicih dikim.
Ez ê wî bicih bikim.
Min ew bicih kir.
Min ew bicih kiriye.
Min ew bicih kiribû.
Min ew bicih dikir.
d-Bi alîkariya hin lêkeran bi lêkera kirin re lêkerên têper sazdibin.
Wek:
Jiyankirin – şirovekirin – hînkirin. ……..
Ez wan jiyan dikim
Ez ê wan jiyan bikim
Min ew jiyan kirin
Min ew jiyan kirine
Min ew jiyan kiribûn
Min ew jiyan dikirin.
Têbînî :
Ev lêkerên ku sazdibin tim têper in û her demê lêkerên alîkar in û di lêparînê de li gor forma lêkera alîkar têne guhertin.
1- Lêkera bûn. Roleke vê lêkerê ya giring di hevokan
de heye. Ji ber ku lêkera bûn bi sê awayan tê bikaranîn.
Sê awayên cuda ji bikaranîna lêkera bûn hene.
I. Wek lêkereke sivik
II. Wek lêkereke bi awayê çêbûnê bi rengê Inglîzî (become) yan Holandî (worden).
III. Wek lêkereke alîkar.
I. Dema lêkera bûn li paş navdêr û rengdêran tê bikaranîn, wê gavê Wek lêkera Ingilîzî (to be) û lêkera Hollandî (zijn) û lêkera Erebî (ﻥﻮﻜﻟﺍﻞﻌﻓ) tê xwiyakirin.
a- Dema bi serê xwe bi bernavan re tê bikaranîn.
Wek:
Dema niha dema bûrî
Ez im Ez bûm
Tu yî Tu bûyî
Ew e Ew bû
Em in Em bûn
Hûn in Hûn bûn
Ew in Ew bûn.
b-Dema bi navan re tê bikaranîn.
Wek: bi navdêran re.
Dema niha dema bûrî
Ez mamoste me ez mamoste bûm
Tu mamoste yî tu mamoste bûyî
Ew mamoste ye ew mamoste bû
Em mamoste ne em mamoste bûn
Hûn mamoste ne hûn mamoste bûn
Ew mamoste ne ew mamoste bûn
Têbînî: dema tîpeke dengdêr berî lêkera bûn were,
wê gavê li gor forma jor tê guhertin.
Im dibe me – î dibe yî – e dibe ye – in dibe ne
c-Dema bi rengdêran re tê bikaranîn
Wek:
Dema niha dema bûrî
Ez baş im duhî ez baş bûm
Tu baş î duhî tu baş bûyî
Ew baş e duhî ew baş bû
Em baş in duhî em baş bûn
Hûn baş in duhî hûn baş bûn
Ew baş bûn duhî ew baş bûn
Têbînî: Lêkera bûn lêkereke têneper e, ji ber vê yekê
bi her demê re bi girûpa bernavên radêr re tê
bikaranîn.
II. Wek lêkera Inglîzî (become) û lêkera Hollandî (worden) û lêkera Erebî (ﺢﺒﺻﺍ) bi wateya çêbûnê tê bikaranîn.
Têbînî: di vê barê de gereke lêkera bûn li pêşiya
Navdêr û rengdêran bê bikaranîn.
Bi nihok û dema wê bê yan (pêşeroyê) re.
Nihok: dema wê bê:
Ez dibim Mamoste Ez ê bibim Hosta
Tu dibî Mamoste Tu yê bibî Hosta
Ew dibe Mamoste Ew ê bibe Hosta
Em dibin Mamoste Em ê bibin Hosta
Hûn dibin Mamoste Hûn ê bibin Hosta
Ew dibin Mamoste Ew ê bibin Hosta
Bi dema bûrîya têdayî re. Bi dema bûriya dûdar re
Ez bûm nivîskar Ez bûme hozan
Tu bûyî nivîskar Tu bûye hozan
Ew bû nivîskar Ew bûye hozan
Em bûn nivîskar Em bûne hozan
Hûn bûn nivîskar Hûn bûne hozan
Ew bûn nivîskar Ew bûne hozan
Bi çîroka dema bûrî re. Bi çîroka dema niha re
Ez bûbûm karker Ez dibûm rêzan
Tu bûbûyî karker Tu dibûyî rêzan
Ew bûbûye karker Ew dibûye rêzan
Em bûbûn karker Em dibûn rêzan
Hûn bûbûn karker Hûn dibûn rêzan
Ew bûbûn karker Ew dibûn rêzan
III. Lêkera bûn wek lêkereke alîkar tê bikaranîn.
Wek:
a. Bi hokeran re lêkerên têneper sazdibin.
b. Bi rengdêran re lêkerên têneper sazdibin.
c. Bi lêkeran re lêkerên nû yên têneper sazdibin.
a. Bi hokeran re.
Wek:
başbûn – rindbûn – qencbûn
Dema niha Dema wê bê
Ez başdibim Ez ê başbibim
Tu başdibî Tu yê başbibî
Ew başdibe Ew ê başbibe
Em başdibim Em ê baş bibin
Hûn başdibin Hûn ê başbibin
Ew başdibin Ew ê başbibin
Bi demên bûhêrkê re.
Bûriya têdayî Bûriya dûdar
Ez başbûm Ez başbûme
Tu başbûyî Tu başbûye
Ew başbû Ew başbûye
Em başbûn Em başbûne
Hûn başbûn Hûn başbûne
Ew başbûn Ew başbûne
Çîroka dema bûrî Çîroka dema niha
Ez başbûbûm Ez başdibûm
Tu başbûbûyî Tu başdibûyî
Ew başbûbû Ew başdibû
Em başbûbûn Em başdibûn
Hûn başbûbûn Hûn başdibûn
Ew başbûbûn Ew başdibûn
b. Bi rengdêran re.
wek :
zelalbûn – sorbûn – geşbûn – dirêjbûn……
Bi dema nihokê re. Bi dema wê bê re
Ez dirêjdibim Ez ê dirêjbibim
Tu dirêjdibî Tu yê dirêjbibî
Ew dirêjdibe Ew ê dirêjbibe
Em dirêjdibin Em ê dirêjbibin
Hûn dirêjdibin Hûn ê dirêjbibin
Ew dirêjdibin Ew ê dirêjbibin
Bi demên bûhêrkê re.
Bûhêrka têdayî bûhêrka dûdar
Ez zanebûm Ez zanebûme
Tu zanebûyî Tu zanebûye
Ew zanebû Ew zanebûye
Em zanebûn Em zanebûne
Hûn zanebûn Hûn zanebûne
Ew zanebûn Ew zanebûne
Çîroka dema bûrî çîroka dema niha
Ez zanebûbûm Ez zanedibûm
Tu zanebûbûyî Tu zanedibûyî
Ew zanebûbû Ew zanedibû
Em zanebûbûn Em zanedibûn
Hûn zanebûbûn Hûn zanedibûn
Ew zanebûbû Ew zanedibûn
c. Bi lêkerên têneper re. Wek : çuyin – hatin –
rabûn... forma kesaniya lêkera bûn distîne
Bi nihokê re. Bi dema wê bê re
Ez diçim Ez ê biçim
Tu diçî Tu yê biçî
Ew diçe Ew ê biçe
Em diçin Em ê biçin
Hûn diçin Hûn ê biçin
Ew diçin Ew ê biçin
Bi demên bûhêrkê re.
Bi bûriya têdayî re Bi bûriya dûdar re
Ez çûm Ez çûme
Tu çûyî Tu çûye
Ew çû Ew çûye
Em çûn Em çûne
Hûn çûn Hûn çûne
Ew çûn Ew çûne
Çîroka dema bûrî re Bi Çîroka dema niha
Ez çûbûm Ez diçûm
Tu çûbûyî Tu diçûyî
Ew çûbû Ew diçû
Em çûbûn Em diçûn
Hûn çûbûn Hûn diçûn
Ew çûbûn Ew diçûn
3- Kanîn ango Karîn. Ev lêker tim alîkare û alîkariya lêkeran dike.
wek :
bi dema nihokê re bi dema wê bê re
Ez dikanim bikirim Ez ê bikanim bikirim
Tu dikanî bikirî Tu yê bikanî bikirî
Ew dikane bikire Ew ê bikane bikire
Em dikanin bikirin Em ê bikanin bikirin
Hûn dikanin bikirin Hûn ê bikanin bikirin
Ew dikanin bikirin Ew ê bikanin bikirin
Têbînî:
Bi vê lêkera alîkar re her tim forma firmanê tê bikaranîn û guhertinên duzanê û lêparînê bi lêkera alîkar re çêdibin.
wek: bikire - bixwîne – binvîse – (binivsîne)
Bi demên bûhêrkê re.
Dema bûhêrka têdayî dema bûhêrka dûdar
Min kanî bixwînim Min kaniye bixwînim
Te kanî bixwînî Te kaniye bixwînî
Wî,Wê kanî bixwîne (Wî,Wê) kaniye bixwîne
Me kanî bixwînin Me kaniye bixwînin
We kanî bixwînin We kaniye bixwînin
Wan kanî bixwînin Wan kaniye bixwînin
Çîroka dema bûrî çîroka dema niha
Min kanîbû bixwînim Min dikanî bixwînim
Te kanîbû bixwinî Te dikanî bixwînî
Wî,Wê kanîbû bixwîne Wî,Wê dkanî bixwîne
Me kanîbû bixwînin Me dikanî bixwînin
We kanîbû bixwînin We dikanî bixwînin
Wan kanîbû bixwînin Wan dikanî bixwînin
4-dan . Lêkereke ku alîkariya lêkeran dike û dikare bi serê xwe jî wek lêkereke serbixwe were.
Dema bi serê xwe were.
Dema nihokê dema wê bê (pêşe rojê)
Ez namê didim wî ez ê namê bidim wî
Tu namê didî wî tu yê namê bidî wî
Ew namê dide wî ew ê namê bide wî
Em namê didin wî em ê namê bidin wî
Hûn namê didin wî hûn ê namê bidin wî
Ew namê didin wî ew ê namê bidin wî
Demên bûhêrkê
Dema bûriya têdayî Ddema bûriya dûdar
Min da wî min daye wî
Te da wî te daye wî
(wî,wê) da wî (wî,wê) daye wî
me da wî me daye wî
we da wî we daye wî
wan da wî wan daye wî
Çîroka dema bûrî çîroka dema niha
min dabû wî min dida wî
te dabû wî te dida wî
(wî,wê) dabû wî (wî,wê) dida wî
me dabû wî me dida wî
we dabû wî we dida wî
wan dabû wî wan dida wî
Dema mîna lêkera alîkar tê bikaranîn forma wê weha tê.
Bi nihokê re. bi dema wê bê re
Ez didim çêkirin Ez ê bidim çêkirin
Tu didî çêkirin Tu yê bidî çêkirin
Ew dide çêkirin Ew ê bide çêkirin
Em didin çêkirin Em ê bidin çêkirin
Hûn didin çêkirin Hûn ê bidin çêkirin
Ew didin çêkirin Ew ê bidin çêkirin
Bi demên bûhêrkê re.
Bûriya têdayî Bûriya dûdar
Min da çêkirin Min daye çêkirin
Te da çêkirin Te daye çêkirin
Wî,Wê da çêkirin Wî,Wê daye çêkirin
Me da çêkirin Me daye çêkirin
We da çêkirin We daye çêkirin
Wan da çêkirin Wan daye çêkirin
Çîroka dema bûrî Çîroka dema niha.
Min dabû çêkirin Min dida çêkirin
Te dabû çêkirin Te dida çêkirin
Wî,Wê dabû çêkirin Wî,Wê dida çêkirin
Me dabû çêkirin Me dida çêkirin
We dabû çêkirin We dida çêkirin
Wan dabû çêkirin Wan dida çêkirin
Têbînî:
Forma jêderên lêkeran her tim bi lêkera “dan”
re tê bikar anînin
5-hatin lêkereke alîkar e û dikare bi serê xwe jî
were, lê hertim bi forma pasîvê re dibe alîkar.
a. Dema bi serê xwe tê bikaranîn.
b.
Bi dema nihokê re. Bi dema wê bê re.
Ez têm serdana we Ez ê bêm mal
Tu tê serdana me Tu yê bê mal
Ew tê serdana me Ew ê bê mal
Em tên serdana we Em ê bên mal
Hûn tên serdana me Hûn ê bên mal
Ew tên serdana me Ew ê bên mal
Bi demên bûhêrkê re.
dema bûhêrka têdayî. dema bûhêrka dûdar
Ez hatim mal Ez hatime mal
Tu hatî mal Tu hatiye mal
Ew hate mal Ew hatiye mal
Em hatin mal Em hatine mal
Hûn hatin mal Hûn hatin mal
Ew hatin mal Ew hatin mal
Çîroka dema bûrî çîroka dema niha
Ez hatibûm mal Ez dihatim mal
Tu hatibûyî mal Tu dihatî mal
Ew hatibûye mal Ew dihate mal
Em hatibûn mal Em dihatin mal
Hûn hatibûn mal Hûn dihatin mal
Ew hatibûn mal Ew dihatin mal
b. Dema bi pasîvê re dibe alîkar.
Aktîv Pasîv
ez sêvê dixwim sêv tê xwarin
ez ê sêvê bixwim sêv ê bê xwarin
min dar şikandin dar hatin şikandin
min namek nivîsandiye name hatiye nivîsandin
min namek nivîsandibû namek hatibû nivîsandin
min çîrok dixwend çîrok dihat xwendin
6- (divê, daxwaz) lêkereke alikar e û dikare bi serê
xwe jî were .
a. wek lêkereke alîkar.
Bi nihokê re. Bi dema wê bê re.
Ez dixwazim herim gund. Ez ê bixwazim herim gund
Tu dixwazî herî dibîstanê. Tu yê bixwazî herî gund
Ew dixwaze here dibistanê.Ew ê bixwaze here gund
Em dixwazim herin Bajêr. Em ê bixwazin herin gund
Hûn divin herin malê. Hûn ê bivin herin malê
Ew divin herin dibîstanê. Ew ê bixwazin herin malê
-Bi demên bûhêrkê re.
Bûhêrka têdayî Bûhêrka dûdar
Min xwest herim mal Min xwestiye herim
Te xwest herî mal Te xwestiye herî
Wî,Wê xwest here mal Wî,Wê xwestiye here
Me xwest herin mal Me xwestiye herin
We xwest herin mal We xwestiye herin
Wan xwest herin mal Wan xwestiye herin
Çîroka dema bûrî çîroka dema niha
Min xwstibû herim Min dixwest herim
Te xwestibû herî Te dixwest herî
Wî,Wê xwestibû here Wî,Wê dixwest here
Me xwestibû herin Me dixwest herin
We xwestibû herin We dixwest herin
Wan xwestibû herin Wan dixwest herin
b. wek lêkereke têper û bi serê xwe.
Bi dema niha re bi dema wê bê re
Ez azadiyê dixwazim ez ê azadiyê bixwazim
Tu azadiyê dixwazî tu yê azadiyê bixwazî
Ew azadiyê dixwaze ew ê azadiyê bixwaze
Em azadiyê dixwazin em ê azadiyê bixwazin
Hûn azadiyê dixwazin hûn ê azadiyê bixwazin
Ew azadiyê dixwazin ew ê azadiyê bixwazin
Bi demên bûhêrkê re
Bûhêrka têdayî Bûhêrka dûdar
Min azadî xwest min azadî xwestiye
Te azadî xwest te azadî xwestiye
(Wî, wê) azadî xwest (wî, wê) azadî xwestiye
Me azadî xwest me azadî xwestiye
We azadî xwest we azadî xwestiye
Wan azadî xwest wan azadî xwestiye
Çîroka dema bûrî çîroka dema niha
Min azadî xwestibû min azadî dixwest
Te azadî xwestibû te azadî dixwest
(Wî,wê) azadî xwestibû (wî, wê) azadî dixwest
Me azadî xwestibû me azadî dixwest
We azadî xwestibû we azadî xwestibû
Wan azadî xwestibû wan azadî dixwest
7- dên: lêkereke alîkar e û bi forma Merc û Rewa re
tê bikaranîn.
Ev lêkera han alîkariya dema wê bê (pêşerojê) dike.
Wek :
Ez dê yan ez ê namê bixwînim
Tu dê yan tu yê namê bixwînî
Ew dê yan ew ê namê bixwîne
Em dê yan em ê namê bixwînin
Hûn dê yan hûn ê namê bixwînin
Ew dê yan ew ê namê bixwînin
Têbînî:
Piştî hêsankirina peyva (dê) û piştre dibe (ê)
bikar anîna hevokan re.
Bimînin di nav xêr û xweṣiyê de
Mamoste: Subhî Ahmad bi we re ye subhi-ahmad@hotmail.com




del.icio.us
Digg
Post your comment