Laperê Serekî | Pirtûkên nû | Kitêba Kerîm Yildiz Kurdên Sûriyeyê: "Gelekî Jibîrkirî "

Kitêba Kerîm Yildiz Kurdên Sûriyeyê: "Gelekî Jibîrkirî "

Font size: Decrease font Enlarge font
image

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ev kitêb, yek ji kitêbên pêşîn e ku bi karesata Kurdên Sûriyeyê dadikeve. Kurd mezintirîn mînorîte ne li Sûriyeyê, û hêj jî di warê mafên mirov de tûşî gelek neheqiyên nedîtî dibin. Ligel kitêbên din ên Kerîm Yildiz -The Kurds in Iraq û The Kurds in Turkey- ev kitêb, xwe dispêre tehlîlên wî yên berfireh ên sebaret bi rewşa mafên mirov ya mezintirîn grûba etnîk a bêdewlet li dinyayê.

Yildiz, rewşa hevçerx a Kurdên Sûriyeyê, di çarçoveya dîroka Sûriyeyê de û di wê rewşa wê ya niha de ku ji layê DYAyê ve bi dewleteke deryasayî dihê girtin, vedikole. Halê hazir, sedî pêncehê dahata Sûriyeyê diçe bo mesrefên leşkerî -lewre Sûriye hest bi gefa cîranên xwe li ser xwe dike, û ev yek di awayê muameleya ligel mînorîteyan de diyar dibe.

Kerîm Yildizê ku di vê kitêbê de ziman, perwerde, dîn û dîrok jî tê de hemû rehendên jiyana kurdî lêk dide, derfeteke tekane berpêş dike bo têgihiştina rewşa mafên mirov ya Kurdên Sûriyeyê. 

 

pirtukaksury_777754795.jpg

 

KERÎM YILDIZ

 

Li Çewligê ji dayik bû. Xwendina xwe ya masterê li ser Huqûqa Navneteweyî ya Mafên Mirov li Ingilîstanê tewaw kir û li sala 1992yê wekî endamê damezrêner û dîrektorê Projeya Mafên Mirov ya Kurd li Londonê (PMMK-Kurdish Human Rights Project KHRP) bû berpirsê sepandina projeyên ku PMMKyê bi rê ve dibirin. Di warê mafên mirov de, bi taybetî li ser mafên kurdên ku li Tirkiye, Sûriye, Îran, Iraq, Azerbeycan û Ermenistanê dijîn, gelek kitêb û meqale nivîsandine. Ji bo hejmareke kitêbên ku di warê mafên mirov de hatine nivîsandin beş amade kirine.

Li Rûsya, Albaniya, Kosova, Ûkrayna, Azerbeycan, Ermenistan, Iraq û Kurdistana Başûr, sebaret bi naveroka peymanên navneteweyî yên mafên mirov û bikaranîna mekanîzmayên heyî, gelek semînerên perwerdeyî pêşkêş kirine ji bo civatên ku tê de dadger, dozger, mamosteyên zanîngehê, huqûqnas û çalakvanên mafên mirov cih digirtin. Kerim Yildiz li ser muraacatên ferdî ji bo Dadgeha Mafên Mirov ya Ewrûpayê û bikaranîna Mekanîzmayên Mafên Mirov yên Netewe-Yekgirtiyan kitêbên rêber jî nivîsandine. Kitêbên wî ji zimanê resen ingilîzî hatine wergerandin û ji bilî bi tirkî, bi zimanên kurdî (soranî û kurmancî), azerî, ermenî, fînî, farisî û rûsî jî hatine belavkirin. Kerîm Yildiz, ji ber xebat û bexşên xwe yên di warê mafên mirov de, li bal Komîteya Awuqatan ji bo Mafên Mirov û Weqfa Sigrid Rausing ve hatiye perûkirin. Herwiha ji bo xelata mafên mirov, ku saziya Justive/Law Society dide, wekî namzed hatiye nîşandan.

Kerîm Yildiz, ji bilî endamiya desteya rêveber a gelek saziyên cihê yên mafên mirov û jîngehê, şêwirmendiyê ji bo Weqfa Delfinayê dike ku di warê hunerê de yek ji saziyên herî navdar ên cîhanê ye. Yildiz endamê rêxistinên Pena Ingilîz û Pena Kurd e.

 

Kurdên Sûriyeyê: Gelekî Jibîrkirî

Kerîm Yildiz

Wergera ji ingilîzî: Ergîn Opengîn

ISBN: 978-9944-382-86-1

19.5x13, 224 rûpel, 14 TL

  • email Email to a friend
  • print Print version
  • Plain text Têkist
Rate this article
2.67
Powered by Vivvo CMS v4.1.6