Laperê Serekî | Pirtûkên nû | Ferhenga Celadet Alî Bedirxan derket

Ferhenga Celadet Alî Bedirxan derket

Font size: Decrease font Enlarge font
image

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Avesta piştî wefata wî bi 58 salan ferhenga mîrê kurmanciyê Celadet Alî Bedirxan bi serbilindî û kêfxweşî pêşkêş dike. Ferheng yek jê çapeke taybet, bi du awayan çap bûye.

 

     fer_855494463.jpg    

 

Sînemxan Bedirxan, di pêşgotinê de li ser Ferhengê van agahiyan dide:

Armanca vê ferhengê ew bû ko piştî belavbûna alfabeya latînî, derxistin û rawestandina kovara Hawarê, bibe pêdiviyek ji bo pêşveçûna zimanê kurdî û belavbûna vî zimanî li çar perçeyên Kurdistanê.

Ez dikarim bêjim ko yekemîn ferhenga kurdî-kurdî bû. Lê mixabin ji ber koçkirina bavê min û piştî koçkirina wî, astengî ketin nav jiyana me de, ev ferheng belav nebû heya niha...

Ev ferheng ne wekî hemû ferhengên asayî bi yek beşî, ji ber wan kêmasiyan ferheng bi sê beşan hate çapkirin.

1. Beşa Yekem şeş tîpên (a-b-c-ç-d-e) Selah Sadallah

2. Beşa Duyem Ferhenga Celadet Bedirxan

3. Beşa Sêyem Ferhenga Kovara Hawarê

 “Elfabêya Kurdî” jî ku dîsa di Hawarê de çap bûbû, wek pêşek cî girtiye.

 

Celadet Alî Bedirxan


Di sala 1893an de li Stembolê hatiye dinyayê. Neviyê Mîr Bedirxan Paşa ye. Dibistana yekemîn û a navîn li Stembolê xwend. Di Şerê Cîhanê ê Yekemîn de di nav Artêşa Osmanî de li Eniya Kafkas bû. Piştî ku Împaratoriya Osmanî hilweşiya, ji bo yekîtiya eşîrên kurd pêk bîne xebitî, lê bi ser neket. Di sala 1922an de tevî birayê xwe Kamiran Alî Bedirxan çû Almanyayê û li wir xwendina xwe domand. Di 1925an de derbasî Rojhilata Navîn bû, piştî demekê li Kahîre ma, çû Sûrî û li wir bi cih bû. Li binxetê bi Haco Axa û ronakbîrên din ên kurd re Xoybûn ava kirin. Di salên 30î de dest bi xebatên kulturî kir. Berpirsiyar û xwediyê kovara Hawar û Ronahî bû. Elfabeya kurdî bi latînî çêkir. Li ser gramera kurdî xebatên gelekî girîng kirin. Celadet Alî Bedirxan, di 15ê Tîrmeha 1951ê de li Şamê çû ser dilovaniya xwe.

CELADET ALÎ BEDIRXAN BERHEMÊN GIŞTÎ
- Günlük Notlar (Amadekar: Malmîsanij, bi tirkî)
- De La Question Kurde / Kürt Sorunu Üzerine (Bi frensî û tirkî)
- Were Dotmam (Şiîrên Hawarê)

- Kürtçe Gramer (tevî Roger Lescot, bi tirkî)

- Edirne Sukûtunun İç Yüzü (tevî Kamiran Bedirxan, bi osmanî)

- Kurd û Welatê Wan Kurdistan

- Hevind (şano)

- Bingehên Gramêra Kurdmancî

- Mustafa Kemal’e Mektup (bi tirkî)

 

FERHENG (KURDÎ-KURDÎ)

Celadet Alî Bedirxan

Çapa taybet, bi cild û şomîz

ISBN: 978-9944-382-80-9

22.5x14.5, 336 rûpel, 28 TL

 

Kürtçe Gramer

Celadet Alî Bedirxan

Roger Lescot

Normal baskı

ISBN: 978-975-8637-80-9

21.5x13.5, 336 rûpel, 18 TL

www.avestakitap.com

 

 

 

 

Subscribe to comments feed Comments (0 posted):

Post your comment comment

Please enter the code you see in the image:

  • email Email to a friend
  • print Print version
  • Plain text Têkist
Rate this article
0
Powered by Vivvo CMS v4.1.6