Laperê Serekî | Pirtûkên nû | Kovara W Hejmara Sermawez-Berfanbara 2009'an Derket

Kovara W Hejmara Sermawez-Berfanbara 2009'an Derket

Font size: Decrease font Enlarge font
image

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ji edîtor

 

          Roland Barthes di gotareke xwe de dibêje “Nivîskar ew kes e yê ku li gotina ku dixwazî bibêjî dixebite. Ji ber vê yekê jî tekane xwediyê zimên e.” Dîsa dema ku Dostoyevskî romana xwe ya “Kawik” ji yekê re îmze dike li ser wê dinivîse ku “Ji dehan yek jî tiştê ku min dixwest ez binivîsim nehatiye nivîsandin”. Li ser van daxuyanan diyar e ku nivîs ev tişt e ku çiqasî ji ezmên dakeve erdê, çiqasî mirov şûjinekê di pêsîra wê re bike û wê kedî bike jî dawiya dawîn nivîs ji cîhana jimeçêtiran e. Çi tiştê ku em dinivîsin û tê nivîsandin geryanek e di cîhana nivîsê de, niştecihên cîhana nivîsê tune ne! Bi şertê ku em li gotinên xwe yên ku em dixwazin derpêş bikin bixebitin em dikarin bibin qaçax û penaberekî wê cîhanê. Lê em bi gotinên xwe qayil bibin û lê nexebitin, dê nivîs rojekê bi me bihese û me ji cîhana xwe biqewirîne.Gotina ne hêsan zû zû nayê pênûsan. Ji ber vê yekê jî nivîs ne ew tişt e ku em çiqasî dikarin li ser avê bimînin û avjeniyê bikin, meseleya nivîsê ew e ku em dikarin çend keviran ji binê ava kûr derxin, bedena me dikare çiqasî bi zemîna deryayê muşeref bibe.

Em wêneyê mezin yê wêjeya kurdî –mebest jê kurmancî ye- bînin ber çavên xwe. Gelo çend kevirên wêjeya kurdî hene? Ev kevirên hanê têr dikin ku em ji xwe re malokekê çêkin? Bo qesra abadîn a nivîsê hê divê em gelek keviran ji binê avê derxin.

          Serokê YOK’ê Yusuf Ziya Ozcan di daxuyaniyeke xwe ya derbarê “Yaşayan Diller Enstitüsü” yan jî bi navê wê yê din Hemama Tir û Fisan dibêje ku “Heke ku hûn li kurdî binihêrin gorî tespîtan ji sedî 60-70 farisî ye 20-25 erebî ye û em dizanin ku peyvên tirkî jî tê de hene.” Em jî li ser daxuyanên wî dikarin bibêjin ku tirkiya tazî tembûrê dixwazî!

          Dibêjin rojekê zilamek diçe mêvaniyê, tenê keça malê li malê ye. Keça malê ji xwe re şîvê çêdike, sifreya xwe radixe û dixirpişe ser şîvê, gişî dixwe. Jina malê tê ji keça xwe dipirse “keça min ma te çima ji mêvanê me re negot were şîvê bixwe” keç lê vedigerîne “yadê ma devê mêvanê me heye”. Di wê gavê de zilam devê xwe vedike û ji keçikê re dibêje “Ma ev çîkê te ye”. Em jî bo daxuyaniyên brz. Ozcan dibêjin “ma zimanê Kovara Wyê çi ye?”

          Berê digotin zimanê kurdan tune ye niha jî dibêjin devê kurdan tune ye. Îcar em ê tenê qala çend peyvên kurdî ku derbasî tirkî bûne bikin, fermo çend peyv; deste, zînde, pençe, qîz, avdest, baxçe, çarçove, serxweş, serbest, xweşav, peyamber, nêrdewan, gulistan, sêpê, mest, cîwar. Gelo di tirkî de ev peyvên hanê ji ku tên Yusuf Ziya Ozcan? Tirkan ev peyvên hanê ji Asyaya Navîn anîn? Yusuf Ziyan Ozcan, gelo tu dizanî ku karikek heta dibe bizin an jî nêrî di her salekê de navekî wê heye? Golik, mozik, nogin, çêlek tu dizanî ku ev navên hanê her yek ên salekê ne?

          Xwendevanên hêja ji ber ku kar û barên kovarê bi rêkûpêktir bibin me karê edîtorya û redaksiyonê kirin yek. Û ji niha û şûnde dê ev kar ji aliyê Elîxan Loran û Serwet Denîz ve bên kirin.

          Mijara dosyeya Kovara Wyê ya hejmara bê “Romana Kurdî” ye. Kesên ku dixwazin beşdarî dosyeyê bibin divê heta 15.12.2009’an nivîsa xwe bişînin.

          Heta hejmareke dîtir ji bilî kurdî dil nedin tu zimanên dî!

 

 

NAVEROKA HEJMARA WYÊ YA SERMAWEZ-BERFANBARA 2009’AN

* Ji edîtor / 2

*Stran her bedew û hunermend  her ciwan dimînin ji bo guhdaran - Zeynep YAŞ / 3

*Dengbêjî - Mehmet ONCU / 10

* Betalî - Cîhan ROJ / 13

*Bo windayekî daxuyanî - Yunus EROGLÛ / 14

*Şeveke havînê û mirina kalekî - Brahîm Xelîlê ŞILBÊ / 17

* Feqîr û pirtûk - Tosinê REŞÎD / 19

*Huso derdewer - Mehmûd NEŞÎTE / 23

*Axîne - Daîmî BÎNGOL / 24

* Zarê kevirî - Feratê DENGIZÎ / 25

*Bi xatirê we- Bozan YAMAN / 26

*Çiya û derî- Bîrhan KESKÎN / 27

* Guldesteyek helbest - Friedrich NÎETZCHE / 28

* Pisîk - William SAROYAN / 29

* Sembol di helbestên Osman Sebrî de - Siyamend BRAHÎM / 32

* Bi rêhevalî dilxwaz in - Sîpan XIZAN / 35

 

*Dosye - Feqiyê TEYRAN / 36

*Ey av û av - Berken BEREH / 37

* Dilê Feqî - Feratê DENGIZÎ / 41

*Feqî xwezanîn paşxane - Serwet DENÎZ / 46

* Mîr Mih û Mîm û Hê - Seîd DÊREŞÎ / 49

* Şopên Feqiyê Teyran - Mîrza RONÎ / 51

* Warê Feqiyê Teyran; Muks û Werezoz - M. Xalid SADINÎ / 54

 

* Romana Omer Dilsoz, bêhna axê - Lokman POLAT 59

* Du gulî - Dilşêr BÊWAR / 63

* Sê helbest - Mehmedxan GULŞENOGLÛ / 64

*Berxik - Fewzî BÎLGE / 65

*Dêranî gundê Xurûcê - Aşemê ŞUKRÎ / 66

* Ji bo du yaran - Mistefa TUNCYUZLU / 68

* Dev ji min berdin - Nesrîn NAVDAR / 68

* Du helbest - Şengul OGÛR / 69

* Ji bo berjewendiya gundiyan - Mihemed QOSERÎ / 70

* Pîpa dimeşe - Robert BROWNÎNG / 76

*Şev - Dr. Esed REŞÎDÎ / 76

* Em bi tevahî zarokên mişextiyekê ne - Baran NEZAN / 77 

* Noq - Ezra POÛND / 78

* Şewat - Ciwan NEBÎ /79

*   Ez nizanim bê tê bîra te - Robîn ŞERNA / 79

* Xêz - Ahmet BÎLGE / 80

 

 

Enstîtuya Kurdî ya Amedê

Dr. Sıtkı Göral Cad. Kalem Sk. No 32/4 Huzurevlerî

Kayapınar/DİYARBAKIR

kovarawe@hotmail.com  û kovaraw@yahoo.comEv navnîşana e-peyamê li hember spam bot'an tê parastin, ji bo dîtinê divê Javascript vekirî be Ev navnîşana e-peyamê li hember spam bot'an tê parastin, ji bo dîtinê divê Javascript vekirî be

Telefon & Faqs: 0 412 237 43 16

 

KAMPANYAYA PIRTÛK Û KOVARAN YA ENSTÎTUYA KURDÎ YA AMEDÊ HÊ JÎ DIDOME. KAMPANYA HETA 01.01.2001’AN E

 

1.    Ferhenga Biwêjan ya Mistefa Boraq û Ferhenga Biwêjan ya Dilawer Zeraq; herdu bi hev re 50 YTL. 

2.    18 pirtûkên Enstîtuya Kurdî ya Amedê 60 YTL. (Gilgamêş, Deham EVDILFETAH; Hunera Axaftina Xweş û Nivîsandina Rind, Ayhan MERETOWAR; Ji Zargotina Kurdî Çîrokên Gelêrî, H. AKYOL & R. ZARG; Cînav, Deham EVDILFETAH; Nav, Deham EVDILFETAH; Çîrokên Mala Zalê, H. AKYOL; Mewlida Dimilî; Fadilê Kufragî; Hogir BERBIR; Kulîlkên Baxê Botan; Abdulkadîr BÎNGOL; Herdemciwanê, Eslîxan YILDIRIM; Matematîk, Hesen GUNEYLÎ; Çil Çarîn, Arjen ARÎ; Rovî û Şêr, Gayê Cot, Herdemciwanê, Pîrê û Dîk, Pîrê û Rovî; Eslîxan YILDIRIM)

3.    20 Hejmar Kovara W 45 YTL*

Nîşe: Ev kampanya heta 01.01.2010’an e. Di her sê kampanyayan de kargo li ser Enstîtuya Kurdî ya Amedê ye.

*Ji ber ku hejmarên Kovara Wyê yên 1, 2, 3, 5 û 7 di stokan de nemaye ev her pênc hejmar derveyî kampanyayê ne.

 

Enstîtuya Kurdî ya Amedê

Dr. Sıtkı Göral Cad. Kalem Sk. No 32/4 Huzurevlerî

Kayapınar/DİYARBAKIR

enstituamed@hotmail.comEv navnîşana e-peyamê li hember spam bot'an tê parastin, ji bo dîtinê divê Javascript vekirî be

kovarawe@hotmail.com  û kovaraw@yahoo.comEv navnîşana e-peyamê li hember spam bot'an tê parastin, ji bo dîtinê divê Javascript vekirî be Ev navnîşana e-peyamê li hember spam bot'an tê parastin, ji bo dîtinê divê Javascript vekirî be

Telefon & Faqs: 0 412 237 43 16

 

 

 

  • email Email to a friend
  • print Print version
  • Plain text Têkist
Rate this article
0
Powered by Vivvo CMS v4.1.6