Laperê Serekî | Pirtûkên nû | Kovara W hejmara Rêbendan-Reşemiya 2010'an Derket

Kovara W hejmara Rêbendan-Reşemiya 2010'an Derket

Font size: Decrease font Enlarge font
image

...Cdya Belgefîlmê Cegerxwîn diyarî ye ji xwendevanan re

 

Ji edîtor

Xwendevanên hêja!

Em wek Enstîtuya Kurdî ya Amedê û Kovara W, sersala we û tevahiya kurdîhez û têkoşêrên ziman pîroz dikin. Bi hêviya peyva zimanê kurdî li dar be!

Sala nû her çiqas hêviyên nû bi mirovan re çêbike jî, pêşiyê pêdivî bi nirxandina sala borî heye. Em dikarin bibêjin ku sala 2009’an salek bû ji van 200 salên dawîn ên têkoşîna gelê kurd. Wek wan salan bi hêviyên xurt ji bo azadî û mafên xwe têkoşiya, li ber  xwe da, hewl da ku pêşve biçe. Kurtêlxur û hestîkoj jî her li ser riya xwe bûn, wek benekî birêx li lingên me lefiyan. Ji bo kirin û helwestên serdestan pêdivî bi nirxandinê tune. Ku çavên Ceylanê bên bîra we bes e. Yan jî sêdarên rihbigûyan...

Wek tê zanîn DTP bi yekdengî girtin. Dibe ku bê gotin; partiyek bû hat girtin çû, wê di şûna wê de yeke din bê avakirin. Lê ev ne rast e, divê em, ên ku vî tiştî dikin baş nas bikin û hay ji xwe hebin. Lewre gur bi piranî postê mihê li xwe dikin û beriya ku mirovan gez bikin hiş û mêjiyê mirovan dagir dikin. Di pêvajoya dawîn de ev rewş baştir derket holê. Çi AKP’yî, çi Ergenekonî tu cudahî di navbera wan de tune ye. Gava ku mijar kurd bin, ji rîkoyan bigire heta lîboşan, ji gurgebozan bigire heta qaşoçepgiran tev bi yek dengî dizûrin. Payîna helwesteke din bêhişî ye.

Ji aliyê ziman ve jî ligel gilî, gazin û gotinên jiberkirî şiyarî û pêşketinên berbiçav hene. Kurdîhez her ku diçe zêdetir dibin xwedî dam û dezgeh û ev yek jî hêviyê mezintir dike. Gelek mijarên gilî û gazinan hene lê bi baweriya me divê dem û enerjî ji bo vê yekê neyên veqetandin. Çi ji me bê em bikin wê pêşketinên pir baş û xweş derkevin holê.

Xwendevanên hêja!

Bêguman tiştên ku li ser sala borî û pêvajoyê bên gotin gelek in. Lê em ê zêde li ser nesekinin. Di vê hejmarê de jî heta ji destê me hat me hewl da ku em kovareke bi dilê we bigihînin ber destê we. Mijara dosyeya me “Romana Kurdî” ye. Ji ber ku mijareke berfireh e û gelek nivîs û nirxandin hene, em ê di du hejmaran de biweşînin. Ango mijara dosyeya bê jî “Romana Kurdî” ye. Beşa yekemîn wê di vê hejmarê de li ber destên we be. Tevî ku têra xwe nivîs li ber destên me hene jî, kesên ku bixwazin dikarin nivîsên xwe bişînin û bi qasî ku derfet destûrê bidin em ê bîr û baweriyên wan bi xwendevanan re parve bikin.

Di vê hejmarê de em CD’ya dokumentera Cegerxwîn wek diyarî li xwendevanên xwe belav dikin. Ev jî diyariya me ya sersalê ye. Em hêvîdar in hûn ê pê kêfxweş bibin. Ji bîr nekin CD’ya xwe bixwazin.

Di hejmara 29’an de kêmasiyeke me çêbûye; nivîsa bi navê “Dêranî gundê Xurûcê” ya ku ji aliyê Hîlmî Akyol ve hatiye berhevkirin, wek a Aşemê Şukrî di naverokê de cih girtiye û jiyan û fotografê dengbêj bi çewtî di kovarê de cih negirtiye, em ji ber vê kêmasiyê ji mamoste Hîlmî û xwendevanên xwe lêborîna xwe dixwazin.

Û me ji ber rewşa aborî buhayê kovarê kir 5 TL, em hêvîdar in xwendevanên me, rewşa me fehm bikin.

Di serê adarê de W û bihar dê bi hev re bên. Li benda me bin!

 

CDya_Cegerxw__n_263844111.jpg

 

FERMO NAVEROKA HEJMARA NÛ

*Ji edîtor / 2

*Hevpeyvîn bi Helîm Yûsiv re - Elîxan LORAN / 3

*Du helbest - Ozgur DOGA / 9

* Komîtas - Polat CAN / 10

* Diyalogên qusiyayî - Dilşêr BÊWAR / 12

* Mêvan tên - Kawa ŞÊXÊ / 13

* Xeletiyên der barê Feqiyê Teyran de - Xweşmêr / 16

* Ma li welatê we ker tune ne - Ezîz NESÎN / 19

* Pênc helbest ji dîwana “Pelên Reş” - Kawa NEMIR / 26

* Werêameyîşê marê qolî - Mehmûd NÊŞITE / 28

* Qenepe- Behlûl ZELAL / 30

* Em tî ne- Feratê DENGIZÎ / 32

* Dotmam - Kendal MÎREK / 34

* Li min negire - Sadedîn ÇIRA / 35

 

* Dosye - Romana kurdî -1- / 36

* Bi romanûsan re guftûgo, Edîp POLAT, Lokman AYEBE,

       Menaf OSMAN, Omer DILSOZ, Şener OZMEN  / 37

* Roman - Omer DEWRAN / 52

 

* Mirin berî her tiştî - Yûnûs EROGLÛ / 57

* Helbest û sembol - Kamran Simo HEDILÎ / 60

* Dilberê eman - Omer FÎDAN / 63

* Min ji te hez kir - Berfo BARÎ / 64

* Şahmaran - Hogir BERBIR / 65

* Masî 14 - Berçema MIŞRÎTAN / 68

* Rûspiyê edebiyata me - Mikaîlê REŞÎD 69

* Nezîre - Mihemed RONAHÎ / 72

* Cêr şikestin  - Huseyîn GUÇLU / 73

* Du helbest - Şengul OGUR / 74

* Du helbest - Zekî KAYAR / 75

* Bîranînên sewsî - Xecê OMERÎ / 76

* Çarîn - Hemkoçerê CIZAWIR / 77

* Bi xatirê te - Yûsûf BAGI / 78

* Pepûle - Ercan DOGAN / 79

* Rengên min - Evdê Koçer CANO / 79

* Xêz - Ahmet BÎLGE / 80

 

Berga_W_30_713221576.jpg

 

Navnîşan

Kalem Sk. No: 32 / 4 Huzurevleri Kayapınar/DIYARBAKIR

Tel & Faks: (0412) 237 43 16

kovaraw@yahoo.com

kovarawe@hotmail.com  

www.kovaraw.com

Şertên Abonetiyê

Nava Welat, salek: 30 TL

Welatên Dereke, salek: 70 EURO

  • email Email to a friend
  • print Print version
  • Plain text Têkist
Rate this article
5.00
Powered by Vivvo CMS v4.1.6