Adetên Kurdan bi erebî derket
Saziya Abû Dabî ya çand û keleporê (Kalima) ku li Abû Dabî paytexta mîrnuşînê yekbûyî yên erebî ye, kitêba mele Mehmûdê Bayezîdî – Adat û Risûmatnameê Ekradiye – bi erebî weşand.
Kitêba ku ji sed û sî rûpelan pêk tê, ji aliyê Jan Dost ve li erebî hatiye wergerandin. Û ji alîyê wergêr Kamîran Hûc ve jî redekte bûye.
Hêjayî gotinê ye ku projeya (Kalima) dê di demên pêş de hin kitêbên kurdî ên din jî mîna romana Hesenê Metê Labîrenta Cinan û çîroka Xadim ya Selaheddîn Bulut bi erebî biweşîne.
Rate this article




del.icio.us
Digg
Post your comment