Ji Weşanên Han berhemeke nû: Dergûşa Evînê
Dîwana nû ya Xebat Şakir, Dergûşa Evînê derket!
Dîwana nû ya şair Xebat Şakir ya bi navê Dergûşa Evînê ji layê Weşanxaneya Han hate weşandin. Pirtûk 152 rûpelan pêk dihê.
Xebat Şakir di helbestên xwe yên herikbar û melodîk de gelek mijarên cûda ji xwe re kirine xem û li gor xwe ûslûb û formeke mûzîkî ya di helbestên xwe de pêkanîne. Dîwan ji layê ziman jî gelek saf, têgîhîshtî û nerm e. Ev pirtûk charemîn berham shairî ye.
Kerem bikin li jêr nasnameya dîwanê û helbestek ji dîwan bo xwendina we hatiye pêşkêşkirin.
Dergûşa Evînê * Xebat Şakir
© Mafê çapê parastî ye
Çapa 1.
Berlîn/Gulan-2010
Weşanên Han - 23
Helbest- 13
Edîtor: Zeynel Abidîn Han
Wêne: Xebat Şakir
Berg Design: Gazîn Onur Han
Çap û Girêdan:
HAN-GRAFIK Verlag & Werbeagentur
Bülowstr. 56-57, 10783 Berlin
Tel.: 00 49 (0) 30 23 55 25 40
Fax: 00 49 (0) 30 23 55 25 41
ISBN: 978-94040997-29-6
KNN/Nahê Xan
Ez Nizanim
Ez nizan im
Ez ê ji kur dest pê bikim
ji evîneke mirî
buhareke bê gul
awazeke lal
yan ji guleke rûçikî
ez nizanim?
Ji şeveke bê stêr
dilekî bê hest
çavên bê kil
yan ji hestên mirî
ez nizanim?
Ji bêbextiyeke birik
û goleke girik
ji gundekî bêdar
zaroyeke bê zar
yan ji evîneke cemidî û sar, ez nizanim?
Ji dîlbereke kubar
dilekî birîndar
evîndarekî mirar
yan ji qirekên kelogirî
ez nizanim?
Ji gotina xwezî bi par
cejneke cemidî û sar
xoretekî têkçûyî û bêwar
yan ji keçeke silbûyî ji mal
ez nizanim?
Ji dayika kezebşewitî û dike hawar
bêrîkirina cih û war
ji xemsariyê
ji nezaniyê
yan ji mana bê dost û heval
ez nizanim?
Ji porê bi dara ve dimînin
laşên di zindana de dirizin,
zimanê qedexe dibe û tê ji bîrkirin
yan ji malbatên li koçberiyê têkdiçin
ez nizanim?
Ji bîrên ku tên dizîn ji xaka Niştiman
dayika kelogirî dimîne, li benda şervan
şevbuhêrkên sar û cemidî bê stiran
yan ji cotkarê nîvmirî û xizan
ez nizanim?
Ji tokên çirandî, ji zilim û zorê
hicrikên bê kesik in li holê
nifşekî nezan û nexwendî.
yan ji Egalên ku dibin Qamçî
ez nizanim?
Ji zarokên dimînin sêwî
goştê bi napalman herijî
gorên bê kêl û cendekên wendayî
yan girtîgehên ji zindiyan tijî,
ez nizanim behwerbikin ez nizanim?
Ji perîkên ziwa
tabloyên winda
temburên bêtêl û perde
windakirina feqîrên bixirqe
ez nizanim?
Ji Lalişa dibe mîrate
gundên dimînin vala
mala li ber lehiyê diçe
laşên bûne berate
ez nizanim?
Ji bûkên li malbavan vedigerin,
zarokên bi hisreta dê yan bav dimînin
bavê heya berbangê li meyxana serxweş in
yan ji jinên ku qîmetê xwe nizanin
ez nizanim?
Ez ê ji kur destpêbikim
Ji xesûyên qîmetên xwe
li ba bûkan nabînin
bûkên li malê bi rehetiya xwe nahisin
ji sibê heya êvarê, şer û lêdan û bihevçûnin
yan ji rûsipiyên kerr, lal û bê ziman dimînin
ez nizanim?
Lê tiştekî tenê di zanim
jiyan bê îlm û xwendin nabê
bi dest hejandin û simbêlbadanê nabê
dûrbûna ji war û pûçkirina mejî nabê
qet nabe bi kuştin û tolhildanê.
îro tifaq û tebayî
li ba me dimîne xwezî
lê ez dizanim ku kesî
bi xweziyan banedane kezî.
11.12.2006 Oldenburg/ Elmanya
Kurtejiyan
Xebat Şakir li başur-rojavayê Kurdistanê
di sala 1967an de li gundê Tilerbît çavên xwe li jiyanê vekirine,
û li gundê Girxatunê mezin bûye.
Ew ji sala 1984an ve û heya îro
ji bo çand û hunera kurdî kar û xizmetê dike.
Berhem:
Mûzîk:
1. Kasêta Yekemîn di 1997an de hatiye tomarkirin, bi navê ``Lo Hevalno´´.
2. Kasêta Diwemîn di 1999an de hatiye tomarkirin bi navê ``Gundê min´´.
Pirtûk:
3. Berhevoka helbestan ya bi navê
„Derwêş im di Perestgeha Evîna Te de" (Helbest 2007 )
4-Berhevoka helbestan ya bi navê
„Derguşa Evînê" Helbest 2009
Xebat Şakir di nava gelek komên hûnerî
de kar kiriye li Welat û Europa.
Xebatên li Welat û li Sûriye:
1-Koma Nûhilat li bajarê Şamê di sala 1985an de.
2- Koma Hêzil li bajarê Tirbespiyê di sala 1989 an de.
Xebatên li Eurupa:
1-Koma Hêzil ya derveyî welat li Elmaniyayê
2-Koma kilasîkên kurdî û marşên netewî li Akadimiya Kurdî li Elmanya.
Xebat Şakir ji sala 1989an ve li welatê Elmaniya li koçberiyê dijî.
Endamê Navenda PEN a Kurd û Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistan û Saziya Çand û Hunerê ya Rojavayê Kurdistan e.
KNN/Pirtûk




del.icio.us
Digg
Post your comment