Laperê Serekî | Pirtûkên nû | Kitêba Bayezî- lêkolîna Jan Dost derket

Kitêba Bayezî- lêkolîna Jan Dost derket

Font size: Decrease font Enlarge font
image

Di nav weşanên Nûbiharê de, kitêba Mele Mehmûdê Bayezîdî Adat û Risûmatnameê Ekradiye(urf û adetên kurdî) li Istenbolê derket.

Kitêba ku ji nêzîka sêsed û pêncî rûpelan pêk tê, berê bala rojhilatnasan kişandibû û bi xwesteka diplomatê rûsî August Jaba sala 1857an ji aliyê Mela Mehmûdê Bayezîdî ve hatibû nivîsîn,  yekemîn car lêkolînera rûs Margerêta Rodenko sala 1963 li Moskoyê bi deqa orîginal û wergera rûsî  çapkiribû.

Her weha Dr. Şukriye Resûl li Bexdayê sala 1982 wergera wê ya bi zaravayê kurmanciya jorîn  çap kiribû.

Di vê kitêbê de pêşgotineke dirêj li ser destpêka kurdnasiyê û rola ekola rojhilatnasiya rûsî di danasîna civak û berhemên kurdî de heye. Her weha gelek perawe^zên ku wateyaên peyvê tekstê şirove dike jî hene. Di dawiya kitêbê de jî hin wêne û pêvek ji nivîsên derbarî xebata Mele Mehmûdê Bayezîdî jî cih digirin.

Subscribe to comments feed Comments (0 posted):

Post your comment comment

Please enter the code you see in the image:

  • email Email to a friend
  • print Print version
  • Plain text Têkist
Rate this article
0
Powered by Vivvo CMS v4.1.6